Bayik: Kurd divê guh bidin Leyla Guven

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven û berxwedana ku ew pêşengiyê jê re dike lîstikên dewleta Tirk têk birin û got, divê her Kurd netîceyeke xurt ji daxuyaniyên wê yên xurt derxîne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik doh êvarê bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û bersiv da pirsan:

Bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan, li derve grevên birçîbûnê hene. Piştî berxwedana 79 rojan Leyla Guven hate berdan. Dewleta Tirk 12'ê Çileyê Mehmet Ocalan yekser bir Îmraliyê. Dewleta Tirk ji çi tirsiya ku xwest hem gelê Kurd bixapîne, hem jî bitepisîne? Bike ku gelê Kurd gavekê bi paş ve biavêje?

Di şexsê Leyla Guven de hemû çalakvanên greva birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, yên li Hewlêr, li Silêmaniye, yên li Strasboûrgê, yê li Gallerê, yê li Kanadayê, yên li Hollanda, yên li Elmanya, yên li Şengalê, yên li Rojava silav dikim, hurmetê xwe ji wan re diyar dikim. Bi rastî çalakiyeke dîrokî dikin. Çalakî her diçe mezin dibe, ne tenê li ser Kurdan li derve jî li ser gelên din jî, li ser hin parlamentan, dewletan, ragihandinan tesîrê dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku tê kirin, ne tenê gelê Kurd ji bo tevahiya însaniyetê ye, ji bo tevahiya hêzên demokrasiyê, azadiyê ye. Ez di çalakiya wan de serketinê dixwazim. Weke we anîn ziman, dewleta Tirk tecrîdê dike. Vê tecrîdê ne tenê li dijî Rêber Apo dike, di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê, gelan û însaniyetê dike. Çalakiya li dijî tecrîdê ku dibêjin 'em ê tecrîdê bikişînin, em ê faşîzmê têk bibin' bi rastî dîrokî ye. Her kes dibêje 'daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye', her kes dixwaze tecrîd bê rakirin ji ber ku her kes xwe di nava tecrîdê, zilmê, tinekirinê de dibîne. Ji ber vê yekê her kes dibêje lazim e tecrîd bi dawî bibe. Dewleta Tirkiyeyê, desthilatdariya AKP-MHP ji bo guhê xwe nede van daxwazan lîstikan dike. Di dîroka Osmaniyan de, di dîroka Tirkiyeyê de lîstik gelek in. Her kes bi vê zane. Hemû bi lîstikan, bi xapandinan, bi komployan, bi zextan netîceyê werdigire. Niha jî li dijî çalakiya tê kirin, daxwaza tê kirin lîstikan dikin ku wê çawa çalakiyê têk bibin. Vê esas werdigire. Lazim e dest ji vê berde. Ji ber ku ev lîstik êdî netîceyê nade. Her ku lîstikê dikin ev lîstik rastiya wan baştir derdixîne holê. Hemû lîstikên wan hem di nava civaka Kurd de hem di nava civaka navneteweyî de hîn bêhtir tên dîtin. Bi van lîstikan zerara mezin didin xwe. Ji ber ku rastiyên xwe bi gelek şeklan dixwestin veşêrin, lê belê ev lîstik êdî wan venaşêre, her diçe rastiya wan, faşîzma wan zêdetir eşkere dike. Destpêkê xwestin birayê Rêber Apo Mehmet biçe gel Rêber Apo. Di rojeke tatîlê de jî birin gel Rêber Apo, heman şevê xwestin ku parêzerên Leyla Guven bişînin gel Leyla Guven. Ji bo bêje, 'Bi Serok Apo re hevdîtin çêbûye, êdî lazim tu divê dest ji çalakiyê berde'. Lîstik li ser vî esasî bû. Dixwestin vê bi Leyla Guven bidin qebûlkirin. Eger Leyla Guven vê qebûl bike, dest ji çalakiyê berde, wê wextê dikarin êrîşî çalakvanên din ên li zindanê bikin, hinekan bikujin, bi vî rengî jî bi dawî bikin. Bi vî rengî xwe ji vê çalakiyê xelas bike. Ji ber ku çalakî her ku diçe tesîrê dike, rastiya wan derdixîne holê, wan tengav dike. Bi vê lîstikê re xwestin xwe ji vê tengaviyê derxînin ku bi karibin desthilatdariya xwe biparêzin, berdewam bikin. Lê belê Leyla Guven û hemû çalakvanan gotin, 'Ev nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye, lewma wê çalakiya me berdewam bike'. Lewma ew lîstika wan netîce neda, vala derket. Navenda Şerê Psîkolojîk ê Taybet ev lîstik dimeşand. Ji ber ku dewleta Tirk bi giranî li ser şerê taybet psîkolojîk dimeşe. Wê navendê vê carê jî taktîkeke wiha derxist holê, siyaseteke bi vî rengî kir. Hesaba wê kirin, çawa ku her daîm bi şerê taybet psîkolojîk netîcê werdigirin wê vê carê jî werbigirin. Lê belê netîce negirtin. Wergirtina netîceyê li aliyekî, rastiya wan bêhtir derket holê ku bi lîstikan dixwazin netîceyê werbigirin. Lîstik têk çû. Ji ber ku lîstik têk çû, çalakî xurtir bû, li zindanan, li derveyî welat. Di ragihandinê de jî her ku çû her kesî rastiya Erdogan-Bahçelî, rastiya desthilatdariya wan a faşîst baştir fêhm kirin. Li dijî wê daxuyaniyan didin, nêrîn, biryar û daxwazên xwe diyar dikin. Her ku diçe li qada navneteweyî meseleya Kurd baştir tê fêhmkirin. Çalakvanên ku çalakiyê dikin baştir tên fêhmkirin. Ji ber vê yekê gelek jî li gel çalakvanan cih digirin, daxwazên wan tînin ziman, dibêjin 'daxwazên me ne, lazim e Tirkiye van daxwazan derhal pêk bîne, tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bike'. Ji ber ku her diçe dikevin zor û zehmetiyê, tengav dibin, dikevin nava tehlûkeyê lîstikeke din kirin. Vê carê Leyla Guven berdan. Xwestin bi vî rengî çalakiya ku li zindanan, li derveyî zindanan, li dorberê Leyla Guven, çalakvanan têkoşîna ku bilind dibe bi vî rengî têk bibin. Xwestin gelê Kurd, gelên navneteweyî her kesî bixapînin. Bêjin 'Leyla Guven hate berdan, êdî ev çalakî ne lazim e'. Xwestin vê carê bi vî rengî netîceyê werbigirin. Ev jî lîstikek bû, dewamkirin û dubarekirina lîstikên berê bû. Leyla Guven jî hemû çalakvanan jî ev fêhm kir, yên ku piştgiriya vê çalakiyê dikin her kesî ew fêhm kirin. Ji ber vê yekê ev lîstik jî têk çû. Di vir de çi derdikeve; dewleta Tirk lazim e van lîstikan êdî dewam neke. Ji ber ku netîceyê nadin.

Hûn dibêjin, Leyla Guven, hemû çalakger û gelê Kurd êdî rastiya dewleta Tirk dizane û li gorî vê ykeê berxwedana xwe dewam kir?

Gelê Kurd rastiya dewleta Tirk ne îro fêhm kiriye, bi salan e li dijî vê dewletê disekine. Vê dewletê li ser Kurdan çi siyaset meşandiye, vê baş dizane. Yên ku nizanin li aliyê Tirkiyeyê ye, gelên Tirkiyeyê zêde nizane. Ya jî li qada navneteweyî zêde kes nizane. Bi van çalakiyan re, bi têkoşîna hate kirin, lîstikên ku dewleta Tirk lîst rastiya dewleta Tirkiyeyê, rastiya desthilatdariya Erdogan-Bahçelî hîn bêhtir hem bi gelê Tirkiyeyê dide fêhmkirin, hem jî li qada navneteweyî bi hêzên demokrasî, azadiyê dide fêhmkirn. Ji ber vê yekê her ku diçe her kes nerazîbûna xwe li dijî Erdogan-Bahçelî diyar dike, her ku diçe ev zêde dibe. Ev çi dide diyarkirin; her kes siyaseta ku Erdogan-Bahçelî li ser Kurdan dimeşîne zêdetir fêhm dikin. Lewma li gel Leyla Guven, li gel çalakvanên li zindanan li derveyî zindanan cih digirin, alîkariyê dikin. Xuya ye ev tevger her diçe wê mezintir bibe, alîkarî, piştgirî wê zêdetir bibe.

Li qada navneteweyî ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştgirî heye. Bi giştî ji bo şikandina tecrîdê berxwedaneke bêhempa heye. Gelê Kurd li dijî tecrîdê divê êdî stratejiya xwe, berxwedana xwe çawa diyar bike?

Yên ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo disekinin, bêhtir jin in. Yên ku pêşengiyê dikin di çalakiyê de jin in. Ev ne tenê îro ye. Wexta ku komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo hat krin yên herî zêde li dijî komployê sekinîn, yên ku alîkariya Rêber Apo kirin, yên ku xwedî li Rêber Apo derketin, xwestin ku Rêber Apo biparêzin, yên ku dixwestin ew siyaseta ku li ser Rêber Apo li dijî tevahiya Kurdan, însaniyetê tê meşandin asteng bikin bi giranî jin bûn. Tevahiya civaka Kurd li dijî tecrîdê disekine, lê pêşengiya wê timî jin dikin. Ev ruh dide tevahiya civakê, tevahiya jinên li derveyî Kurdistanê, dide hêzên demokrasî azadiyê. Mesela, keçeke Lubnan Rojbîn; dema ku Rêber Apo dîl hate girtin li dijî wê çalakî pêk anî. Ya ku xwedî li Rêber Apo derket jin bû, yeka Lubnan bû. Dîsa, wexta ku dewleta Tirkiyeyê êrîşeke mezin bir Kurdan, tevgerê, Rêber Apo, li Dersimê Zîlan li dijî wê sekinî bi çalakiya xwe. Bi çalakiya xwe xwest siyaseta ku tê meşandin bi her kesî bide naskirin. Çalakiyeke bi vî rengî xurt kir. Wekî din hevala Viyan ku keçeke ji Silêmaniyeyê bû li dijî komployê, tecrîdê sekinî, hem jî bi bedena xwe sekinî. Leyla Guven jî wan temsîl dike. Leyla Guven di axaftina xwe de bi xwe jî diyar kir, hem çalakiyên ku li zindana Amedê hatin kirin ku di wê çalakiyê de şehîdên mezin çêbûn, wek Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf, Ferhat, Alî Çîçek, hem li wê xwedî derket, ew xet dewam kir, hem jî xeta ku Rojbîn, Zîlan, Viyan ji bo xwe esas wergirtin, ew berdewam kir. Yanî hem li zindanan hem li derveyî zindanan têkoşîna ku ji bo azadî demokrasiyê tê kirin, ji bo xwe esas wergirt. Got, 'Di wê oxirê de ez bedela bê dayin didim ber çavên xwe, ez jê narevim'. Got, 'Deta demokrasî azadiyê bi şikandina tecrîda li ser Rêber Apo dikare bi pêş ve biçe, netîceyê bide'. Di daxuyaniya xwe de ev eşkere got. Got, 'Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neşikê, bi temamî ranebe, di şertên azadiyê de nejî, kar neke ez ê çalakiya xwe dewam bikim'. Çalakvanên din hemûyan, mesela Nasir Yagiz jî ew got. Yên li Strasboûrgê jî, Îmam jî, Yûsûf jî li Kanadayê ew gotin. Yên li Hollanda, Elmanya, yên li zindanên Amedê, zindanên Bakur, Tirkiyeyê hemûyan ew anîn ziman. Gotin, 'Ji bo me derve ya jî zindan ferq nake. Ji xwe li ser me tecrîd tê meşandin, yanî em hemû di zidanê dene. Heta ku em vê neşikînin em ê çalakiya xwe dewam bikin'. Eşkere ev gotin û xwestin ku her kes xwedî li vê derkeve. Leyla Guven piştî ku derket axaftineke pir xurt kir. Got, 'Ji bo me şerm e. Yanî Rêber Apo bi vî rengî di bin tecrîdê de bimîne. Di şexsê Rêber Apo de em hemû di tecrîdê de bimînin ev nayê qebûlkirin. Ev ji bo me şermeke mezin e'.

Got, 'Ez lêborîna xwe dixwazim ji ber ku me heta niha Rêber Apo azad nekirine'.

Rast e. Ji bo tevahiya Kurdan got, lazim e em ji vê şerm bikin. Ku mirovan şerm kir mirov dikare xwe ji şermê xelas bikin. Ji ber ku tişta mirov jê şerm neke, mirov zêde muhîm nabîne. Ji bo mirovekî, şoreşgerekî, gelekî ya jî ji bo tevgerekê ku ji tiştekî şerm kir dikare wê ji holê rake. Ji ber ku ew hesteke pir mezin e. Rêber Apo jî dema ku dest bi kar kir got, 'Rewşa ku ez tê de me, min qebûl nekir. Ne rewşeke ku mirov qebûl bike. Min ji vê şerm kir. Ji zeîfî, ji kêmasiyê xwe min şerm kir'. Ji ber ku şerm kir ew zeîfî ji nava xwe rakir, kesayetekî mezin di nava xwe de çêkir. Li Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têkoşîneke mezin afirand. Diyar e ku Leyla Guven jî ew baş fêhm kiriye. Ji ber wê got, 'Çawa dibe ku heta niha me tecrîd neşikand, me xwe ji nava tecrîdê, ji nava tinekirinê dernexist. Ev ji bo me, ji bo gelê Kurd şermeke mezin e'. Ji ber vê yekê ew anî ziman. Diyar e ku Leyla Guven siyaseta li ser Rêber Apo, li ser gelê Kurd di şexsê wan de li ser gelan tê meşandin, baş fêhm kiriye. Dijmin ji zeîfiyên me ji kêmasiyên me feydê dibîne ku vê siyaseta tinekirinê dimeşîne, me hesab nake. Ji ber wê divê em jî li dijî vê bisekinin. Em xwe ji vê şermê xelas bikin, xwe ji bin siyaseta tinekirinê xelas bikin. Ew anî ziman, ew bang kir. Ji ber vê yekê axaftina Leyla Guven axaftineke pir xurt e, lazim e her mirovekî Kurd ji wê axaftinê ji bo xwe netceyê derxîne. Mirov êdî nikare siyaseta Erdogan-Bahçelî li ser gelê Kurd dimeşîne tehemûl bike, qebûl bike û normal bibîne. Ji ber ku herroj Kurdan dikuje, herroj heqaretê dike, herroj dibêje 'ez ê tine bikim, ez ê te bikujim, ez ê dawiyê bînim'. Hemû zilmê dike, hemû heqaretê dike, hemû lîstikan dike, hemû çekan li ser Kurdan bi kar tîne. Ji bo Kurdan jiyaneke bi vî rengî heram e. Lazim e her Kurd vê baş fêhm bike. Ji ber vê yekê divê bibînin ku rewşa tê de ne rewşeke şermê ye. Wê çawa xwe ji şermê xelas bike? Lazim e vê ji bo xwe esas werbigire. Eger şerm kir dikare xwe ji nav derxîne, wê wextê dikare li dijî siyaseta faşîst, dagirker, tinekirinê bisekine. Wê wextê dikare xwe biparêze, bi nasname, ziman, çand, nirxên xwe bi azad bijî.