Bayindir: Em di demeke stratejîk de ne

Hevserokê DBP'ê Bayindir anî ziman ku ew di demeke stratejîk de ne, divê kar jî li gorî vê yekê bê kirin û bal kişand ser girîngiya afirandina atmosfereke civakî û siyasî ya ku Abdullah Ocalan karibe tê de bi rola xwe ya dîrokî rabe.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku gelê Kurd li du pêvajoyên komployê rast hatin û got, "Ya yekemîn, di dema damezrandina komarê de bi piştgiriya hêzên navneteweyî Kurd bi çar parçeyan hatin parçekirin. Radestkirina Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyeyê jî pêvajoya duyemîn a komployê bû."

Bayindir destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê lîderê têkoşîna demokratîk a neteweyî ya bi milyonan mirovî ye û wiha dewam kir, "Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşegniya Abdullah Ocalan re kmoploya destpêkê têk çû. Komploya duyemîn jî ku ji sala 1999'an û vir ve di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di asta navneteweyî de tê meşandin, tê xwestin ku bi desthilatdariya AKP'ê bê dewamkirin."

'DILSOZIYA BI ABDULLAH OCALAN RE LAWAZ NABE'

Bayindir anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze sîstema tecrîdê ya li ser Abdullah Ocaland ewam bike, qirkirina Kurdan temam bike û li dijî vê yekê işaret bi têkoşîna azadiyê ya Abdullah Ocalan kir: "Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, di mijara rola stratejîk û rêbertiyê ya Abdullah Ocalan de paşve gav nehate avêtin. Civak dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re ti carî venaşêre. Di vê mijarê de dudilî nîne.

Bêguman divê em jî li dijî polîtîkaya tecrîdê têkoşîna xwe dewam dikin. Ji bo tasfiyekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, em têdikoşin. Îsal ji gelek aliyan ve ji bo me saleke gelekî girîng e. Em dikevin demeke welê ku dewleta Tirk sedsala aqlê xwe yê îdeolojîk û înkarê tijî dike û hewl dide bi îdeolojî û perspektîfeke nû di sedsala duyemîn de xwe restore bike. Lewma em zanin ku dewlet Tirk bi mejiyê înkar û qirkirinê tevdigere û dixwaze careke din Kurdan qir bike. Em zanin ku ji bo belavkirina têkoşîna rêxistinbûyî û tasfiyekirina wê, xwe ji nû ve bi rêxistin dike, hemû dînamîkên xwe li gorî vê bi kar tîne."

'PÊWÎSTÎ BI NÊZÎKATIYEKE STRATEJÎK HEYE'

Bayindir işaret bi têkşoîna hêzên şoreşger ên Tirkiyeyêj î kir û got, "Em di nava saleke welê de ne ku divê bi rengekî stratejîk nêzî her karê xwe bibin. Ji bo paşeroja hêzên şoreşger ên demokrasiay Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd saleke stratejîk û diyarker e. Ji bo Abdullah Ocalan bikeve dewrê, ji bo tecrîda li ser wî bê rakirin û karibe bi rola xwe ya pêşengiyê rabe, têkoşîna me gelekî stratejîk e. Ji bo paşeroja gelan em di asteke stratejîk de ne."

'ABDULLAH OCALAN XWEDÎ ROLEKE STRATEJÎK E'

Bayindir destnîşan kir ku divê ew bi vê biryardariya dîrokî têbikoşin û got, "Di wê baweriyê de me ku wê atmosfereke civakî û siyasî bê afirandin ku di çareseriya pirsgriêka Kurd de rola Abdullah Ocalan a stratejîk û dîrokî bê bicihanîn. Eger em karibin Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevgera siyasî demokratîk a Kurd, têkoşîna pêşengiya azadiyê ya gelê Kurd û hêzên pêşeng ên têkoşîna şoreşger û demokrasiyê ya Tirkiyeyê li ser vê bingehê bigihînin hev; hingî em ê karibin xwe bigihînin asteke encamwergirtinê."