Bazara di bin sifirê de 30 pileyî

Li navçeya Ebex a Wanê ku hewayeke qerisî lê heye, xwediyê ajalan hê berê siharê, hewl didin ajalên ku anîne bazarê bifiroşin.

Wan û navçeyên wê ku demekê navenda bazara ajalan bû, piştî ku nêçir hate qedexekirin, xwedîkirin zêde bû, bi operasyonên leşkerî yê domdar û şertên Rewşa Awarte, ew rewşa xwe ya berê ji dest daye. Kesên ku ajalan difiroşin, havînî bi qedexeyên ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ re û zivistanî jî bi sermayeke tûj re hevrû dibin.

Xwediyê heywann ku li gel rêyên girtî jî ajalên xwe ji bo firotinê digihînin bazara ajalan, di serê sibehê de, di nav sermaya tûj de, dikeve bazara kirîn û firotina ajalan de. Ajalfiroş dibêjin ji bajarên derdorê kirîdar nema weke berê zêde tên û ajalên wan di destê wan de dimînin. Ajalfiroş dibêjin piştî ku xwedîkirin zêde bûye, ji bo ku ew ajalên xwe ji dest derxînin kêmtirî mesrefa li wan kirin difiroşin, zivistanî pir zor li wan dibe lê ji ber ku çareyeke wan a dî nîn e, dikevin rêya bazarê.