Başûrê Kurdistanê di nava tozê de maye
Bahoza ji tozê ku demeke li tevahiya Iraqê rabûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyeyê jiyan tevizand.
Bahoza ji tozê ku demeke li tevahiya Iraqê rabûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyeyê jiyan tevizand.
Ji ber ba û bahoza ji tozê ya li tevahiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê rabû, jiyan tevizî.
Li gorî agahiyên hatin girtin heta niha bêhn li sedan kesî çikiya ye, nexweş ketine, lewma çûne nexweşxaneyê.
Bahoza ji tozê bandoreke giran li bajarên Silêmanî, Hewlêr, Helebçeyê kiriye.
Mesafeya dîtinê daketiye asta herî jêr.