Em bi agahiya şehadeta bavê Teyar(Cumha Xelîl Îbrahîm) gelekî xemgîn bûn, bi qey xemgîniyê, ewqasî jî hêrsa me li beraberî dijminê hov ku paya xwe ji nirxê mirovatiyê negirti ye di me de xurt kir. Dema me agahiya şehadeta wî bihîst hema yekser ev gotin ji devê me derket 'bavê Teyar bû bavê Kurda'. Lê ya rastî bavê Teyar hem bavê Kurda ye, hem bavê gerîla ye û hem jî birayê şehîdan e. Jixwe wî her xwe weke bavê Kurda didît û ji bo bibe bavê Kurda jî heta kesera dawî bi israr ala tekoşîn û berxwedana welatparêziyê di destê xwe de dihejand. Bûyîna bavê Kurda xeyalekî wî bû ku hemû temenê xwe di oxira wê de da û bû çinara hezarê sala ku rehên xwe dinava xaka welatê xwe de ber da. Hebûna xwe li her derê dida hîs kirin û mayîn de kirin. Dizanî bû bûyîna bavê Kurda nehêsane, bedela wê giran e, lê wî ev bedel bikêfxweşî rakiri bû. Wekî bi xwe jî dibêje, 'derdê min çend welatparêz avakirin bû'. Di vê wateyê de, her kêliyên xwe ji bo avakirina welatparêzerkirinê xerc kir û ne çend welatparêz bi hezaran welatparêz da avakirin. Lewma em pir rihet dikarin bêjin ku bavê Teyar her kêliyên jiyana xwe bi bî û baweriya xeyalê welatekî azad, jiyaneke serbixwe û bi hebûneke rûmet pêça.
Di salên 1990 de, bi şanoyê xwe bayê welatparêziyê li her perçê kurdistanê û derveyî welat gur û geş dikir. Bi sedan mirov di odeyekê de şanoyê bavê Teyar bi qahqahê bilind û kêfxweşî temaşe dikirin. Çavê wan noqî şanoyê dibû û dilên wan pê re diavêt. Rastiya di kesayeta xwe de dijîyan di ber çavan re derbas dikirin. Bi vî awayî di dilê hemû Kurdan de hezkirinekî bi wate û payebilind girt. Bavê Teyar bi şanoyê xwe her baldikişand ser rastiya taybetmendiyê kesayeta Kurdê di bin şerê taybet de avakiri ye û di şûna wê de, peyama kesayeta Kurdê welatparêz bi rêya şano rojev kiri ye. Lewma herkesî gelekî jê hez dikir, ken û hezkirin rengê şanoyê bavê Teyar bû. Şanoyekî ken û hezkirin tê de hebe, hêza hunera civakî îfade dike. Ev jî cehwera hunera bavê Teyar bû. Ji ber di hemû şanoyên wî de, rastiya civaka Kurd û kesayeta ku dijmin dabû avakirin bal dikişand ser. Rexmê hemû zor û zahmetiyan jî terka hunera xweyî welatparêzî berneda. Evîna welat di dilê xwe de kiri bû gilokekî ji enerjiya gerdûnê û dixwest civaka xwe bi vê enerjiyê bikişîne zemînekî rêxistinî.
Her pêvajo, pêşeng û lehengê xwe ava dike, her rewşê awarte kesayetê çalak û serketî diafirîne û her êrîş bi xwe re bingeha feraseta parastinê wêrek dike. Bavê Teyar erê şanoger bû, lê tu carî hunera şanogertiyê ji hunera şerê gelê şoreşgerî qut nedidît. Di vê wateyê de, lehengî, serkeftin û wêrektî di hemû kêliyên jiyana hunermendê navdar bavê Teyar de şênber bûne. Bavê Kurda bi serê xwe nîşandana kesên jiyana şexsî derbaskirine û bi welatê xwe re yekbûne.
Li rojava di avakirina hunera şoreşgerî de, ristekî sereke lîst. Weke çirak di tarîtiyê de pêkeve, weke stêrkek di asîmana de bibiriqe, ew jî dinava civaka Kurd de, weke darekî welatparêziyê bi hezkirina xwe, bi evîndariya xwe, bi dildariya welatê xwe û weke roniya şopa heqîqetê şewq veda. Ji ber bi şêwazê şano xeyalê Kurdistana azad teyisand her kesî, her kes jî bi bandora vê teyisandinê diherikand cihoka lêgarîna heqîqeta welat. Civak di hestên xweyî herikbar de û xwe di rastiya civakê de diafirand. Di vir de, ew û civak, civak bû ew û ew bûn perçeyek ji heqîqeta yekparebûnê.
Belê bavê, Teyar wekî te jî di gotina xweyî dawî de, anî bû ziman "Em Netirsin, Em ê li Berxwe bidin", helwestek û feraseta rêgezên welatparêzên berxwedêr û têkoşer ya rênîşandanê raber kiri bû. Di vê lêgerînê de, nirxekî payebilind di dîroka hunera azadiyê di kesayeta xwe de hûnand. Tu bû nasnameya hunermendê di pêvajiya şer û parastinê de mohra xwe lêdixist. Bavê Teyar hunera xweyî şanoyî her di bingeha pêşdebirin û pêşxistina tekoşîna civaka xwe de ava dikir. Hunermendê wlatparêz û navdar her di demê şer û û parastinê de rista xwe dilîst. Hertim bi şanoyê xwe heqîqeta rastiyê ya welatê wendakirî radixist ber çavan.Taybetmendiyê welatparêzî ji axa xwe, ji welatê xwe, ji çîyayê xwe, ji deştên xwe, ji çemê xwe, ji gelê xwe û ji parastina cehwera xwe grêdayîbûne. Ev jî têgihiştina feraseta kesayeta welatparêzê zana ye. Her li ser çand û hunera Kurdî diponijî. Hêza fikirandin û lêgerînê ji şopên dîroka girê moza û tilxelef digirt.Ya rastî bavê Teyar zanyarekî dîroka çanda Kurdî bû.
Di vê çarçovê de, emê bavê Teyar bi bilindkirin û serxistina serkeftinê, wî her bidin jiyankirin û jiyandin. Êdî rojevayekî, Qamîşloyekî û taxa Hîlîlîyê bêbavê Teyar nafikirin û nefikirin. Sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin û careke din di şexsê şehîdên nemir hunermend bavê Teyar û hemû şehîdên Tişrînê bibîrtînin.