Bazên Zagorê 18 dagirker cezar kirin -NÛ BÛ

HPG'ê ragihand hêzên gerîla ji bo tola şehîdan bi rihê Pêngava 1'ê Hezîranê têdikoşin. HPG'ê ragihand di çalakiyan de tespît bûyî 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 6 jê jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir:
''Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di sala 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de bi çalakiyên taktîkên zengîn, bi performansa zêde ya şer a karîger asteke girîng a berxwedanê daniye holê.  Di çalakiyan de ku hêzên me bi rihê pêngavê ji bo ku salvegera 1'ê Hezîranê slav bikin pêk anîn, 18 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker birîndar bûne. Tola şehîdên me ku li Kurdistanê rê nedane dagirkeran standine,heta serfiraziyê bi rihê Pêngava 1'ê Hezîranê em ê ji têkoşînê xwe nedin alî.

Bi berfirehî çalakiyên ku hatine kirin wiha ne;

18 DAGIRKER HATINE CEZAKIRIN

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;

Tîmên mobîl ên gerîla 24'ê Gulanê saet 21:30'an li herêma Avaşînê qada Dola Maran yekîneyeke dagrikeran kontrol kirine û çalakiyek li wan kirine. Ji nêz ve bi çekên ferdî li wan dane û 3 dagirker cezakirin. Piştre saet 01:50'î 14 dagirker ku dema hatine cem hev bi tatkîka sabotajê li wan dane. Li vir berbiav 10 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne. Di du çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin, 4 jê birîndar bûne.

31'ê Gulanê berê sibehê dagirkerên ku ketin qada Tabûra Ereban a qada Mervanos a herêma Avaşînê ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Saet 12:30'an hêzên me li van dagirkeran dane, bi rengekî berbiçav 3 dagiker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne. Dagikerên ku ji tirsan qutifîn pêşî şewat derxistine û li eraziyê belav bûne.

Hêzên me yên YJA Starê saet 13:00'an ev dagirkerên ku li eraziyê berbelav bûne kirine hedef û li wan dane. Lê ji ber şewata li eraziyê, hijmara leşkerên dagirker ên ku hatine cezakirin û birîndar bûne nehatiye zelalkirin. Dagiker saet li derdora 21:00'an bi helîkoptêran kuştî û birîndarên xwe rakirine.

31'ê Gulanê saet 14:30'an li dijî dagirkerên li qada Xeregolê ya herêma Zapê bi çekên giran çalakî kirine. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

1'ê Hezîranê saet 10:00'an li Girê Şehîd Mervan a herêma Zapê li dijî dagirkeran bi taktîka suîkastê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.


DEWLETA TIRK A DAGIRKER JÎGEHAN BOMBE DIKE

Dewleta Tirk a dagirker li Garê, Zap û Avaşînê û jîgehên gelê me yê başûrê Kurdistanê bi balafirên şer û helîkoptêran bombe dike. Her wiha dagirkerên herêmê bi helîkoptêran diguhezîne.

Êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

31'ê Gulanê saet di navbeyna 10:30 û 210:40'î de li herêma Garê, li Duhok nehya Çemankê gundê Ergenê bi balafirên şer 3 caran hatiye bombekirin.

31'ê Gulanê di navbeyna saet 10:00-11:50'î de qadên Qertal, Girê Sor, Geliyê Basta û Gundê Dirê yên herêma Avaşînê gelek caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

31'ê Gulanê saet di navbeyna 21:00-22:00'an de leşkerên li Mamreşa a Avaşînê û yên li Mervanosê bi helîkoptêran guheztine, leşker danine qada Banîstan.

31'ê Gulanê saet di navbeyna 00:30'an û 02:30'î qada Tabûra Ereban bi balafirên şer heşt caran bombe kirine.

31'ê Gulanê saet di navbeyna 21:00-23:00'an de li qada Qela Bêdewê,Herfa T'yê û Cîloya Biçûk a Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye. Dagirkeran hêzên xwe yên li Şehîd Serxwebûn, Qela Bêdewê û Şehîd Mervan bi helîkoptêran geherandind, bi helîkoptêran qada Cîloya Biçûk bombe kirine.

1'ê Hezîranê saet 05:00'an li herêma Metîna qada Girê Zendura bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van bombekirinan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me. Lê ji ber van bombekirin û êrîşên dewleta Tirk li gelek deveran şewat derketine û şewat hê jî didomin.