Bayik: Berxwedana greva birçîbûnê hêrsa Kurdan derxist holê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, çalakgerên greva birçîbûnê hevrêyên rast ên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne û got, berxwedana greva birçîbûnê hêrsa gelê Kurd derxist holê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiva da pirsên rojnameya Ronahî.

Xeta berxwedanê ya kobanê ku sala 2014’an destpê kirî, sala 2019’an bi têkbirina DAÎŞ’ê encam bû. Serkeftina vê xetê di serî de gelên Sûriyê, bandoreke çawa li pêşeroja gelên herêmê kir?

Li hemberî DAÎŞ’ê berxwedana fedaî ya destpêkê li Şengalê destpê kir. Destpêkê cîhanê di berxwedana gerîla ya li Şengalê de dît ku gerîla hêzeke fadaî ye. Li Şengalê berxwedana yekemîn, gerîlayên HPG’ê raber kir. Paşê jî YPG-YPJ çû alîkariyê. Korîdoreke bi ewle vekir, Êzîdî derbasî Rojava kirin û pêşî li komkujiyê girtin. Bû sedem ku sempatiya tevhiya cîhanê hem ji bo HPG, hem jî ji bo YPG’ê çêbe. Ev nirxê moral a berxwedana Şengalê afirandî û piştgiriya gelên cîhanê gelek girîng e. Ji vê hêlê ve di serkeftina Kobanê de bangoreke girîng a berxwedana Şengalê çêbûye. Divê ev ti carî neyê jibîrkirin.

Li Şengalê xeta berxwedanê hate raberkirin. Tevgera Azadiyê, Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin û ev jî ji bo Tevgera Azadiyê û şoreşa Rojava bû rûmeteke mezin. DAÎŞ’ê li şengalê ji hêla îdeolojî û siyasî ve têkçûna xwe ya destpêkê girt. Hate fêrbûn ku xeta şoreşa Rojava xeta demokratîk a ji bo hemû nasname û baweriyan azadiyê tîne. Tevahiya cîhanê dît ka ev xet li hemberî dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê çawa li ber xwe dide. Di dîroka cîhanê de berxwedanên ku sempatî û piştgiriya her kesî girtî kêm in. Lewre berxwedana Kobanê, weke berxwedana Stanlîngrad a di şerê cîhanê yê duyemîn de kolan bi kolan, mal bi mal, li ber xwe dayî hate nirxandin. 
Lewre hêzên DYA û Koalîsyonê nekarîn berxwedana Kobanê ji nedîtnê ve bên. Heta xwestin ji vê sempatiya gelên cîhanê sûdê wergirin. Belkî jî cara yekem fersend ket destê wan ku li pêşberî gelên cîhanê bikevin nav helwesteke erênî. Ji van nirxên manewî, ji xwe re par wergirtin. Li aliyê din ji bilî YPG-YPJ’ê ti hêzî nedikarî xwe li ber DAÎŞ’ê ragire. Lewre hêzên koalîsyonê yên ku nedizanîn ka wê li hemberî DAÎŞ’ê çi bikin, bûn xwedî polîtîkayeke zelal û encamgir. 

Divê binê vê mijarê bê xêzkirin ku tişta rê li ber têkçûna DAÎŞ’ê vekirî feraseta Rêber APO ya civaka azadîxwaz û neteweya demokratîk e. DAÎŞ li hemberî vê xetê têk çû. DAÎŞ, di rastiya xwe de ne bi çekê; bi hêza moral a xeta bîrdoziya xwe, kî derdiket pêş, diperçiqand derbas dibû. Lê belê dema hêzeke ku qadên ew îstîsmar dike, bi projeyeke çareseriyê derkete holê, hêzeke ku li gorî guncaviya xislet û çanda gelên Rojhilata Navîn xeteke civaka demokratîk danî holê. DAÎŞ weke ku ruh jê vekişa be, hêza wê qediya û pûç bû. Bi gotina ku rojavayî (Ewropa) fêm bikin, em bibêjin, ‘aşil ji pehniya xwe derb xwar’. Hêza çekdar a DAÎŞ’ê ku li Sûriyê hatî rêxistinkirin bi vî awayî hate tasfiyekirin. Bêguman balafirên koalîsyonê jî di nav vî şerî de cih girtin. Heke ku hêz, berxwedan û feraseta neteweya demokratîk a gel anîn cem hev tinebûya, wê bomberdimana balafiran ti encam negirta. Sedema ku rayedarên gelek dewlet û hêzên siyasî ji hêzên QSD’ê re spas kirî, ev sedem bû. 

Bi hêza vê xeta îdeolojîk-siyasî têkbirina DAÎŞ’ê wê gelek bandor li pêşeroja Sûriyê ya siyasî û civakî bike. Sûriye neçar e bibe xwedî xisleteke ku civakên etnîk û baweriyan bi azad û demokratîk bijîn. Kî çi bide ferzkirin bila bide, nêzikatiyeke derveyî vê, neçareserî ye. Gelên Sûriyeyê dîtiye ku dikarin bi hev re bi biratî bijîn. Ne olperestî, neteweperestî û mezhebgerî, ancax feraseta neteweya demokratîk aramiyê bîne. Hatiye dîtin ku Kurd, hîmê bingehîn ê Sûriyeya demokratîk in. Lewre hatiye dîtin ku pêkanînan xweseriya demokratîk a ji bo hemû gel, nasname û herêman wê yekîtiya Sûriyê xurtir bike. xeta jiyana siyasal, civakî, aborî û çandî ya ku DAÎŞ têk birî, ev rastî daniye holê. Gelên Bakurê Sûriyê bi xeta vê feraseta neteweya demokratîk bi feraseta siyasî û civakî wê bixwaze ku ji nû ve sazûmanî pêk bê. 

Li Bakurê Sûriyê, xeta siyasî û bîrdozî ya li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketî, wê bandor li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Wê ev xeta ku li bakurê sûriyê pêk hatî û li tevahiya Rojhilata Navîn bi baldarî tê şopandin, diyar bike. Lewre li Rojhilata Navîn pirsgirêkên bûyî girêkor hene. Yekane projeya çareserkirina van pirsgirêkan, ya Rêber APO ye. Hişmendî û projeyeke ne hêzên derveyî, ne jî ya welatên herêmî heye ku çareseriyeke mayînde pêk bîne. Ji vê hêlê ve xeta Rêber APO bê reqabet e. Bêguman hişmendî û projeyên ku hêzên derve û welatên herêmî jî hene. Ev polîtîkayên wan weke êşbirên ku tu bidî nexweşekî giran wêdetir ti bandora wan nîne û çareseriyên demborî ne. Rêber APO, hemû şîfreyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên 5 hezar salan dahûrandine. Çavkaniyên dîrokî, demkî û rojane jî, riyên wê yên çareseriyê jî raber kirine. Rêber APO pisporê Rojhilata Navîn e. Hûn dikarin ji vê re bibêjin bijîşkê îdeolojîk-polîtîk ê Rojhilata Navîn jî.

Gelên herêmê dîtiye ku ne hêzên otorîter ên weke DAÎŞ’ê ku pirsgirêkên olî û civakî îstîsmar dike, ne jî hêzên derveyî nikarin pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Çareserî gelên Rojhilata Navîn bi xwe ye. li derveyî neteweya demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk wêdetir ne gengaz e ku ji pirsgirêkan re çareserî bê dîtin. Tenê yek kesê ku aştî û aramiyê dixwaze nikare li dijî nêrînên Rêber APO derkeve. Rêber APO, seranser kesayetiyekî ji Rojhilata Navîn e. Lêhûrbûnên wî hê di destpêkê de li ser çareserkirina pirsgirêkên Rojhlata Navîn e. Rastiya pirsgirêka Kurd a herêmî û navneteweyî ya Rêber APO hiştiye ku bikeve nava ponijîneke wiha berfireh; vê jî hişmendî, îdeolojî, polîtîka û projeya bi bingeh a daniye holê. Li Rojava qismek be jî pêkanîna vê xetê, encamên girîng derxistine holê. Di serdema ragihandin û teknoloşîk de ev rastî ji hêla hemû gelên Rojhilata Navîn ve tê dîtin. Yên ku ji pirsgirêka Rojhilata Navîn re çareseriyê digerin, wê li dahûrandin û nirxandinên Rêber APO yên li ser Rojhilata Navîn binêrin.

Li gorî hevsengiyên nû, wê pêşeroja faşîzma AKP’ê çawa be? Gelo hê jî di kozika ku li ser benê DYA û Rûsyayê cambaziyê dike de ye?

Ji hêla gelên Bakurê Sûriyeyê ve têkbirina DAÎŞ’ê, hemû hesabên AKP’ê yên ji bo Rojhilata Navîn vala derxistine. Nexasim jî sazkirina pergaleke hevpar a Kurd, Ereb û Sûryaniyan, tevgerîna desthilatdariya AKP-MHP’ê teng kiriye, argumanên wê bêbandor kirine. Êdî kes bi gotina wan a ji bo şoreşgerên ku li bakurê Sûriyeyê DAÎŞ têk bîrî, dibêje ‘terorîst’ naxape û guh nade wan. Her kes baş dibîne ku ev gotina wan, ji bo dijberiya wan a Kurdan e. Lewma dema DYA’yê gotî em ê vekişin, gelek derdorên ku DYA bi xwe jî tê de, gelek hêzên demokratîk û siyasî yên cîhanê fikarên xwe yên li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê anîn ziman. Ev di rastiya xwe de helwesteke li hembetî polîtîkayên Tirkiyeyê derket holê. Her kes ji ber kiryarên wan ên li Efrînê baş dizane ku armanca sereke ya dewleta Tirk, Kurd in. Ev rewş di polîtîkaya êrîşkar a AKP’ê de lawaztiyê diafirîne. Dibetiya serkeftineke ku li hemberî AKP’ê berxwedan bê raberkirin, zêde dike. Bakurê Sûriyeyê, ji bo faşîzma AKP-MHP’ê çiravek e û qadeke ku ji bo wê bibe destpêka dawiyê ye. 

DYA, naxwaze bi mitefikê xwe Tirkiyeyê re bê pêşberî hev. Polîtîkayeke ku van fikarên wê li ber çav bigire dimeşîne; lê belê dibîne ku li Sûriyê xwe dide ferzkirin û ev jî dibe ku polîtîkayên DYA’yê vala derxe, heta berovajî bizivirîne. Tirikiye welatekî NATO’yê ye. Lewre weke li Idlibê kirî, dîsa Tirkiyeyê diparzêze; polîtîkaya ku bi wê re kar bike dimeşîne. Lê belê polîtîkayên Tirkiyeyê yên înkara Kurdan ji hêla DYA’yê ve pirsgirêkan derdixe holê. Lewre bi fikar e ku polîtîkaya AKP’ê ya li rojava her tiştî serobino bike. Gelek baş dizane ku ne Kurd ne jî gelên Bakurê Sûriyeyê naxwazin Tirkiye li welêt bi bandor bibe. Ne pêkan e ku DYA jî Tirkiyeyê li van gelan bide qebûlkirin. Desthiladariya AKP-MHP’ê ya li Bakurê Kurdistanê dijminatiya Kurdan dike li her derê dijminê Kurdan e. 

Tirkiye, hem dixwaze li ser werîsê DYA’yê bilîze, hem jî yê Rûsyayê. Lê belê ev cambazî li devereke weke Sûriyê ku tevahiya gel eleqedar dike, zêde kêr nayê. Bêguman hem DYA, hem jî Rûsya dixwaze Tirkiyeyê weke koz bikar bîne û hem li Kurdan, hem jî li gelên Bakurê Sûriyê polîtîkayên xwe bide pejirandin. Kurd vê dibînin. Lê belê hem di ferqa hêza xwe bi xwe de ne, hem jî ya gelê Bakurê Sûriyê de ne. Ev vîn, ne vîneke ku ji nedîtinê ve bê dîtin û li derve bê hiştine. 2 hezarên wê Ereb, herî kêm 10 hezar şehîd dane; du car li vê hejmarê birîndar bûne. Her kes nikare çi bixwaze li hêzeke wiha bide kirin. Lewre daxwaza Tirkiyeyê ku dixwaze hem DYA’yê hem jî Rûsyayê bikar bîne, pêk nayê. DYA û Rûsya jî dizanin ku Tirkiye nikare ji NATO’yê dekeve. Her du jî polîtîkayên xwe li ser vê saz dikin. Tirkiye tenê hêzeke tê bikaranîn e. Rûsya ti car naxwaze ku Tirkiye di polîtîkayê de bibe xwedî roleke bi bandor. Rojavayê Firatê rastiya Tirkiyeyê nîşanî wan da. Li rojhilatê Firatê, tawîzeke ku Tirkiye bide Rûsyayê jî nîne. Êdî tişteke Rûsyayê ya bide Tirkiyeyê jî nemaye. Tirkiye di rastiya xwe de bûye şûngirê polîtîkayên DYA’yê û dixwaze bi vî awayî tştekî bi dest bixe. Niha ev polîtîka tê meşandin; lê belê polîtîkaya niha ya polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê zêde derfet nade şûngiriyeke bi vî awayî. Lewre her polîtîkaya Sûriyê ya ku Tirkiye di nav de be tê wateya şer û pevçûnan; rewşeke wiha tê wateya pêvajoyeke nû ya kaosê li Sûriyeyê. Li Sûriyeyê kî polîtîkya çi bimeşîne, heke bê Tirkiyeyê bimeşîne wê encam bigire. Nêzîkatî û gavên ku ferzkirinên AKP-MHP’ê qebûl bike yan jî gavên ku berdilê Tirkiyeyê xweş biek bavêje, wê prisgirêkên li Sûriê girantgir bike. ji vê hêlê ve li Sûriyê wê rewşeke polîtîk a ku Tirkiye di nav de cih negire gav bi gav bê sazkirin.

Faşîzma Tirk 8 sal in li dijî hebûna gelê Kurd bi hêzên navneteweyî re bazariyê dike. Di encma vê bazariya faşîzma Tirk de Efrîn hat dagirkirin. Niha jî berê xwe dide herêmên din ên Bakur-Rojavayê Sûriyê. Şensê wê yê ku vê bazariyê bigihîne encamê çiqas e gelo? Heke hebe wê çawa bibe? Tinebe çima nîn e? Wê çi bandor li vê bazariya Tirkiyeyê bike?

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP, weke Efrînê dixwaze rojhilatê Firatê jî dagir bike. Lewre şoreşa demokratîk û sîstema rojavayê Firatê, dawiya pergala faşîst û qirker dianî. Li Tirkiyeyek demokratîk bûyî polîtîkya ku îro li ser Kurdan tê meşandin, nikare bê kirin. Ji bo ku Tirkiye hem dijminê Kurdan, hem jî yê demokrasiyê ye, rojhilatê Firatê dike armanca êrîşên xwe. Ne tenê rojhilatê Firatê armanc digire; naxwaze Sûriye jî demokratîk bibe. Lewre li Sûriyeya demokratîk bûyî, wê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lewre bi DYA û Rûsyayê re ketiye nav têkiliyê û dixwaze vê pêşketina demokratîk ji holê rake. Hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêş dike dixe bazarê ji bo vê. Lê belê ne hêsan e ku bi bazariyê bikeve Bakurê Sûriyê. Lewre wê derê sistema gelan a demokratîk a hêzên xweparastinê hene. Li Efrînê hevsengî cuda bûn. Efrîn herêmeke dorpêçkirî û teng bû. li milê din xeletiya hêzên siyasî û leşkerî yên Efrînê hebû; amadekariyên xwe tenê ji bo êrîşên çeteyan kiribûn. Hatiye fikirîn ku Tirkiye bikevê jî wê bi sînor bikevê. Niha gelên Bakurê Sûriyê û hêzên xweparastinê ji Efrînê tecrûbe derxistine. Bi awayê ku her cure bazariyê vala derxin wê li ber xwe bidin. Ji vê hêlê ve bazariyên bên kirn wê li ser mese bimînin.

Tê dîtin ku hêzên destûr dayî dagirkeriya Tiriyê ya li Efrînê, ne xwedî heman helwestê ne ku Tirkiye bikeve Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Ev helwesta navneteweyî xwe dispêre çi?

Bêguman sedemên wê hene ku helwestên li hemberî Efrînê û yên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyê cuda bin, hene. Ya yekemîn, li bakurê Sûriyê pergaleke ku tevahiya cîhanê rewa dibîne heye. Her çiqas neyê naskirin jî, rastiya şênber wisa ye. Li milê din, hêzên xweparastinê yên vê herêmê\ DAÎŞ têk birin. Her çiqas DYA hêzeke kapîtalîst-emperyalîst û berjewendîparêz be jî, di bin zextên gel û derdorên demokratîk ên cîhanê de ketiye bin berpirsyariyeke exlaqî. Heke ku destûr bide ku Tirkiye bikevê, dizane ku wê gelek tiştan winda bike. Di rewşeke wiha de berxwedana li hemberî Tirkiyeyê û berteka gelan, wê arasteyî DYA û Tirkiyeyê bibe. Bi kurtasî mezinbûna berxwedana ku li Bakurê Sûriyê bê raberkirin û rastiya xwedîderketina gelên cîhanê ya li vê berxwedanê, wê hêzên ku destûr dayî dagirkirina Efrînê û ev dagirkirin ji nedîtinê ve hatî wê vê carê nehêle ku bibin hevparê dagirkeriya Tirkiyeyê. Li milê din kî li Bakurê Sûriyê rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê veke, wê ew jî bi Tirkiyeyê re neçarî windakirinê bin. Lewre ji helwesta xwe ya di dema dagirkeriya Efrînê de, di nav helwesteke cuda de ne. Lê belê ev hêz, dema berjewendiyên wan mijara gotinê bin, pîvanên exlaqî-wijdanî li ber çavan nagirin. Di çarçoveya berjewendiyên wiha de tevdigerin. Lewre divê gel li gorî her cure neyînî û dibetiyan amadekariyên xwe bikin; di dibetiyeke dagirkeriyê de, divê Bakurê Sûriyeyê ji bo wan bikin çiraveke ku bibe sedema têkçûna wan. 

QSD’ê eşkere kir ku aramanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ye. weke tê zanîn rojhilat û rojavayê Firatê her du hegemonên cîhanê DYA û Rûsyayê di nav xwe de parve kirine. Di nava hevsengiya van hêzan de, şensê ku derbasî Bakur-Rojavayê Sûriyê be û Efrînê rizgar bike çiqas e?

Hebûna QSD’ê jixwe sekna têkoşînkirina li Efrînê ye. di nava QSD’ê de gelek şervanên Efrînî hene. Efrînî bi teqez wê ji bo xaka xwe şer bikin. Bêguman wê QSD di rizgarkirina Efrînê de cih bigire. Wê ev çawa bibe em nizanin; jixwe niha ne tenê li Efrîn, rojavayê Firatê di bin dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê de ye. Lewre wê Efrînî bi hêzên demokratîk ên Ereb û gelê Ereb re di nav pêngava rizgarkirina rojavayê firatê de jî cih bigirin. Ereb, divê li herêmên xwe bi Kurdan re di nav tevkarî, têkilî û piştgiriya du alî de bin û li hemberî dagirkeriyê di nava têkoşînê de bin. Niha Hêzên Rizgariya Efrînê ava bûye û têkoşîna vê dike. Beriya wê hêzên din jî hebûn. Divê têkoşîna Efrînê bê navber bidome. Berdêla wê çi be bila bibe, divê Efrînê ji dagirker û komkujeran re neyê hiştin. Divê hemû ciwanên Efrînê bibin fedaî. Divê xaka xwe ya bihişt ji ti kesî re nehêlin. Divê ev rojeva yekane ya ciwan, jin û hemû Efrîniyan be. Ev têkoşîna rizgarkirina Efrînê ye. Niha heram e ku Efrînî tişteke din bifikirin. Bêguman niha li penaberî û sirgunê dijîn. Lê belê bidestxistina azadiyê hêsan pêk nayê. Dijminên Kurdan zalim in. Wê demê divê ciwan jî bibin fedaîyên ku wê zalimtiyê têk bibin. 

Ti hevsengiya hêzan nikare têkoşîn û rizgariya Efrînê asteng bike. Dema ku hêzên rewa û mafdar têkoşîn meşandin, teqez wê bi ser bikevin. Em nikarin dagirkerina Efrînê qebûl bikin. Rojeke wê jî ji bo hemû Kurdan êş û janeke mezin e. Pirsgirêka QSD’ê yan jî ya kesên dixwazin derbasî Efrînê bibin û têbikoşîn, astengî nîne, divê nebe jî. Di bin fermandariya Rêber APO de gerîla, li herêmên ku qet nizanin bi kîlometreyan meşiyane û ketine wê qad û herêmê. Xwe li zinar û dar û daristanan girtin; birçî man, têhn man lê belê têkoşîn pêş xisitin. Bi vî awayî heta çiyayên Serhed, Dersim, Nûrhaqê, Derayaya Reş û her deverê çûn. Dema gerîla destpêkê çûyî van herêman, bejahî nedizanî, têkiliyên bi gel re jî bi sînor bûn; lê bi têkoşînê, bi bedeldayînê, hem têkiliyên bi gel re hatine pêşxistin, hem jî serwerî li ser bejahiyê hatiye çêkirin. 
Têkoşîna rizgariya Efrînê wê QSD’ê bide, yan jî pêkhateyeke nû ya leşkerî bide; êdî ew girêdayî şert û mercên wê derê ne. Divê dewlemendiya rê, rêbaz û navgînan hebe. Lê divê teqez demildest bêyî ku derengî bikeve têkoşîn bê pêşxistin. Efrîn bûye mijareke namûs û rûmeta neteweyî. Divê ti hincet û astengî li pêşiya têkoşîna rizgariya Efrînê neyê nîşandin. Tevahiya gelê Kurdisatanê li bendê ye ku têkoşîna rizgarkirina Efrînê destpê bike û bê rizgarkirin. Guhdarkirina hêzên derve nexweşiyeke siyasî ye. Fitneyeke ku xistî nava hêzên şoreşger e. Kesên ku ewqas guh didin filan û bêvan hêzên derve, nikarin têkoşîna azadiyê pêş bixin. Ev ne şêwaza Rêbertiyê ye, ne jî nêzikatiya Tevgera me ye. Ev weke kurmê darê ye ku tevgera azadiyê lawaz dike. Hevsengiyên hêzan, têkoşînê naafirîne, serkeftinê pêk nayne; têkoşîn bi sûdwergirtina ji hevsengiyan pêk tê.

Serokê rejîma Sûriyeyê çend roj berê niha, nexasim jî piştî daxuyaniyên ku Erdogan di derbarê hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re kirî şûnde, hêzên QSD’ê û rêveberiya bakur-rojavayê Sûriyê bi awayekî sergirtî weke sixurê Emerîkayê pênase kir û gef lê xwar. Gelo çiqas derfetên ku bi rejîmeke wiha re lihevkirin çêbe heye? Kurd û tevahiya pêkhateyên Bakur-Rojavayê Sûriyeyê ji bo derbaskirina vê hişmendiya dabeşkar dikare ji hêla siyasî û dîplomatîk de çi bike?

Serê serokdewleta Sûriyê ji hinek hêla ve tevlîhev e; ji aliyekê ve dibêje ka Tayîp û desthilatdariya AKP’ê çiqas zerer daye  Sûriyeyê û dixwaze Tirkiye ji Sûriyê dekeve. Ji aliyê din ve bi nirxandinên di derbarê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê de nirxandinê bê eleqe dike û dikeve rewşeke mîna ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Her kes jî baş dizane ku Kurd û gelên Bakurê Sûriyê heke li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê li ber xwe nedabûna, desthilatdariya Sûriyê ya niha nikariya li ser piyan bima. Heke bakurê sûriyê biketa destê van hêzan wê Sûriye biketa. Li ser piya mayîna Sûriyê rolê kontrolkirina Bakurê Sûriyê yê Kurd, Sûryanî û Ereban diyarker e. Yê ku vê nebîne wê bikeve înkargeriyê. Li şûna ku pergala demokratîk ya li Bakurê Sûriyê û sekna siyasal ji bo yekîtiya Sûriyê weke zemîneke pir girîng bibîne, bi sûcdariyên neheq û  ne di cih de dijberkirin, ne ji bo berjewendiya gelên Sûriyeyê ye. Gotina ‘sîxurê DYA’yê’ berovajîkirina rastiyê ye. Gotinên wiha feraseta hegemonîk û nêzikatiyeke serdestiyê ye. Bi vî awayî nirxandina gel, civak û pêşengên wê, xetitandina zemîna bihevrejiyan û lihevkirinê ye. Divê rayedarên deweleta Sûriyê vî zimanî bikar neynin. 

Heta ku mijara ka DYA çawa hate Sûriyeyê û tevlî qeyranê bû, bi awayekî objektîf neyê nirxandin, wê encamên rast jî jê neyên derxistin û çareseriyeke rast jî nayê pêşxistin. Di demeke ku rejîma Sûriyê serwerî ji dest dayî, çeteyên weke DAÎŞ û El Nûsra bi bandor bûyî, DYA midaxilê şerê li Sûriyê bû. Di vê heyamê de ev çete ne tenê Sûriyê, di serî de li Ewropa, li tevahiya cîhanê bê serûber kesên sivîl qetil dikirin. Bi gelek bombekirinan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Sûriye jî bû navenda êrîşên bi vî awayî. Li hemberî vê rewşê ne tenê DYA, koalîsyoneke ku 40 welat di nav de cih digirt hat avakirin. Di vê demê de jî yê ku li yê ku li hemberî DAÎŞ’ê bi fedaiyane şer kirî Kurd bûn. Yên ku bi Kurdan re di nav tifaqê de Asûrî-Sûryanî û Ereb in. Bi vî awayî bi hêzên koalîsyonê re hevpariyeke têkoşînê hat avakirin. Heke bi zanabûna vê rastiyê tevbigerin, wiha nêzî Kurd û gelên bakurê sûriyê bibin, wê demê desthilatdariya Sûriyê wê karibe çareseriye demokratîk ji pirsgirêkan re bibîne. 

Heke rejîma heyî rast nêz bibe bêguman wê lihevkirin çêbe. Xala hevpar, di nav yekbûn û yekîtiya Sûriyê de çareserkirina pirsgirêkan gengaz be. Şoreşgerên Rojava û gelên Bakurê Sûriyê yekîtiya sûriyê diparêzin û dibêjin ev jî bi demokratîkbûnê pêk bê. Heke demokratîkbûn çênebe, dîsa li pey hegemonyayê bibezin, lihevkirin wê zehmet çêbe. Wê yekîtiya sûriyê pêk bê û wê ev jî bi demokratîkbûnê pêk bê. Li Sûriyeyeke ku xweseriya gelê Kurd, nasnameyên cuda û herêmê ya xwe dispêre demokrasiya herêmî, wê li sûriyeyê yekîtiyê xurttir bike. ti hêz nikare yekîtiya sûriyeke wiha xirab bike. Li welatekî wiha bandora hêzên derve nabe. Ti plan û projeyên li ser Sûriyê nagihên serkeftinê. Welatekî demokratîk hem di hindur de hem jî li derve xurt e. Welatên ku ne demokratîk jî di hindur de lawaz dibe, li hemberî derve qels dibe.

Gotin û sûcdarkirinên hin derdoran ku dibêjin Kurd dewletê ava dikin û dixwazin veqetin tometeke, reşkirin e. Rêber APO xwestibû ku Kurd di nava yekîtiya Sûriyê de çareseriyê bigerin. Em jî gelê Kurd û gelên Sûriyê di vê hêlê de teşwîq dikin. Divê her kes hêz bide van hewldanên me. Em, di serî de dewleta Sûriyê û Kurd bang li tevahiya hêzên siyasî yên sûriyê dikin ku bi nêzikatiyeke demokratîk di nava yekîtiya Sûriyê de çareseriiyekê bibînin. Divê rejîma Sûriyê ya heyî xwe bi hêz, Kurdan jî bêhêz nebîne. Divê nekeve nav nêzikatiyeke teng ku bibêje ‘Kurd dê tengav bibin û mihtacê min bibin. Li Sûriyeyê kî dixwaze xurt bibe bibe divê bi Kurdan re li hev bike. 

Divê em vê bînin ziman ku gelên bakurê Sûriyê û hemû gelê Sûriyê heke rêxistiniya xwe xurt bikin, ji her hêlê ve pergla xwe ya demokratîk ava bikin, wê hemû hêz û derdor neçar bimînin ku vê vîna gel esas bigirin. 

Beriya niha bi pêşniyara MÎT’ê çeteyên girêdayî kalisyona Suriyê û rêxistinên bi navê ENKS û PDK’ê bûn mêhvanên Mesut Barzanî, di medya civakî de wisa hatibû xuyakirin, rexmî agahî di derbarê wan de hebûn jî, wisa dihat dîtin ku wan xwe li cihê Rêveberiya Xweser û QSD’ê didîtin. Li gorî we ev hewldanên PDK’ê wê çiqas encam bigirin? PDK çima ji yekbûna Kurdan direve û ev kiriyarên ku PDK dike, wê çiqas bandorê li çareseriya siyasî bike?   

 Hemû destkeftiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê tên bi destxistin divê ku di her alî de hemû hêzên siyasî bi awayekî berpirsyar nêz bibin. Her tehdîdek ku ji bo parçeyek Kurdistanê be, divê ku tedbîra wê baş were girtin. Şoreşa Kurdistanê her çar parçeyên Kurdistanê bi hêz kiriye. Ji bo vê yekê jî hêza Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji vê yekê ye. Her serkeftineke ku tê bi destxistin û dimîne ya her çar parçeyane û ev jî girêdayî berxwedan û hêza wane. Ew yan jî ev, têkiliya bi dewletê re tu baweriya wê tüne; Bi vê yekê serkeftinên ku tên bi destxistin wê di cih neminin. Serkeftinên li Başûrê Kurdistanê mayîn û nemayîna wan, di serî de Bakûrê Kurdistanê û tevahî parçeyên Kurdistanê yên din, girêdayî yek berxwedanê ne. Li gorî vê dîtinê nêzîkatiyên PDK’ê yên ji bo şoreşa Rojava pir şaş in. Birêz Masut Barzanî bi daxuyaniyeke şaş weke ku li rojava şoreş çênebûye nêz dibû. Di vê ku PDK li hemberî çûyîna ENKS’ê ya li tirkiyê derketiba û pêşî li vê yekê gitiba û divê têkiliyên Tirkiye û ENKS’ê yên li hemberî şoreşa rojava ne pijirandiban û li hember vê yekê derketiban. 

Ev demeke ku em dizanin di navbera PDK û ENKS’ê de civîn tên çêkirin. Hinek xayîn û revokên ku li ser bingehê Başûrê Kurdistanê dimînin, di heman demê de çeteyên ku dijminên Kurdên rojavayê Kurdistanê ne, bi hev re di nava kar û xebatan dene û bi hevre tevdigerin. Heta ku bi rêya nameyan ji MÎT û Serokkomarê Tirk Recep Erdogan ji bo xwe alîkarî jî xwestine. Ev yek di herêma ku PDK lê hakime hatiye kirin. PDK ji van bûyeran hemuyan jî agahdare û agahîya wê jê heye. Di heman demê de ev kesane cesareta xwe ji PDK’ê digirin. Di vê ku PDK ji bo tiştên wisa ne be bingeh. Yên ku dixwazin asta Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin û bi vê yekê ve girêdayî ku PDK ji bo wan dibe alîkar ev yek ji bo PDK’ê nabe qezencek. Di vê ku PDK hem li hemberî Şoreşa Rojava û Rêverberiya ku li wir hatî avakirin bi rêzdar be, hem jî divê bibe alîkar.

Rêveberiya Xweser ya Bakurê Suriyê rê da ku ENKS bibe rêxistinek serbest ku di nava Bakurê Suriyê de tevbigere û di heman demê de ji bo siyasetek azad bide meşandin jî Rêveberiya Xweser ya Bakurê Suriyê ev yek pejirand. Ji bo kar û xebatê xwe bide meşandin bêy ku destûrê ji Rêveberiya xweser bigirin ji berê de jî biryarên xwe girti bûn. Ev pêngavek pir baş bû. Vê yekê ji bo ENKS’ê di rojava de ku di aliyê Çand, Civak û Siyasetê de heye rê da vekirin. Di vê ku PDK ji bo vê yekê bida alîkar û piştgirî daba. Lê belê PDK’ê ev yek nekir. Berevajî vê yekê PDK’ê pişta xwe da ENKS’ê û bêy ku bertek nişan bide di dijberitiya xwe de israr kir. Rexmî ku Şoreşa Rojava belav nebû jî nêzîkatiyên ENKS’ê yên li hemberî vê yekê ne mümküne ku encam girtiban. Ji ber ku gelê Rojava ji bo vê şoreşê heya niha 10 hezar şehî û ji viya zêdetir jî birîdarê wê hene. Ev 7 salin li wir berxwedanek tê meşandin, gelek partiyên demokarsiyê dan avakirin, hevsergiyek demokratîk otorite dan çêkirin. Ji bo ENKS vê yekê bike, hinekî zehmete û ji bo vê yekê bike jî ew derbas dikir. Tenê ji bo ku Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û li ser Herêmê hakim bibin, pişta xwe dan dewleta dagirker ya Tirk; Li hemberî vê jî wê gelê Bakurê Suriyê li berxwebide. Ger ku ENKS ev yek ji bo xwe weke hêviyek dîtibe, ev bi serê xwe îxanet e. Bi dagirkirina Efrînê hevalbend bû, lê niha ev jî tên tasfiye kirin.

Dibe ku salên destpêkê yên şoreşê hinek projeyên ku PDK di hizirin û hêvî dikir pêk bîne. Lê belê ev proje rastî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin. Bi vê yekê Ancax şoreşa 7 salan û serkeftinên mezin hebûn û hatin bi destxistin. Em hêvî dikin ku PDK şoreşa Rojava dibîne û bikeve di nav hewldanên dostaniyê de. Ji ber ku destekdayîna ji bo Şoreşa Rojava wê Başûrê Kurdistanê bi hêz bike. Wê ji bo Statuya Başûrê Kurdistanê hêz bide û bide qezenckirin. 

Ger ku PDK heta roja me ya îro jî nêzîkatiyên xwe bide guhertin wê hem di nava civakê de, hem jî li Rojava di aliyê siyasî de bandora xwe bide çêkirin. Di vê çarçoveyê de em jî wê hem di aliyê navbendkarî de, hem di aliyê bandorbûyînê de em ê destdekdayîna xwe diyar bikin. Em bawer dikin ku Rêveberiya Xweser ya Rojava û Bakurê Suriyê jî di vî alî dene xwedî helwesteke neyînî ye. 

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê di kesayeta gelê Şêladizê de kiryarên PDK’ê kirîn, êrişên YNK’ê li ser Tevgera Azadî û li hemberî destwerdana faşizma Tirk gel rabû serhildanê. Li ser vê mijarê PDK we suçdar dike. Ji bo gelê meyê Başûrê Kurdistanê van serhildanan bi awayekî berfirek belav bike û ji bo tirsa PDK û YNK’ê li ser rabe divê çibikin? 

Ev bi salan e em dibêjin dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û em her vê yekê dibêjin. Gelê Başûr jî xwest li hemberî vê dagirkeriyê derkeve. Ji ber ku baregehên leşkerên Tirk û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bandorê li siyaseta wê herêmê jî dike.

Di dema referandum û kriza Kerkukê de Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê di aliyê girtina Kurd de weke xeyal şikestinekê lê hatibû. Yek ji bingehên ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê digirt û bi hêz dikir heyîna bargehên wan yên leşkeri bûn. Di vê çarçoveyê de biryara ku gelê Başûr ya li hemberî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker biryarek rast û di cih debû. Gelê Başûrê Kurdistanê dagirkirineke wisa napejirîne û gelek berxwedêr e ku wê serkeftinên mezin bidest bixe û heya pêşerojê jî wê bidomîne. Şikandin vîn û sekna gel, di serî de wê zererê bide destkeftiyên Başûrê Kurdistanê.     

Gelê Başûrê Kurdistanê jî, gelekî politîk e. Dewleta Tirk jî di ferqa wê çendê de ye ka çawa dijminê Kurdan e. Ev bi awayekî zelal di dema referamdumê de hat dîtin. Destpêkê ji rêveberiya gel ya Başûr û hêzên siyasî yên Başûr re, piştî referandumê wisa bi awayekî bê navber têkiliyên xwe bi dewletek weke tirkiyê re dayîn çêkirin ez tu wateyê nadime. Di êrişên balafirên şer yên Tirk de her dem sivîl tên qetil kirin; Rexmî vê yekê jî Rêveberiya Başûr li hember vê bêdeng dimîne. Gelê Kurd li hemberî vê bêdengiyê jî tepkiliye. PDK bê navber bi dewleta Tirk re ketiye nav têkiliyên ekonomik de. Aboriya gelê Başûra ya wisa bi qîmet di bingeh de ji aliyê van hêzan ve tê parvekirin. Ji bo YNK’ê jî hinek derfet tên dayîn. Aboriya ew qas bi qîmet ya gelê Başûr dibin kontirola hêzên siyasî de ji aliyê PDK’ê ve ketiye rewşeken gelek xirab. Her çendî PDK’ê nekarî gelê Kurd vale derbixe, ji bo ku hîn bi ser Gelê Kurd de were, YNK jî xist dinav têkiliyên xwe û Tirkiyê de. Di van demên dawî de politikaya ku YNK li hember hêzên demokratîk raber dike, encamên vê yekê ne. Têkiliyên bi Tirkiyê re danîn, li ser vê bingehî politîkayên ku dide meşandin ziyanê dide tevahî gelê Kurd. Ji ber ku îtîfaka AKP-MHP’ê ya dijminahiyê ne tenê li hember gelê Bakurê Kurdistanê bû, dijiminahiya li hember tavahî gelê Kurd bu. Tirkiya pêşengtiya dijminatiya Kurdan dike. Fêhmnekirina vê yekê xeflet e.

Tayyîp Erdogan dibêje ‘Kurdistan tine, yê ku dibêje Kurdistan bila biçe Iraqê’. Eger ku PDK û YNK ji vê yekê jî tiştek fêm nekiribe, wê demê di nava Başûrê Kurdistanê de metirsiyeke pir mezin heye. Yê ku parçeyê herî mezin yê Kurdistanê tine dihesibîne û wê Başûrê Kurdistanê jî ret bike. Jixwe ji gotina wî ya ku dibêje; ‘Xetayê ku me li Iraqê kirî, divê em li Bakurê Suriyê dubare nekin’. Yanî dema ku fersend dît, wê xetayê ku kirî rast bike. Ma li wir, PDK û YNK yê ku parçeyê herî mezin yê Kurdistanê tine hesap dike, li hember hêzeke siyasî wê bertek nişan nede? Tenê di ragihandinê de ji bo çêkirina hinek nûçeyan nişandan nabe.  

Ger ku hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî dijminê Kurdan dewleta Tirk bertek nişan nedin, hunermend, rêxistinên gel yên civakî, di serî de ciwan û jinên Başûrê Kurdistanê divê li hemberî dijminê Kurdan, desthilatdarî û faşîzma AKP-MHP bertek bidin nîşandin. Gelê me yê bi hêz, welatparêz û hestiyar yê Başûrê Kurdistanê divê berbeta pêwîst raber bike. Em bi bawer in wê li hemberî hêzên dagirker derkevin. Çiqasî zoriyê bikin bila bikin, wê nikare bertek û berxwedana gelê Başûr bişkîne. 

Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ji aliyê dewleta Tirk a faşist ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me qirkirinek siyasî ku bi armanca tinekirinê vê yekê dimeşîne û ev yek di asta herî jor de tê kirin. Niha li hemberî vê yekê bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz û li zindanan berxwedanek hatiye destpêkirin. Berxwedaniya niha û ya salên 1982’an çiqas dişibin hev? Wê ev berxwedan di tevgera azadiyê de di kîjan astê de pêk bê? 

Niha li Tirkiyê li hevhatineke AKP-MHP’ê ya ku dijminatiya Kurdan dike heye. Di demek wisa de ye ku tu demî ewqas êriş nehatine kirin ku zilmê hatiye avakirin. Sê Kurd li cihekî bên gel hev, êrişî wan dikin. Ne tenê siyasetmedarên demokratîk tenê; her Kurdê ku li dijî desthilatdariya AKP’ê têkoşîn dike, tê girtin. Zindanên Kurdistan û Tirkiyê niha bi Kurdan tijî ne. Şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê bi tecrîdkirina Rêber APO re hat destpêkirin. Bi tecrîdkirina Rêber APO, li ser tevahî gelê Kurd zorî û zordariyeke politik dide meşandin. Di hilbijartinên 7’ê Heziranê de bi serkêşiya DAÎŞ’ê li Amedê bombe dan teqandin. Piştî wê jî li Pirsûsa Rihayê komkujî pêk anîn. Di pêvajoya êrişkirina li ser Kobanê de ku bi dehan welatparêz qetil kirin jî di ev dem bû. Di heman demê de 1’ê Mijdarê li Enqerê li dijî meşa aştiyê êrişa bombeyî pêk anîn, bi sedan kesên aştîxwaz û demokrat hatin qetilkirin. Bajarên Kurdan bi temamî xira kirin. Bi vê ve girêdayî bajarê Efrînê dagir kirin. Tecrîdkirina li ser Rêber APO, qirkirinek li ser her Kurdekî ye; li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo hêzên demokrat û aştîxwaz bi êrişan biçewisînin, çi ji destê wan hat kirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev rastî hemû dîtin û li hember vê yekê dest bi pêngava, ‘Tecrîdê Bişkîne Faşîzmê Hilweşîne Rêber APO û Kurdistanê Azad bike’ da destpêkirin. Rêber APO dibêje, berxwedêrên li Zindanan herî zêde ev pêvajo fêm kirine. Leyla Guven jî girêdaneke wê ya pir mezin a bi Rêber APO re heye. Hêza wê ya herî mezin ya ku welatparêziya wê dide diyar kirin, ev hestên wê, karekterên pêvajoyê didin diyar kirin, bi gotina ‘ev dem dema ku her kes bikeve nav tevgerê ye’ û bi vê yekê bûye, pêşengê vê pêvajoyê. Bi vê ve girêdayî li gel Rêber APO,  yên ku digotin em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin, bi heval û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê re berxwedana xwe kirine yek û ev çanda berxwedanê domandin.   

Berxwedan ku di 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê ya Mezin  ku hatibû destpêkirin, berxwedana niha tê meşandin jî dişibin hev. Bandorbûna ku di dîrokê de rol leyîstiye jî taybetmendiyek ji ya 14’ê Tîrmehê ye. Berxwedana 14’ê Tîrmehê û têkoşîna azadiyê di demek herî zehemet de derbas dibû. Dixwestin bi derbeya 12’ê Îlonê û êrişên wê demê encam bigirin. Dixwestin ku zindaniyên PKK’ê di nav betonê de veşêrin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwest li her derê çi Kurdek aştîxwaz hebe, bi tesifeye û qirkirinan têkoşîna wan bikin hedef. Ji ber vê sedemê dixwestin bi tecrîdkirina girankirî ya li ser Rêrbertî re û di kesayeta wî de vê tecrîdê li ser tevahî gelê Kurd bidin meşandin û bigihin encamê. Di heman demê de Leyla Guven û tevahî hevalên di zindanan de, Nasir Yagiz û hevalên li Ewrupa êrişên ku dihatin kirin, hedef dihatin girtin û van hevalan jî dixwest van êrişan pûç bikin û vale derbixin. Çawa ku berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedaneke mezin a gerîla û serhildanên gel dan destpêkirin, ev yek jî ji bo têkoşîna azadiyê demek nû daye destpêkirin. Ji bo vê yekê jî dijmin çendî êriş bike bila bike, nikare li hember vê berxwedanê raweste. Ji bo ku tecrîd bê şikandin wê tevahî hesap û qirkirinê wan yên sîstema desthilatdar hilweşînin.

Ev berxwedana gelê Kurd ya bi hêrs, diyar dike ku wê li hemberî vê faşizimê derkeve. Wê ev hêrs gel vegere çalakiyên aktîf û ev erke yê wan yê serekeye. Di têkoşîna gelê Kurd de ev dem demekî herî zor ku ji bo gelê Kurd bûye, weke pêngaveke fadaîbûnê girtiye dest. Bi vê yekê têkoşîna azadiyê berfireh kiriye. Çalakiyên mezin ên li zindana belav bûne, çalakiyên dîrokî ne. Hevalên me yên weke Leyla Guven bi rihê jina azad weke bombeyek ku di mejiyê dijmin de biteqe deketiye holê. Bi wê seknê wê hemû êrîşên faşîzimê vala derxe û di heman demê de wê tevgera gel jî derxe holê û bixe tevgerê. Berxwedana xwecihî ya ku ev  çalakî derxe holê jî hêrsa gel, têkoşîn û enerjiya wan e. Ev sekn wê bi rêxistinekê hevseng faşîzimê bişkîne û wê vegerîne hêza têkoşînê. Bi pêngava ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzimê hilweşîne Rêber APO û Kurdistanê azad bike’ divê li tevahî qadan bê navber belav bibe. Bi  vê yekê wê têkoşîna me bigihe hedefa xwe. 

Bi hêza paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê Şoreşa Rojava pêk hatiye. Li gorî we wê ev paradigmaya çiqasî bandorê li Rojhilata Navîn bike? Di vê mijarê de erkên ku nehatine pêkanîn çi ne? 

Jixwe diyare ku rolê Rêber APO çiqas di Şoreşa Rojava de heye. Rêber APO, nêzî 20 salan li Rojhilata Navîn maye û li Rojavayê Kurdistanê jî kedek pir mezin daye. Ji bo guhertin û rêxistinkirina civakê kedek pir mezin daye. Di wan şert û mercên wê demê de ne kes ne jî tevgerê di astek wisa de firehbûnek rêxistinî nekarî bide çêkirin. Agahiyên berfireh dane çêkirin. Ji ber vê yekê Rêber APO berê jî  diyar kiribû ka wê gelê Rojavayê Kurdistanê divê çawa bijî. Gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî keda mezin a Rêber APO bûye bersiv û dersek baş jê girtiye. Bi hezaran keç û xortên wan bûne gerîla û niha di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de ne; ev 20 sal in hem di aliyê maddî de, hem jî di aliyê manewî de alîkariyek baş ji bo tevgera me çêbûye û bingehê xwe ji bo vê yekê daye çêkirin. Eger ku Rêber APO 20 sal li Rojhilata Navîn mabe; hêza ku di wê demê ji bo tevgera ma çêbûyî de para alîkariya gelê Rojava diyarker e. Ji ber wê Rêber APO li Girava Îmraliyê di parêznameyên xwe de qala gelê Rojava û gelê Ewropa dike û spasiya xwe ji bo wan tîne ziman. Di rastiyê de ligel gelê me yê Rojavayê Kurdistanê cihekî taybet ji bo Rêbertî heye. 

Hêzên ku li Herêmê ev demeke di navbera wan de pirsgirêk û rageşî tên jiyîn hene. Hinek caran dengên bilind, hinek caran jî bi çekan tên vekişandin. Li hemberî terora çeteyên DAÎŞ’ê serkeftinên ku hatîn destxistin û ligel vê wê hevsengiyên hegemonan çawa bin?
 
Li Rojhilata Navîn û Suriye bandora hêzên derveyî heye. Agahîyên politik û bandora wan di aliyê rista wan de pir li pêş in. Li gorî vê nirxandian her tiştî şaş e. Di nava pirsên we de jî diyare ku ev hêz, xwedî rolek pir girîngin. Divê ku li ser bingehê civakî û têkoşîna xweseriyê li ber xwe bidin. Ewqas paşguhxistina civakî û têkoşîna wê ya hêza xweseriyê divê ku giringî bê dayîn, heta ku rewşa wê ya ji derve hiştina xwegiriyê jî, di rastiyê de gafletê dide avakirin. Li rexmî vê yekê jî hêza rojavayê Kurdistanê ya parastinê li ser li berxwedide, dayîna kedên mezin û berdêlên mezin dayîn berfirehbûnek da çêkirin. Lê belê divê ku em vê bêjin, politîkayên hêzên derve çine, rêveberiya me li gel wan di kîjan astê de dîplomasî rêvedibe û di kîjan alî de dîpolmasî de cihek çawa û guhdariyek baş nedayîna dîpomasî bi vê jî xapandinek di vê yekê de heye.   
Bi vê yekê heya niha şerê wekaletê dihat kirin. Hem El Nûsra, hem jî DAÎŞ bi awayê bikaranînê dixebitandin ê û didan şerkirin. Her wisa hêzên herêmê jî di nava şer de cih digirtin. Di vir de ABD û Rusya herî zêde derketin pêş. Ger ku ne wisa bûya, dîmenekî wisa dernediket pêş. Ger ku em di aliyek din de temaşe bikin, dixwestin Suriyê ji nû ve ava bikin. Dema ku rewş wisa lê hat, ne tenê hêzên hindur û derve, tevahî hêzên welatan dixwestin destwerdanê li Suriyê bikin. Dema ku Suriye xistiban destê xwe wê li gorî taybetmendiyên xwe bidaban meşandin. Mînaka vê jî; Tirkiye demokrasiya Suriyê naxwaze. Ger ku Suriye demokratîk bibe wê faşîzma qirkirina sîstema sermiyandare ya tirkiyê wê bi zorê li ser lingan bimaba.

Bi têkbirina DAÎŞ’ê re hewldanek ya ketina herêmê ji holê rakirina gelê berxwedêr û bi vê yekê wê hêzên li herêmê bibin xwedî rol û wê bivê yekê rolekî pir giring bidin leyîstin. Ev jî wê derkeve holê. Dibe ku hêzên derve bibin li pêş bin. Ancax di demên bê de, bi rewşa siyasî ya li herêmê bandorek nerêrînî li ser hêzên herêmî di aliyê cihî de wê diyar bibe. Li gorî vê temaşe kirinê Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê, Rêveberiya Xweser û bandora QSD’ê wê di astek herî mezin de wê derfet bigire. Dibe ku T.C hêviya xwe ya bi çeteyan re dibin bandoriyekê re bide xuya kirin. Lê belê berambarbûna wan ya bi civakê re pir keme; Bandorên ji derve jî wê hêviya wan bide şikandin.

Piştî têkbirina DAÎŞ’ê re wê li Suriyê têkoşînek çawa derkeve pêş. Wê demek wisa be ku têkoşînek politik wê despê bike. Li hevkirinên divê demê de pir giringin. Bi taybetî di navbera gelên Suriyê de berfirehbûnek û li hevkirinekî xwecihî û bi hêz divê derkeve holê. Li hevkirinên hindirîn wê hîn bêhtir derkevin pêş û rol bileyîzin. Divê em vê jî ji bîr nekin, şekildayîna Suriyê ya têkoşînê di demekî kurt de dibe ku bi dawî bibe ev jî ne cihê baweriyê ye. Ev têkoşîn dem bi dem wê hêzê bide diyar kirin ku dibe şer jî derbikevin. Li gorî vê dîtinê rêxistinkirina civakî, divî bingehî de hêzên parastinê jî bi hêz bên girtin jî pir giringe. Li gorî vê wê hêzên derve çibikin, çi dihizirin, li ser fikirandina wan gelek hêzên demokratîk wê xwe di rêxistinbûnê de şikestî bidin hîskirin. 

Yên ku destwerdanê li Suriyê bike û aligirên hindirîn yên weke (Amerika, Rusya, Ewrupa, İran, Tirkiye, QSD û Rejima Suriyê) piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê wê çi kazanç kir û kê çi winda kir?
 
Çeteyên DAÎŞ’ê ji hêla leşkerî û siyasî ve hat têkbirin. Lê belê ji hêla hêza civakî û bîrdozî ve hê jî hebûna xwe diparêze. Pêkhateye wiha heye li holê. Lewre di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê asûna kesên ku civak baştir rêxistin kirî û ji hêla bîrdozî ve xurtir xwedî avantaj in. Dema em wiha lê binêrin, hêzên şoreşger ên Rojava, rêveberiya xweser a Bakurê sûriyê û QSD divê ji her hêlê ve xwedî asûneke xurtir in. Dema ev hêz bi bandor bibin wê bingeha bîrdozî û civakî ya DAÎŞ’ê lawaz bibe. Divê mirov vê rastiyê bibîne û bi vê xwebaweriyê mijrê bigire dest û bibe xwedî helwesteke polîtîk. 

Bi têkçûna DAÎŞ’ê re yê winda kirî tenê Tirkiye ye. ji derveyî Tirkiyeyê her kesî qezenç kiriye. Dibe ku Rûsya, Îran û hêzên koalîsyonê ji bo ku QSD’ê mijûl bike, demeke din jî çavên xwe jê re bigirin. Dîsa bixwaze Îran li Sûriyê bi DAÎŞ’ê re mijûl bibe. Lê belê ji têkçûna wê Rûsya jî, Îran jî Sûriye jî kêfxweş bûye. Yekane hêza ku ji têkçûna DAÎŞ’ê xemgîn bûye Tirkiye ye. Tirkiye di nav wî hesabî de bû ku heta DAÎŞ hebe wê pêwîstî bi wî hebe û di nav wê bendewariyê de bû. 
Her çiqas DAÎŞ li Sûriyê ji hêla leşkerî û polîtîk ve têk çûbe jî çeteyên di bin bandora Tirkiyeyê de û El Nûsra teşeyên cuda yên DAÎŞ’ê ne. DAÎŞ, teşeyekî cuda yê El Qaîdeya Iraqê ku xwe bi şêweyekî cuda rêxistin kiribû. El Nûsra parçeyekî El Qaîdê ye. Tirkiye bi El Qaîdeya Irarqê re tim di nava têkiliyê de bû. Lewre hê jî li Sûriyeyê bi rêxistinên weke DAÎŞ û hwd re di nav têkiliyê de ye. Her çiqas Tirkiye bixwaze van hêzan weke misilmanên nermok li hêzên koalîsyonê bide nasîn jî êdî kes jê bawer nake.  Rûsya sûriye û îran dizanin ku parazvanê çeteyan Tirkiye ye. DYA û Tirkiyeyê xwest li Rojavayê Firatê rewşa çeteyan bikar anî û xwestin Rûsya û Sûriyeyê bide zorê. Lewre li rojavayê firatê wê heta demekê têkoşîna bi vî awayî bidome.

Piştî biryara Emerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê hûn nêzkikatiya Emerîkayê ya di serî de tevgara Kurd li hemberî herêmê ya leşkerî û siyasî çawa dibînin?

Fikra ku wê Emerîka ji Sûriyeyê vekişe xeletiyeke mezin e. DYA di polîtîkaya xwe ya Sûriyê de guhertina polîtîk û taktîk kiriye. Nexwe dev ji armanca xwe ya ku li ser xaka Sûriyeyê xurt bibe bernedaye. Tenê di rêbazên xwe de guhertin pêk aniye. Ev polîtîka çi ye çi nîne, wê bi çi rêbazan pêk bê bi kîjan hêzan bike divê bê şopandin. Tirkiye dixwaze bibe parçeyekî polîtîkayeke wiha. Ji hevdîtinên dikin ev yek tê fêmkirin. DYA hêzeke ku polîtîkaya kûrewî û herêmî dike ye. lewre heke em baş polîtîkayên wê yên herêmê pêş bibînin, em ê polîtîkaya wê ya li Sûriyeyê jî bi awayekî rast bigirin dest. Niha li sûriyeyê hêza bi bandor hêzên bakurê sûriyieyê ne. Ji milê din ve polîtîkayên welatên Ereban ên li Rojhilata Navîn û Sûriyieyê girîng in. Li milê din jî endamê xurt ê NATO’yê Tirkiye heye ku têkiliyên wan kûr in. DYA di navbera van her sê hêzan de dixwaze kombînezonekê ava bike. 

Dibe ku DYA Tirkiyeyê, ji bo destkeftiyên Kurdan bi sînor bike Tirkiyeyê tevlî polîtîkaya Sûriyeyê bike. Axirê tê dîtin ku hewldaneke wiha jî heye. Lewre divê gelê Kurd û gelên bakurê Sûriyeyê baldar be. Li cihekî ku 2 hezarên wê Ereb ji deh hezarî zêdetir şehîd hatî dayîn, bêguman wê di jiayna azad û demokratîk de israr bê kirin. Divê DYA, Rûsya, Sûriye û her hêz rêz ji vê jiyana demokratîk re bigere. 

Weke encam; weke hûn dizanin gelê Efrînê niha li Şehbayê ye bi hêviya azadkirina Efrînê li ber xwe dide. Hûn dixwazin ji gelê Efrînê re çi bibêjin, divê çawa bikin?

Efrîn niha ne tenê di bin dagirkeriyê de ye, Efrîn bajarekî ku ji sedî 90 Kurd bû. Niha Kurd tê de kêmar in. Tê de polîtîkaya bê Kurdbûn û komkujiya Kurdan tê meşandin. Hejmara pir kêm a Kurd a tê de heyî jî weke rûpoşa vê komkujiyê tê bikaranîn. Saziyên mafên mirovan û yên navneteweyî ev zilm û komkujiya pêk tê bi belge eşkere kirine. Li ber çavên cîhanê komkujî tê kirin. Divê rewşa niha li Efrînê pêk tê wiha bê nirxandin. Kesên ku çavên xwe ji vê dagirkeriyê re girtî bûne hevaprê vê komkujiyê. Ne tenê rûsya, DYA û Eweropa jî hevparê vê komkujiyê ne. DYA’yê bi gotina ‘Efrîn ne qada me ye’ û werekî daye Tirkiyeyê û teşwîq kiriye; dema ku dora Idlibê hatiye hatiye astengkirin ku Rûsya û rejîma Sûriyeyê destwerdana leşkerî bikin. 
Gelê Efrînê welatparêz e, girêdayî axa xwe ye. tenê li hemberî dagirkeriyê zêdetirî 300 şehîd dan. Bi hezaran zarokên wan li bakurê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de cih girtine û şehîd ketine. Kesayetiya Nûrî Dersimî ya sembolê welatperweriya sedsala 20. di pêkhatina kesayetiya Efrîniyan de xwedî cihekî taybet e. Rêber APO li ser vî zemînî welatparêziya Efrînê xurt kiriye û aniye asta civakekek demokratîk û rêxistinkirî. Nûrî Dersimî xwestiye ku ji dagirker û komkujeriya dewleta Tirk tol bê girtin. Divê dagirkeriyia Efrînê vî hestî mezintir bike. 
Divê gelê Efrînê ti carî li penaberiyê de nemîne. Divê tim li ser vegera Efrînê lêhûrbûn bike.  ji bo bilindkirina têkoşînê jî rê û rêbazan pêş bixe. Divê derveyî rizgarkirina Efrînê rojeveke din a ciwanan nîne be. Divê tevlî hêzên rizgariya Efrînê bibin û berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriyê bilind bikin. Dema ku Efrîn dagirkirî me dibe ku kes tişteke din bifirkere? Divê Efrîn a ku bav û dayikên me bi kedeke mezin ew kirî xakeke weke bihiştê divê bê xwedî neyê hiştin. Ciwan neçar in ku xwedî lê dekevin. Divê malbat jî ji bo ku tevlî vê berxwedanê bibin ciwwanan teşwîq bikin. Jiyana bi rûmet û namûs ancax bi vî awayî pêk bê. Rizgariya Efrînê her tim di rojeva me de ye jî. Teqez e ku em her tim piştgirî bidin berxwedana wê derê pêş bikeve. Rêber APO jî dixwaze Efrîn bê rizgarkirin. Banga hemû şehîdên me û ya Nûrî Dersimî jî ev e.