Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind dike

Her ku diçe li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê xurtir dibin. Tevgera Goran anî ziman ku li dijî dijminahiya Kurdan in, welatiyên herêma Raperîn jî gotin, em li dijî dagirkeriyê ji berxwedanê re amade ne.

Alîkara Serokê Koma Tevgera Goran Dr. Bahar Mahmûd a li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û gefên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku weke tevger ew dijminaha li Kurdan napejirînin. Endamê Konseya Serokatiya Tevgera Azadî Xalîd Mustafa jî anî ziman ku divê hinek partiyên li başûr li dijî bêdengiya hikûmetê bibin xwedî helwest. Dîsa welatiyên herêma Raperîn anîn ziman weke welatiyên Efîrnê li dijî dagirkeriyê ji bo berxwedanê amade ne, daxwaz ji hikûmet û siyasiyan kir ku pêşengtiyê ji bo wan bike.

Alîkara Seroka Koma Tevgera Goran a Parlementoya Başûrê Kurdistanê Dr. Bahar Mahmûd, têkildarî redkirina Sefîrê Tirkiye yê Sefaretxaneya Hewlêr Hakan Karaça a ji aliyê Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî ve axivî.

TEVGERA GORTAN SERDANA ENQERÊ RED KIR

Mamûd a ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku divê hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistnaê helwesta lîderê Tevgera Goran nîşan bide û got: “Serokê me Omer Seyîd Elî hevdîtina Sefîrê Sefaretxaneya Tirkiye ya li Hewlêrê Hakan Karaçay red kir. Ev tê wateya ku em dijminahiya Tirkiye ya li Kurdan erê nakin. Em li bendê ne ku hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê helwesta lîderê me esas bigirin. Ji ber ku pêvajoya em têre derbas dibin divê Kurd bibe yek. Em vê yekê ji hemû partiya hêvî dikin.”

HETA KU DAGIRKERÎ BIDOME WÊ HEVDÎTIN PÊK NEYÊ!

Mahmûd bal kişand ku dewleta Tirk li aliyekê Efrîn dagir kir û li aliyê din li hinek deverên Herêma Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi aliyekê êrîşî Efrînê dike û qelîaman pêk tîne. Heta ku dewleta Tirk van êrîşên dagirkeriyê rawestîne, heta ku dagirkeriya xwe bide sekinandin wê bi nûnerên dewleta Tirk neyên pêşwazîkirin û hevdîtin pêk neyên. Ji ber ku em êrîşa li ser Efrînê di heman demê de êrîşa li ser xwe dibînin. dewleta Tirk li aliyekê Efrîn dagir kir û li aliyê din li hinek deverên Herêma Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Parastina xaka sînor di bin kontrola hikûmeta herêmê de ye. Ji vê rewşê PDK berpirs e. Eger PDK bi erka xwe ranebe, em partiyên din ên siyasî di bin rêveberiya Hikûmeta Iraqê de, ji bo parastina sînorên xwe û pêşiya dagirkeriyê girtin em ê bikevin nava hewldanan.”

DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ LI DIJ DERKEVIN

Endamê Konseya Serokatiya Tevgera Azadî Seyîd Xalid Mûstefa yê têkildarî dagirkirina Efrîn û Başûrê Kurdistanê û êrîşên qirker axiv, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî bibin xwedî helwest.

Mûstefa bal kişand ser tifaqa navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya dagirkeriya li Efrînê dirêjî Başûrê Kurdistanê bûye û got: “Dagirkeriya li ser lihevkirinên navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ya li ser Efrînê hate destpêkirin, êrîşên qirkirinê niha li Başûrê Kurdistanê dom dike. Ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û gelek partiyan ve li dijî vê bêdengî heye. Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê amade bibe di civînekê de ev rewş bê nirxandin. Divê di civînê de li dijî vê dagikeriyê helwesteke netewî bê raberkirin. Niha Tirkiye dest bi êrîşeke ku hemû Kurdan û çar parçeyên Kurdistnaê dagir bike daye destpêkirin. Hikûmeta Başûr bêdeng û ev bi kêrî karê dewleta Tirk a dagirker tê. Divê partî bên ba hev û vê êrîşê bidin rawetandin.

GEL BI HÊRS IN

Li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê gel bi hêrs in. Welatiyê Herêma Raperîn Îvan Elî li dijî dagikeriyê bi van gotina hêrsa xwe anî ziman: “Li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî heye. Niha dewleta Tirk berê dagirkeriya xwe daye Başûrê Kurdistanê. Em weke gelê Başûrê Kurdistanê mîna gelê Efrînê li dijî dagikeriyê em ê li ber xwe bidin. Em weke gel ji bo vê amade ne. Em daxwaz dikin ku hinek pêşengtiyê ji bo me bike.”

Ji devera Raperîn Sara Hoşyar jî bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistan û hinek partiyên siyasî nayê pejirandin û got: “Em li bendê ne ku hikûmet li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûnê raber bike. Divê bi lezgîn bêdengiya hikûmet û partiyên siyasî yên bêdeng bê şikndin û bibin xwedî helwest.”