Bayindir: Yekîtiya neteweyî divê êdî pêk were

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd ê bi sedan sal in berdêlan dide cara yekê ye ku di vê astê de bi hesta hevpar tevdigere û destnîşan kir, bêşert divê yekîtiya neteweyî bê afirandin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir têkildarî aloziya li Zînî Wertê ku bi bicihbûna pêşmergeyên PDK'ê dest pê kir û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji ANF'ê re axivî.

'ALOZÎ BI KÊRÎ DEWLETA TIRK TÊ'

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk Bayindir bal kişand ser rola dewleta Tirk a di aloziya Zînî Wertê de û got, "Tê dîtin ku alozî bi kêrî Tirkiyeyê tê. Li Başûrê Kurdistanê ji xwe zêdeyî 20 baregehên leşkerên yên Tirkiyeyê hene. Ev baregeh jî li wan herêman e ku PDK lê serdest e. Qendîl navenda stratejîk a herêmê ye, Tirkiye jî hewl dide vê herêmê kontrol bike.

Ji ber vê yekê siyaseta PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê siyaseteke rast nîne. Ev rêbazên ku li berjewendiyên gel nayên û bi kêrî yekîtiya neteweyî nayên, nabe ku ji aliyê me ve bên qebûlkirin. Em alîgirê gotin û pratîkên ji bo berjewendiyên neteweyî ne. Ji xwe gel û siyasetmedarên li wê derê jî helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Divê her hêzeke Kurd xwe ji aloziyên bibin sedema 'birakujiyê' vegirin ku ev yek wê zerarê bide gelê Kurd."

Keskîn Bayindir banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî bi bîr xist, ku dema bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bal kişand ser protokola sala 1982'an a bi PDK'ê re kiribû.

Bayindir destnîşan kir, dema ku ew 11 xalên vê protokolê dinirxînin, dibînin ku yekîtiya neteweyî weke encamê jê derdikeve. Keskîn bi bîr xist, tevî ku nêzî 40 sal di ser wê protokolê re derbas bûne, hêzên Kurdan hîn yekîtiya xwe pêk neanîne û got, "Ji ber nebûna yekîtiya neteweyî, Kurd li herêmê li dijî hev tên bikaranîn. Di salên 1990'î, 2000'î de gelek caran rageşî û alozî rû dan, bûyerên ku jê re 'birakujî' tên gotin qewimîn. Birêz Ocalan di demeke welê krîtîk de careke din kete dewrê û ji bo bûyerên bi vî rengî yên neyînî neqewimin bang dike. Divê tavilê bersiv ji vê hewldanê re bê dayin. Em dibêjin, li xaka Kurdistanê ku hatiye dagirkirin divê tavilê yekîtiya neteweyî pêk were. Em jî piştgiriya vê bangê dikin."

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ ÊDÎ BÊŞERT BÊ PÊKANÎN'

Li ser hewldanên wan ên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin jî Bayindir got, "Hewldaneke erênî ye ku nûnerên partiyên siyasî li hev kom dibin, civînan li dar dixin û li gorî bendewariyên gel tevdigerin. Gel êdî yekîtiya neteweyî dixwaze. Li Rojava, li Başûr, li Bakur yanî li her qadê dixwaze ku  hêzên siyasî li hev kom bibin û li gorî berjewendiyên gelan yekîtiya xwe pêk bînin. Di vê pêvajoyê de karekî wiha heye. Divê bêhtir bê xurtkirin. Li şûna berjewendiyên partî, sazî, kesayet, malbat û eşîrî, divê karekî welê bê kirin ku berjewendiyên gelan esas bin. Yanî berjewendiyên neteweyî divê li pêş bin. Gelekî ku bi sedan sal in berdêlên giran dide, bi hestên hevpar tevdigere û ewqasî nêzî yekîtiyê ye. Lewma yekîtiya neteweyî divê bêyî şert û mercî bê pêkanîn."

'JI BO AŞTÎ Û ARAMIYA HERÊMÊ DIVÊ TECRÎDKIRINA OCALAN BI DAWÎ BIBE'

Hevserokê DBP'ê Bayindir tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û bal kişand ser bandora Ocalan a li ser rewşa siyasî ya li tevahiya herêmê.

Bayindir bandora Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de li siyaseta Tirkiye û herêmê kir bi bîr xist û got, "Li ser banga Birêz Ocalan pêvajoya rawestandina şer dest pê kir. Esasên têkoşîna demokratîk ji nû ve diyar bûn. Polîtîkayên derve û hundir ên Tirkiyeyê ji nû ve hatin diyarkirin. Ev ne tenê ji bo Tirkiye û PKK'ê bi vî rengî bû, ji bo dewletên li herêmê hemûyan wiha bû. DYE neçar ma ku polîtîkaya xwe ya têkildarî Iraqê û herêmê ji nû ve diyar bike.

Di demekê de ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên şer destnîşan dike, di ser dijminatiya li Kurdan rêbazeke siyasetê dimeşîne, ji bo siyaseta xwe serdest bike û bi ser bixîne, dixwaze dengên mûxalîf hemûyan bêdeng bike. Ji bo serketina rê û rêbazên xwe, ji bo meşandina siyaseta xwe, zextê li kes û saziyên diyarker dike. Birêz Ocalan jî bi gotin û helwesta xwe li herêmê diyarker e, siyaseteke alternatîf diafirîne û zemîneke demokratîk xurt dike. Lewma bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re dixwaze tevgera siyasî ya Kurd bêsiyaset bihêle û li ser gelên herêmê jî hegemonya xwe bidomîne.

Dema ku mirov polîtîkayên wê yên dema dawî binirxînin, dibînin ku ne tenê li nava Tirkiyeyê her wiha li derve jî li Efrînê, li Başûrê Kurdistanê, li Îranê dixwaze serdest be. Her wiha dixwaze destê xwe dirêjî Lîbyayê bike. Di pêvajoyeke wiha de ku xeteke şer û hegemonîk dimeşîne, tecrîda li ser Birêz Ocalan bêhtir dişidîne, ku bala gelan li wî ye û siyaseta herêmê diyar dike. Ji bo aştî û aramiya herêmê divê tavilê tecrîd bê bidawîkirin û astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan bên rakirin ku karibe siyasetê bike."