Bavê şehîd, Abdulkerîm Ozbek jiyana xwe ji dest da

Abdulkerîm Ozbek ê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Ozbek bi salan li Cizîrê kar û xebatên siyasî meşand û kurê wî ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê berê û endamê MEBYA-DER’ê Abdulkerîm Ozbek di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ozbek, ê ku dilê wî bi pîlan dixebitî nêzî mehek bû ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de dihat dermankirin.  

Abdulkerîm Ozbek, heta vî emrê xwe di nav xebatên partiyên siyasî yên Kurd de cihê xwe girtiye. Kurê Ozbek ê ku ji aliyê gelê navçeyê ve jî dihat naskirin, Serdar Ozbek, di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de hate qetilkirin. Ozbek piştî qetilkirina kurê xwe di rêveberiya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cihê xwe girt. Ozbek, di sala 2020’an de jî di rêveberiya HDP’ê ya navçeyê de cihê xwe girt. Ozbek ê ku herî dawî endamê Meclisa Şaredariya Cizîrê yê HDP'ê bû, her wiha endamê MEBYA-DER'ê jî bû.

Cenazeyê Abdulkerîm Ozbek wê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.