Baxçeyê edliyeyê li malbata Şenyaşar hat qedexekirin!

Li Rihayê baxçeyê avahiya edliyeyê li malbata Şenyaşar re hat qedexekirin.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar  ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, ket roja 518’emîn. Malbat wek her sibehê îro jî ji mala xwe li navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê.

Malbatê xwest nobedê li ser dêrenceyên ketina dadgehê bide destpêkirin, lê polîsan astengî derxist. Polîsan bi fermana Walîtiya Rihayê hinceta “li ber avahiyên cemaweriyê li darxistina çalakiyan qedexe ye”, malbat negirt baxçeyê edliyeyê. Polîsan derveyî baxçe li pêşiya bariyerên li ber dadgehê nîşanî malbatê da. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengiyê da û got: “Li şûna ku hûn me asteng dikin, biçin kujeran bibînin, li Pirsûsê bi rehetî digerin.”

Malbatê li dijî astengiyê got, “Em edaletê dixwazin, em li bin tavê bimînin jî em ê her edaletê bixwazin.” Malbatê di bin germahiya pileya wê 40 nîşan dide li “Quncika edaletê yê Malbata Şenyaşar” rûnişt û dest bi nobeda îro kir.

Şenyaşar, diyar kir ku wan daxwaza hevdîtina bi Walî Salih Ayhan re kirine lê bersiva wan nehatiye dayîn.

Vîdeoya Emîne Şenyaşar a di dema astengkirinê de zêmaran dibêje, li ser hesabên medyaya civakî hat weşandin.