Bazirganên mirovan û leşker bi hev re dixebitin

Li gel dîwar, kûleyên çavdêriyê, kalekol û qereqolên li ser sînor hatine lêkirin jî her roj bi sedan koçber ji sînor derbas dibin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk û bazirganên mirovan hevkariyê dikin.

Koçber di ser Îranê re derbasî Wanê û bajarên din ên Kurdistanê dibin. Leşkerên Tirk ên li van devera ne û bazirganên mirovan bi hev re koçberan derbasî bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin.

Mirovên ku bi taybetî ji ber şerê li Efganistan, Iraq, Îran, Sûriye, li welatên Asya Navîn, Rojhilat û Rojhilata Navîn ji ber şer, zextên siyasî û civakî û ji ber sedemên aborî neçar dimînin cih û warê xwe biterikînin, di ser Wan, Îdir, Bazîd û Colemêrgê tên Bakurê Kurdistanê û ji vir jî hewl didin derbasî Tirkiyeyê bibin. Bi sedan ji koçberan ji ber serma mehên zivistanê û aşûtê jiyana xwe ji dest dan. Yên ku karîbûn ji sînor derbas bibin jî ketin destê bazirganên mirovan û trajediyên nû bi serê wan ve hatin.

Bi biharê re liv û tevgera koçberan a li Wanê û bajarên din ên li ser sînor zêde bû.

Hikumeta Tirk di navbera Îdir-Agirî, Agirî-Wan û Wan-Colemêgrê de dîwarekî dirêj ê bi kîlometreyan lê kir. Dîwar bi bahaneya koçberan hate lêkirin, lê belê tê zanîn ku armanca esasî ya ji dîwar ew e ku Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji hev qut bikin, nehêlin ku Kurd bazirganiyê bikin.

Li gel dîwar, kûleyên çavdêriyê, kalekol û qereqolên li ser sînor hatine lêkirin jî rojane bi sedan koçber ji sînor derbas dibin. Derbasbûna koçberan jî bi hevkariya hêzên çekdar ên Tirk û bazirganên mirovan tê kirin.

VEGUHERIYE SEKTOREKÊ

Qaçaxçitiya mirovan li bajarên Wan, Agirî û Îdirê veguheriye sektorekê. Bi taybetî ji bajarên Derya Reş, Anatoliya Navîn Yozgat, Kayserî û bajarên mîna wan gelek bazirganên mirovan têne navçeyên Çaldiran û Bêgirê yên Wanê. Bazirganên mirovan tevî leşkerên payebilind ên li qereqolên li ser sînor qaçaxçitiya mirovan dikin.

TÊ ZANÎN KU BAZIRGANÊN MIROVAN E

Kesekî ku di navbera navçeya Çaldiranê û navenda Wanê de karê birin û anîna rêwiyan dike û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî qaçaxçitiya li Wan û Çaldiranê ji ANF'ê re wiha axivî: "Hema hema her roj gelek mirov ji Tirkiyeyê têne Çaldiranê. Em hemû zanin ku ev mirov bazirganên mirovan e. Piraniya wan ji bajarên Derya Reş û Anatoliya Navîn tên. Hevkariyê bi leşkeran re dikin. Hinek ji wan yekser dibêjin ku ew bazirganên mirovan e. Têkiliya van kesan bi leşkerên li navçeyê re heye. Hin rojan ji navenda navçeyê mirovan bi wesayitên xwe bi hêsanî dibin. Qaçaxçitiya mirovan li Çaldiranê kirine sektorek. Dewlet jî bi vê zane lê tiştekî nake. Ji bo pereyan bazirganên mirovan û leşker hevkariyê dikin."