Bav li gel 2 zarokên xwe hatin kutin, 2 jin jî birîndar bûn

Li gundê Hezwan a herêma Babê di encama gulebarandina wesayîta artêşa Tirk a dagirker de, bav li gel 2 zarokên xwe hatin kuştin, 2 jin jî birîndar bûn.

Topbarana artêşa Tirk a li ser herêma Babê bi dijwarî didome. Li gundê Hezwan a girêdayî herêma Babê ji ber gulebarandina wesayîta artêşa Tirk a dagirker, bav û 2 zarokên wî hatin kuştin û du jin jî bi giranî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneya Avrîn a Kantona Efrînê têne dermankirin.

Navên kesên ku hatin kuştin wiha ne: Mihemed Ebdullah Xezme (30), Ehmed Xezme (2) û Emîra Xezme (9 meh).

Her wiha navên herdû jinên birîndar jî wiha ne: Fatma Hemdo (19) û Mehdiye El-Xawiye (50).

Xebatkarên tenduristiyê diyarkirin ku rewşa jinên birîndar xedar in.