Bayik: Tirkiye, KE û CPT ji êşkenceya li Îmraliyê berpirsyar in

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku sîstema Îmraliyê ji aliyê CPT ve hatiye avakirin û ji pêkanînên li dijî Ocalan ev sazî berpirsyar e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilbijartin û pêşketinên li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê û salvegera berxwedana xwerêveberiyê, di bernameya Rojeva Welat a ku di Stêrk Tv de tê weşandin de pirsên rojnamevan Ayhan Gûlêsorxîn bersivand. Bayik da zanîn yên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema Îmraliyê dimeşînin, hêzên komploger in. Bayik di nav nirxandinên xwe de duyemîn salvegera berxwedana Herêmên Xwerêveberiyan û hilbijartinên Bakurê Suriyê jî nirxand û got; "Wê destana ku nivîsandin tenê ji bo Kurdan nenivîsandin, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn nivîsandin. Hilbijartin demokratîk be û her kes bi awayekî azad xwe îfade bike, bixwaze qederê xwe bi xwe diyar bike, ji vî tiştî pîroztir tiştek tune.”

Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik a di bernameya Rojeva Welat de wiha ye: 

"Sîstema Îmraliyê ne ku duh hat pêşxistin, ev sîstema Îmraliyê komplogeran pêş xist û Tirkiye jî kirin gardiyanê wê. Yên ku li ser Rêber Apo sîstema Îmraliyê dimeşînin, kesên komploger in.  Gelê Kurd û dostên wan ku li hember bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê (KE) çalakiyan li dar dixin û wan hişyar dikin, feqet CPT jî Konseya Ewropa jî deng dernaxin, wekî ker û lalan nêz dibin. Sedema wê jî ev sîstem e ya ku wan pêş xistine, xwediyên vê sîstemê ew in. Çima Rêber Apo bi komployeke navdewletî girtin û di sîstema Îmraliyê de danîn û li ser Rêber Apo zilma ku li cîhanê de nehatiye meşandin, tê meşandin?  Ji ber ku ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo gelek ditirsiyan, xwestin pêşiya wê bigirin da ku ew felsefe û îdeolojiya ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê re belav nebe, alternatîfek pêş nexe. Ji ber ku dîtin Tevger her ku diçe mezin dibe, alternatîfek li dijî sîstema Kapîtalîst modernîte pêş dikeve, modernîteya kapîtalîst dixwaze li Rojhilata navîn mudaxele bike, ew Tevgera ku Rêber Apo pêş dixe vê mudaxeleyê dixe tahlûkeyê û ew jî ji bo pêşiya vê bigirin ev komploya navdewletî pêşxistin. Li gor vê komployê jî sîstema Îmraliyê pêş xistin û di cîhanê de tu sîstemeke weke ya sîstema Îmraliyê li ser rêberan pêş nexistine. Tenê li ser Rêber Apo pêş xistin. Jixwe dema Rêber Apo dibin Îmraliyê CPT Rêber Apo pêşwazî dike û ji Rêber Apo re dibêjin 'Me bi hev re ev sîstem çêkiriye û em ê çavdêriya wê bikin”Niha çavdêriyê dikin, erka CPT û Konseya Ewropayê ev e ku divê li dijî êşkenceyê bisekinin. Li her derê jî dikarin biçin zindanan teftîş bikin, dikarin di derbarê zindanan de biryara bigirin, dikarin zextan li ser hikumetan bikin. Feqet em niha lê dinihêrin Konseya Ewropa jî, CPT jî vê erka xwe pêk naynin. Gelê Kurd û dostên Kurdan li ser piyan in, ez wan pîroz dikim û hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Ji ber ku ew her tim erkên Konseya Ewropayê û CPT tînin bîra wan û wan hişyar dikin. Feqet CPT û Konseya Ewropayê qet dengê xwe dernaxin. Ev jî dide diyarkirin ku Konseya Ewropayê, CPT û Tirkiye ji sîstema Îmraliyê berpirsyar in.”

BERXWEDÊRÊN XWERÊVEBERIYÊ JI BO GELÊ ROJHILATA NAVÎN DESTANEK NIVÎSANDIN

Bayik di berdewama axaftina xwe de duyemîn salvegera berxwedana Xwerêveberiyê û şehîdên Xwerêveberiyê bi bîr anî û nirxandina xwe wisa domand:

"Ez di destpêkê şehîdên Sûrê, Nisêbînê, Cizîrê, Hezexê, Geverê, Silopiyê, Baglar û Farqînê bi bîr tînim. Ew sozên ku me daye van şehîdên mezin, em dîsa dubare dikin. Bi rastî jî yê ku di wan bajaran de berxwedan pêşxistin, şehîd ketin, hinek birîndar bûn, hinek dîl ketin vana destanek nivîsandin. Wê destana ku nivîsandin tenê ji bo Kurdan nenivîsandin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn nivîsandin. Yên ku li dijî zilmê disekinin, yên ku li dijî faşîzmê disekinin, yên ku li dijî tunebûnê disekinin, yên ku ji bo demokrasî, azadî, edaletê û wekheviyê têkoşiyan ji bo wan hemûyan ev berxwedêran berxwedaneke mezin pêş xistin. Ji bo vê yekê ev berxwedan, berxwedaneke dîrokî ye. Eger wan ev berxwedan pêş nexistana, dewleta faşîst a dagirker ya Tirk wê gelê Tirk teslîm bigirta. Wê bixwesta ku Tevgera Kurd tasfîye bike, li ser gelê Kurd jî qîrkirinek wê pêş bixistina. Eger li ser PKK'ê, li ser gelê Kurd ev encam bigirtina, wê di Rojhilata Navîn de tu gelî nikaribûya têbikoşe. Eger PKK û gelê Kurd derbe bixwarina, wê qirkirin pêş biketa, wê îro li cîhanê tevgerên sosyalîst PKK, Rêber Apo û gelê Kurd ji bo xwe pêşeng nedidîtia, ji bo xwe hêvî nedidîtina. Eger îro hêviyê dibînin, rih digirin û heke îro gel li Rojhilata Navîn de li ber xwe didin, ev encama berxwedanê Çiyager, Mehmed Tûncan e. Ji bo vê yekê ev berxwedan, berxwedaneke dîrokî ye. Eger îro Kurd li cîhanê tesîrek mezin çêdikin, her kes ji Kurdan re hurmet nîşan didin, ev tişt encama vê berxwedanê ye. Ji ber ku vê berxwedanê da diyarkirin ku gelê Kurd tu caran teslîm nabe."

MOTORA ÇARESERIYA SURIYEYÊ KURD IN

Her wiha Cemîl Bayik bal kişand ser pirsgirêkên Sûriye, hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê û rewş wiha nirxand; "Di destpêkê de yên ku van hilbijartin pêş xistin, ez wan pîroz dikim. Ji ber di şert û mercek wiha de ew hilbijartin bi awayekî serkeftî pêşxistin, bi rastî jî rihekî didin mirovahiyê, rihekî dide hêzên sosyalîst, demokrat û azadiyê. Ji ber di nav şerekî ew qas mezin de, di nav tehrîbateke wiha mezin de mirov hilbijartinan pêş bixe, hilbijartin demokratîk be û her kes bi awayekî azad xwe îfade bike, bixwaze qedera xwe bixwe diyar bike ji vê hê pîroztir tiştek nabe. Li cîhanê mînakê wê zêde nîn e. Şerê cîhanan çêbûne, şerê mintiqan çêbûne, şerê welatan çêbûne di nav wan şeran de kesekî nekariye hilbijartinê pêş bixe û nekarîne hilbijartineke demokratîk bi ser bixin. Ev li Bakurê Sûriyeyê pêk hat. Ji bo vê yekê yên ku ev biryar girtin, yên ku ji bo serkeftina wê kar kirine ez hemûyan pîroz dikim. Bi rastî karekî mezin pêş dixin, ne tenê ji bo bakurê Sûriyeyê, ji bo tevahî Sûriyeyê, ji bo Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê kar pêş dixin. Ji ber tiştên nû ava dikin, tiştên nû ji her kesî re didin fêmkirin. Ji bo vê karek mezin pêş dixin. Eger Sûriyeyek nû çêbibe wê li ser rastiya Bakurê Sûriyeyê çêbibe, wê li ser gelê ku li wê herêmê ji bo demokrasî û azadiyê, edaletê, wekheviyê tekoşînê dikin û di wê tekoşînê de jî astek pêşxistine, pêş bikeve. Wekî din Sûriyeyeke nû çênabe. Niha dibêjin êdî li Sûriyeyê şerê leşkerî ber bi dawî ve diçe, şerê dîplomasî, siyasî wê bi pêş bikeve, her kes dibêje merheleyeke siyasî tê pêşxistin, ev çiqas rast e mirov nikare bibêje. Ji ber ku eger bi rastî jî bixwazin merheleyek dîplomasî û siyasî pêş bixin û pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin, pêşî li belavbûna Sûriyeyê bigirin, pêşiya xerabûna Sûriyeyê bigirin, ji nû ve yekîtiya Sûriyeyê li ser demokrasiyê ava bikin, bingeha vî tiştî Bakurê Sûriyê ye û motora wê jî Kurd in.  Hemû cîhan bi vî tiştî dizanin.” 

Bayik di nirxandina xwe de bal kişand ser civînên Astana, Soçî û Cenevê jî û wiha got; "Niha li Astana, Cinêv û Soçî dixwazin civîna çêbikin  û bi ser de Kurdan tevlî van civînan nakin. Wê bi vî awayî çawa Sûriyeyeke nû çêbibe, çawa merheleya ku dibêjin merheleya siyasî pêş bikeve?. Eger bi rastî jî bixwazin merheleya siyasî, dîplomasî pêş bixin, êdî şerê leşkerî çênebin, tehrîbat çênebin, xerabûna Sûriyeyê çênebe ku Sûriyeyeke nû û demokratîk çêbibe, wê demê divê Bakûrê Sûriyeyê tevlî bikin, Kurdan tevlî bikin. Ji ber ew ji bo Sûriyeyeke yekgirtî, ji bo Sûriyeyeke demokratîk, Sûriyeyeke federal kar dikin, karê wan jî encam daye û li pêş çavê her kesî ye. Encax Sûriyeyeke nû li ser vê çêbibe."