Bav Aykûl: Rewşa tenduristiyê ya kurê min nebaş dibe

Yek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ên li Girtîgeha Xarpêrtê Cengaver Aykûl e. Bavê Aykûl Latîf Aykûl got, rewşa tenduristiyê ya kurê wî her nebaş dibe.

Greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 47'an de ye. Cengaver Aykûl ku 6 sal in li girtîgehê ye û 17 sal 'ceza' lê hatiye birîn, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind Hejmar 2 a Xarpêtê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.

Bav Latîf Aykûl diyar kir, kurê wî ji roja dest bi greva birçîbûnê kiriye û vir ve 10 kîlo li xwe kêm kiriye.

Aykûl anî ziman, ew hewl didin wî bi tenê nehêlin û got, "Em diçin hem hevdîtina vekirî hem jî ya girtî. Rewşa wî ya tenduristiyê mîna berî baş nîne. Ji xwe berçavkê bi kar tîne. Lê belê piştî ku dest bi greva birçîbûnê kir, tansiyona wî gihîşt derdora 8/4'ê. Her wiha êşa serî lê zêde bûye. Nêzî 10 kîlo li xwe kêm kiriye û bêhal ketiye."

Aykûl qala çavdêriya xwe ya dema hevdîtinê kir û got, "Girtî bi giranî hilbijartinê û rewşa HDP'ê meraq dikin. Dipirsin bê HDP dikare bi ser bikeve yan na. Her wiha ji HDP, ÎHD, baro û Komeleya Malbatên Girtiyan dixwazin ku der barê çalakiyên greva birçîbûnê de bikevin nava liv û tevgerê. Em jî ji parlamenterên xwe, ji partiya xwe, ji ÎHD û baroyan dixwazin ku bi vê mijarê re eleqedar bin."