Bazên Zagrosê 5 dagirker ceza kir

HPG'ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Avaşînê berxwedaneke destanî dikin û destnîşan kir ku 5 dagirker hatine cezakirin û 3 jî birîndar bûne. HPG'ê diyar kir ku dagirkeran xwe bi gavekê vekişandine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser berxwedana gerîla ya li Avaşînê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Avaşînê bi çalakî û şer dewam dike.

14'ê Hezîranê saet di 06:30'î de li qada Werxelê, bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer bikin. Dagirkerên ku derb xwarin nekarîn bi pêş ve biçin. Saet di 13:00 de dagirkeran xwestin xwe nêzî tunelên şer bikin û hêzên me ew xistin bin kontrolê, bi çekên ferdî li wan xistin. Di vê derbê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:10'an de bi çekên ferdî li komeke cuda ya dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de bi sekvaniyê jî dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên xwestin li qadê belav bibe û bi cih bibe, bûn hedef. Di encama derbên li dagirkeran hate xistin, ev dagirker neçar man bi gavekê xwe vekişînin.

Dagirkerên ku nekarîn bi pêş ve biçin vê carê drone bi ser herêmê ve şandin. Hêzên me li droneyan xistin û drone jî vekişiyan.

Saet di 14:30'î de dagirkeran bi helîkopterên êrişê û 2 helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin. Di heman demê de çeperên şer bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di van çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Şerê giran ê li qada Werxelê bi berxwedana fedayî ya hêzên me hîn jî dewam dike."