Bayik: MÎT bi hevkariya PDK'ê qetlîamê pêk tîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan erk û firsendeke mezin daye MÎT'ê û got, “MÎT jî bi agahiyên PDK'ê komkujiyê dike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser rojevê nirxandinên girîng kirin.

Bayik, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe û destnîşan kir ku AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û pergala xwe ya faşîst mayînde bike zextê li Abdullah Ocalan dike. Bayik bal kişande ser bandora meşa Gemlîkê ya rojên borî ya ji bo rakirina tecrîdê hat lidarxistin û got, dewleta Tirk xwest meşê asteng bike lê bi ser neket. Bayik, her wiha diyar kir ku meş tevî hemû zextan cesaret da her kesî û ragihand, bi vê meşê perdeya tirsê ya ku desthilatdariya AKP-MHP'ê çêkiribû jî hat hilweşandin.

Bayik, şehîd Zîlan ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiya fedayî lidar xistibû bi bîr anî û got, “Hevala Zîlan ji ber xeta ku Rêber Apo bi pêş xistiye baş fêm kiriye lewre ew xist jiyanê. Hevala Zîlan, êrîşên qirkirinê yên dewletê yên li dijî tevger, Rêber Apo û gelê Kurd baş fêm kiriye. Li ser wê yekê ku ew ê çawa li hemberî wan bisekine û peyamekê çawa bide gel û milîtanên tevgerê, lêhûrbûn kir û ev yek di pratîkê de bi cih anî. Ji ber wê şehîd Zîlan bi paratîka pêk anî bû pîvana vê tevgerê û gelan. Milîtanên vê tevgerê jî vê xeta fedaî esas digirin. Li Zap, Avaşîn û Metîna di asta herî jor de xeta fedaî ya hevala Zîlan daniye holê pêk tînin.”

Bayik bi bîr xist ku dewleta Tirk her roj êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dike û anî ziman ku PDK'ê di qetilkirina şehîd Ferhat Şiblî û hevalên wî de rola xwe hebûye. Bayik, destnîşan kir ku ger PDK'ê îstîxbarat nedaba, MÎT’ê nikarîbû komkujiyên bi vî rengî bike û got, “PDK û îstixbarata wê Parastin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û derveyî wê ji MÎT'ê re agahiyan kom dikin û îstîxbaratê didin wê, derbarê hevalan, bi taybetî hevalên rêveber, cih, mal û wesayîtên wan agahiyan kom dike û wan hemû agahiyan dide MÎT'ê. MÎT jî bi van agahiyan êrîş û komkujiyan pêk tîne. Eger PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê nekin, Tirkiye em berdin li Kelarê, li ti devera Başûrê Kurdistanê nikare yek gavê jî bavêje.”

Beşa yekem a hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya bi ANF’ê re pêk anî wiha ye:

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ti agahiyek ji Abdullah Ocalan nayê girtin, her tim cezayê dîsîplînê didin wî. Armanca AKP-MHP'ê bi vê tecrîdê çi ye? Bertekên li dijî tecrîdê jî didomin. Yek ji van bertekan jî meşa Gemlîkê bû. Hûn meşa Gemlîkê, helwesta gel û kiryarên li dijî tecrîdê çawa dinirxînin?

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Dewleta Tirk xwest pêşî li vê meşê bigire, lê bi ser neket. Ji ber vê yekê meşa Gemlîkê bandorek mezin kir. Bi vê boneyê her kesê ku tevlî vê meşê bûne û ked dane, silav dikim û rêzên xwe pêşkêş dikim. Perdeya tirsê ya ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di civakê de çêkiribû, bi vê meşê hat hilweşandin. Meşa Gemlîkê cesaret da her kesî. Piştî meşê hem nîqaşên erênî û hem jî nîqaşên xizmeta şerê psîkolojîk dikin hatin kirin. Lê ev hêz û bandora Rêber Apo nîşan dide. Ger Rêber Apo ewqas bibandor nebûya, nîqaşên wiha nedihatin kirin.

Sedemek heye ku tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe. AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomînin û pergala xwe ya faşîst mayînde bikin, tecrîdê didomînin. AKP-MHP zextê li Rêber Apo dike ku desthilatdariya xwe bidomîne û pergala xwe ya faşîst mayînde bikin. Rêbertî vê qebûl nake û li ber xwe dide. Dixwazin vîna Rêber Apo bişkînin. Ji ber vê yekê jî tecrîdê hîn zêdetir kûr dikin. Heqîqetek a Rêber Apo heye. Ji ber ku ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, dîl hat girtin. Hem dema Rêber Apo li derveyî welat bû û hem jî piştî dîl hate girtin, demokratîkbûna Tirkiyeyê û li ser vê bingehê çareseriya pirsgirêka Kurd esas girt. Rêber Apo xwedî li nirxên ku li Tirkiyeyê ji aliyê şoreşger, sosyalîst û hêzên demokratîk ve hatine afirandin derket, parast û berfireh kir.

RÊBER APO TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DIKE

Ger li Tirkiyeyê nirxên demokrasiyê hatin zindîkirin, rola Rêber Apo li vir gelekî mezin e. Rêber Apo dixwaze li Tirkiyeyê sîstemeke demokratîk pêş bixe. Di vê pergalê de dixwaze pirsgirêkên hemû gelan, gelên xwedî baweriyên cuda çareser bike. Ji ber vê yekê têkoşîn dike. AKP-MHP li dijî demokrasiyê ye û ji bo pergala xwe ya faşîst bidomîne hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar tîne. Astengiya herî mezin li pêşiya wan Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê li Îmraliyê şerê psîkolojîk tê meşandin. AKP-MHP dixwaze faşîzmê ferz bike û her kesê ku xizmeta wê nake bi temamî ji holê rake. Rêber Apo li dijî vê disekine û têkoşîna demokrasî û azadiyê dike. Li Îmraliyê şer li ser vî esasî tê meşandin. Şerê ku hikûmeta AKP-MHP’ê li dijî Kurdan, gelên Tirkiyeyê, sosyalîstan, hêzên demokrasî û azadiyê dimeşîne, li Îmraliyê destpê dike.

Gelê me ev yek baş fêm kiriye, sosyalîst û rewşenbîrên li Tirkiyeyê jî roj bi roj baştir tên fêmkirin. Dîsa gelên Tirkiyeyê her çiqasê hêdî be jî vê yekê fêm kirin. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Her kesê ku dibêje em li dijî AKP-MHP’ê ne, dixwazin li Tirkiyeyê pergala komara demokratîk ava bikin û pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin, divê li dijî tecrîdê bisekine. Îro pîvana demokrasî û azadiyê sekinandina li dijî tecrîdê ye. Ev yek ji bo ku dengê Rêber Apo bigihêje her kesî ye. Yê ku li dijî tecrîdê raneweste nikare bêje ez demokrat im, sosyalîst im, li dijî faşîzmê me û ez ê li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixim.

26. salvegera çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan a 30’ê Hezîrana 1996’an bû. Xeta fedayî ya di pêşengiya Şehîd Zîlan de pêş ket, di Tevgera Azadiyê de çawa tê pêkanîn? Divê fedaîbûn çawa were fêmkirin?

Rêber Apo li Kurdistanê tevgereke fedaî afirand. Ji ber ku ji bilî fedaîtiyê tiştek din nikare bibe bersiv ji bo tiştên ku li Kurdistanê hatine kirin. Nikare gelê Kurd ji mirinê vegerîne û vejîne. Ji ber vê yekê jî ji destpêka tevgerê heta niha têkoşîn li ser esasê fedaîtiyê hatiye pêşxistin. Milîtanên vê tevgerê û gelê Kurd her roj bi rengekî fedaî li berxwe didin. Hevala Zîlan ji ber xeta ku Rêber Apo pêş xistiye pir baş fêm kiribû lewma xiste jiyanê. Ji ber vê yekê Rêber Apo gelekî girîngî da hevala Zîlan. Ji ber ku hevala Zîlan xet baş fêm kir û li gorî vê jî çalakiya fedaî pêk anî. Êrîşên dewleta qirker ên li hemberî tevger, Rêber Apo û gelê Kurd gelekî baş fêm kir. Li ser wê yekê ku ew ê çawa li hemberî vê yekê bisekine, wê çi peyamê bide gel û milîtanên tevgerê lêhûrbûn kir û ev yek di pratîkê de bi cih anî. Ji ber vê yekê pratîka ku şehîd Zîlan pêş xist, ji bo vê tevgerê û gel bû pîvan. Milîtanên vê tevgerê jî vê xeta fedaî esas digirin. Li Zap, Avaşîn û Metîna xeta fedaîtiyê ya hevala Zîlan di asta herî jor de pêk tînin.

Ger em dixwazin xeta van têkoşeran fam bikin, divê em xeta Rêber Apo baş nas bikin. Ger xet baş were fêmkirin, têkoşîn li ser esasê fedaî pêş dikeve. Xeta fedaî ya Rêber Apo afirandiye car caran şaş tê fêmkirin. Têgihiştina ku ew ê li ser esasê fedaîtiyê biçe, çalakiyê bike û li wir bimire ne rast e. Rêber Apo li dijî felsefeya dewleta Tirk a dagirker ku li Kurdistanê pêşxistiye rawestiya. Felsefeya ku dijmin pêşxistiye, felsefeya mirinê ye. Ji ber tiştên ku li gelê me dihat kirin, mirovan digotin, 'Xwedê canê me bigire ku em xilas bibin'. Wate çareserî di mirinê de didîtin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di civaka me de felsefeya mirinê pêşxistibû. Rêber Apo li hemberî vê, felsefeya xwe ya jiyanê pêşxist. Bi vê felsefeyê li dijî dagirkerî û qirkirinê rawestiya. Vê felsefeyê gelê Kurd ji nav nivîna mirinê derxist.

Fedaîyek mezintir ji Rêber Apo tune. Ji ber ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelan feda kir. Ji bo demokrasî û azadiyê dijî. Ji bilî wê jiyaneke din najî. Jiyana ne azad û ne demokratîk li xwe û gelê xwe heram kiriye. Li ser vê bingehê têkoşîneke dîrokî pêşxistiye. Ji ber ku hevala Zîlan jî ew xet baş fêm kir, çalakiyeke fedaî kir. Ji ber vê yekê Zîlan îro jî dijî. Ya ku tevger, milîtan û gel zindî dihêle ev xeta berxwedanê ye.

Ji 17’ê Nîsana 2021’an û vir ve li Zap, Avaşîn û Metîna şerekî dijwar diqewime. Di şer de rewşa dawî çawa ye û hûn berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê çawa dinirxînin? Peyama we ji bo gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metîna şer dikin çi ye?

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin. AKP-MHP desthilatdariya şer e. Li Tirkiyê zagonek nenivîsandî heye, kî li dijî gelê kurd şer bike dikare bibe desthilatdar. Ji xeynî vê, ne mimkûn e. Eger hikûmeta bê di şerê li dijî gelê Kurd de serkeftî nebe, nikare li berxwe bide. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ji bo erka ku dane wan bi cih bîne hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar tîne. Ji ber ku ger nikaribe tevgera PKK’ê û gerîla ji holê rake, nikare jenosîdê jî temam bike. Wê demê nikarin li ser desthilatdariyê jî bimînin. Heta wê hesab ji wan bê pirsîn. Ew vê yekê baş dizanin. Lewma bi hemû derfetên xwe êrîşî Rêber Apo, PKK'ê, gerîla û Kurdê azad dikin. Bi vî rengî dixwazin pergala xwe ya faşîst bidomînin û Tirkiyeyê ji bo Kurdan, gelan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, hêzên sosyalîst û demokratîk bikin zindan.

Ji ber vê jî her cûre êrîşan dikin. Exlaq, qanûnên şer, destûr, hiqûqa navneteweyî avêtine aliyekî. Bi şev û roj dixebitin ku PKK û gelê Kurd tune bikin. Her wiha her kesê ku di vî warî de xizmeta wan neke jî weke xayîn îlan dikin. Siyaseteke wiha dimeşînin. Hemû teknîka ku NATO daye wan bi kar tînin. Ev ne bes e, çekên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîkî, bombeyên termobarîk bikar tînin. Bi şev û roj bê navber bi wana êrîş dikin û dixwazin bi vî awayî encamê bigirin. Ger ku rexmî bikaranîna wan hemû çekan jî tu kes dengê xwe dernexe, ew ne ji  hêza dewleta Tirk tê. Hin dewlet van çekan hemû ji bo berjewendiyên xwe didin dewleta Tirk û dewleta Tirk jî wan bi kar tîne. Her wiha soz dane dewleta Tirk ku dema van çekan bikar bînin dengê xwe dernexin. Dêwên Tirk ji ber ku destûrê distînin van çekan bêsînor bi kar tînin.

DEWLETA TIRK EXLAQA ŞER BINPÊ DIKE

Di çapemeniyê de hat diyarkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û teqîn pêk hatine. Lê kes nizane ev teqîn çi ne. Lê divê ev teqîn çima û çawa çêbûn jî ji gel re bên vegotin. Bombeyên ku dewleta Tirk bikar tîne bombeyên asayî nînin. Ew cihên ku lê diteqînin, şikeftan wêran dike û di şikeftê de çi hebe dikuje. Yanî dewleta Tirk li hemberî gerîla şerekî normal nake. Zagonên şer, exlaqê şer binpê dike. Dixwaze bi hemû çekên qedexekirî encamê bigire. Gerîla li hemberî van êrîşan bi awayeke qehremanî û fedaî li berxwe dide. Berxwedaneke dîrokî dike. Gerîla armanca dewleta Tirk dizane. Ji ber vê yekê bi canê xwe weke mertal li dijî dewleta Tirk û çekên kîmyewî şer dike. Çek û derfetên wan ên mezin nînin. Gerîla di şert û mercên zehmet de destanan dinivîse, derbe li dijmin dixe.

Dewleta Tirk a dagirker matmayî maye û nizane bê ka çi bike. Ji ber ku derbên mezin dixwe. Vê yekê ji gelên Tirkiyeyê û raya giştî vedişêre. Naxwazin kes lewaziya wan fam bike. Gelek leşker tên kuştin lê di çapemeniyê de xuya nake. Ji ber ku dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû hişyar kirin ku hûn van mirinan nenivîsînin. Ger kesek binivîsîne, wê ji holê bê rakirin. Tiştên li Zap, Metîna û Avaşînê diqewimin bi vî rengî vedişêrin. Bi vê minasebetê ez li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, fedaiyên Zap, Metîna û Avaşînê pîroz dikim û rêzên xwe pêşkêş dikim. Ne tenê ji bo gelê Kurd û PKK’ê, ji bo mirovahiyê jî têdikoşin, şehîd dibin. Hemû şehîdên gelê Kurd û mirovahiyê ne. Ez şehîdên vê têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew canê xwe didin, gelê Kurd û mirovahî jî nirxên wan diparêzin. Gel ji têkoşîna wan hêz digire. Ew leheng, ew fedaî roleke dîrokî ya wisa dilîzin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelek herêmên Mexmûr, Şengal û Başûr, her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ferhat Şiblî di êrîşa li ser Kelarê de şehîd bû. Gelo dewleta Tirk bêyî alîkariya îstixbaratê dikare van êrîşan pêk bîne? Kî piştgiriya dewleta Tirk dike? Bertekên aliyên siyasî yên Başûr û dewleta Iraqê li hember van êrîşan di çi astê de ye?

Ez Ferhat Şiblî û kesên li kêleka wî şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Ferhat Şiblî yek ji pêşengên Şoreşa Rojava ye. Li Rojava xizmeteke mezin ji gelê me re kir. Hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd derbas kir. Jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe feda kir. Li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Heger DAÎŞ’a ku ji bo mirovahiyê belayek mezin e ji holê rabû, an jî lewaz bû, di wir de hewce ye ku ked û têkoşîna heval Ferhat bê dîtin. Dema şehîd bû gelê me yê Rojava bi xurtî xwedî li şehîd Ferhat derket. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, xwedî li heval Ferhat derketin. Ev xizmeta wî ya ji bo wan gelan îsbat dike.

MÎT BI HEVKARIYA PDK’Ê KOMKUJIYÊ DIKE

Dewleta Tirk her roj êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dike. Bi awayekî vekirî dibêje, 'Yê ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, dijminê min e'. Ji ber ku dixwaze koka kurdan ji holê rake. Ji ber vê yekê her kesê ku ji bo Kurdan têdikoşe dike hedef. Hêza dewleta Tirk bi tenê xwe têr nake li navçeya Kelarê ya Silêmanî şehîd Ferhat û hevalên wî qetil bike. Ger PDK’ê, îstîxbarata PDK’ê û yên ku bi wan re hevkariyê dikin, MÎT’ê agahdar nekiribûna, MÎT’ê nikarîbû biçûya Kelarê û qetlîamek wiha bikira. Gelê me vê yekê baş dizane. Îstîxbarata PDK û PDK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li derveyê Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî ji MÎT'ê re kom dikin, îstîxbaratê didin, hevalên xwe bi taybetî berpirsyar, cih, mal, wesayîtan tesbît dikin û van agahiyan hemû didin MÎT'ê. MÎT jî bi van agahiyan êrîş û komkujiyan dike. Eger PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê neke, Tirkiye nikare li ti devera Başur, li Kelarê jî gavan bavêje. PDK’ê bi MÎT’ê re bi her awayî dixebite. Ji ber vê jî MÎT qetlîamên wiha dike.

Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Kurdan kar û derfetek mezin daye MÎT’ê. MÎT jî bi hevkariya PDK’ê van komkujiyan pêk tîne. Li Bakur jî hevkarên wan hene û bi rêya wan êrîşan pêk tînin. Helwesta dewleta Iraqê li ber çavan e. Li hemberî dewleta Tirk ti helwestê nagirin. Dewleta Tirk Başûr dagir dike, qereqolan ava dike, li her derê qetlîaman dike, lê ti deng ji dewleta Iraqê dernakeve. Ev tê wê wateyê ku şirîkên qetlîaman in, lewma dengê xwe nakin. Eger li hemberî qetlîamên dewleta Tirk ên li Başur û Iraqê bertek nîşan bidin, divê li hemberî vê yekê bisekinin. Lê ew bêdeng in. Wateya vê yekê ew e ku kiryarên dewleta Tirk rast dibînin. Bêguman gelê Iraqê û hin alî jî li dijî êrîşên dewleta Tirk in. Lê divê zextê li hikûmetên xwe jî bikin. Ger zextan bikin hikûmet nikare bi vî rengî bêdeng bimîne. Ji ber ku metirsiyên mezin li ser Iraqê jî hene.

JI BO BAŞÛR Û IRAQÊ XETERÎ MEZIN DIBE

Jixwe PDK’ê li Başûr bêdeng e, hikûmet jî bêdeng e. PDK’ê partiyên li Başûr xiste bin zextan. Hem dewleta Tirk hem jî PDK’ê zextê li partiyên Başûr dike ku li hemberî dagirkeriyê bêdeng bimînin. Her kesê ku dibêje 'Ez ji bo gelê Kurd, ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşim' divê li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest be. Di vê wateyê de divê zext li PDK’ê bê kirin. Wê demê wê rola xwe ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bilîzin. Hinek bi daxuyaniyan bertekên xwe nîşan didin, lê divê ev hîn xurtir bin. Eger bê gotin, 'Ev êrîş tenê li dijî PKK'ê ne', xwe xapandin e. Sedemên ku îro MÎT bi rêya PDK’ê qetlîaman dike hene. Ji ber ku li pêşiya armancên xwe astengiya herî mezin PKK’ê dibînin. Lê divê ev neyê wê wateyê ku ew ê bi PKK’ê re sînordar bin. Metirsiya li ser Başur û heta ji bo Iraqê jî her roj zêdetir dibe. Bi vê wesîleyê ez bang li aliyên Iraqî, gelê Iraqê û aliyên siyasî yên Başûr dikim; Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin. Ger îro li dijî dagirkeriyê bertek neyê nîşandan, wê sibe derbên mezintir bixwin.

MÎT’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çi kir, li Başûr jî heman tiştî dike. Welatparêzan, mirovên têkoşer tehdît dike, ji bo teslîmiyetê pereyan pêşkêş dike, sîxuriyê li ser ciwanan ferz dike. Ev karê MÎT’ê tê çi wateyê û divê civak li hember vê yekê çi bike?

Li dijî tevgera me, li dijî gelê me êrîşên qirkirinê tên meşandin. Di vê polîtîkayê de dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê roleke mezin daye MÎT’ê. MÎT polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. MÎT navendeke taybet a şerê psîkolojîk e. MÎT bi taybet şerê psîkolojîk dimeşîne. Her wiha li ser esasê şerê taybet ê psîkolojîk komkujiyên fizîkî pêk tîne. Li Bakur, Rojava, Başûr û Ewropayê vê yekê dike. Van komkujiyan. Ji ber ku MÎT'ê roleke wiha girtiye ser xwe, dewletê gelek derfet dide wan. MÎT jî bi van derfetan komkujiyan dike. MÎT xwedî teknîkeke bi hêz e û ew ji vê yekê sûd werdigire.

Hevkarê MÎT'ê yê herî mezin Barzanî ye. Her kes vê yekê dizane. Heger Barzanî bi MÎT’ê re hevkarî nekira, îro rewşa gelê Kurd gelek çêtir bû. Ji ber ku Kurd bi derfetên di destê xwe de dikarin li Rojhilata Navîn jiyaneke xurt bimeşînin. PDK’ê û Barzanî rê li ber vê yekê digirin. Ji dewleta Tirk re xizmetê dikin. Lewma civaka Kurd roj bi roj rûyê wan ê rast dibîne. Çawa ku dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere bû, Barzanî û PDK’ê jî eşkere bûn. MÎT telefonê bi kar tîne. Li ser vê bingehê tîmek ava kirine. Beşek ji wê tîmê li Bakur, hinek li Başûr û hinek jî li Rojava radiwestin. Bi vî awayî dixebitin. Zagon, maf û exlaq bin pê kirine.

MIROVATÎ Û NAMÛSA KURD A WELATPARÊZ DIVÊ BI PEREYAN NEYÊ GUHERANDIN

Bi taybetî li ser telefonan xwe digihînin mirovên welatparêz. Bi yên şehîdan re, yên têdikoşin, yên kedkar, yanî li dijî dewleta Tirk têdikoşin xwe digihînin wan. Derfet çêdikin bi helwstên nermokî dibêjin ‘em ê pere bidin, em ê ji we re kar peyda bikin, eger hûn sûcdar bin em ê wê ji holê rakin, tu pirsgirêka me bi kurdan re tune, em li dijî PKK’ê ne, ger em PKK'ê tasfiye bikin hûn ê rehet bikin, wê demê em ê pirsgirêka Kurd jî çareser bikin.’ Dixwazin serê her kesî tevlihev bikin. Yanî dixwazin peyama ku em dostê kurdan in û dijminê PKK’ê ne bidin. Bi vî rengî armanc dikin ku gel ji PKK'ê dûr bixin. Kesên ku xizmeta wan nakin, bi kuştinê tehdît dikin û hinekan ji wan dikujin. Dibêjin 'Eger hûn li hemberî PKK'ê û gerîlayên ku xizmeta wan dikin ranebin em ê we jî tasfiye bikin'. Bi malbatên xwe re diaxivin, gefan dixwin, dibêjin 'xizmên xwe bînin, eger hûn ne neynîn em ê we jî bikujin'. Ger dixebitin, ji kar tên avêtin, tên girtin. Her tim zextan dikin. Şerekî psîkolojîk ê wiha yê taybet dimeşînin. Armanca wan ew e ku serê gel tevlihev bikin, ji tevgerê dûr bixin û li dijî gelê Kurd bikar bînin.

Kesê ku dibêje ez Kurd im, welatparêz im, demokrat im, sosyalîst im, li dijî faşîzmê me û naxwazim ji nirxên mirovatiyê dûr bibim, dema MÎT li wan bigere, divê ligel wan nekeve nîqaşê. Divê li hemberî wan gotinên tund jî hebin û telefonê li ser wan bigirin. Divê dost û cîranên xwe li hember MÎT’ê hişyar bikin. Divê bibêjin MÎT tiştekî wiha dike û divê her kes hay ji vê yekê hebe. MÎT her kesî dixapîne. Ne tenê dixapîne, di heman demê de dibe sedema tiştên pir xerab jî. Divê gelê me di bin bandora wan de nebe û daxwazên wan qebûl neke. MÎT jî dikare gelek derfetên aborî bide, mirovatî û namûsa Kurd a welatparêz, birûmet divê bi pereyan neyê guherandin. Ji ber vê yekê jî ev şerê ku MÎT’ê dimeşîne parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye. Bi vî rengî dixwaze tevgerê ji holê rake û qirkirina Kurdan pêk bîne. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizane, li dijî MÎT’ê xwe bi rêxistin bike, her kesî li dora xwe bi rêxistin bike. Ger her kes bi cesaret û îrade li hember MÎT’ê rabe, MÎT nikare hevkaran bibîne, sîxuriyê ferz bike, qetlîaman bike.