Başûr Soran ê li Efrînê şehîd bû li Hewlêrê hate bîranîn

Mihemed Hadî (Başûr Soran) ku di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li Hewlêrê li ser gora xwe hate bîranîn.

Şervanê YPG'ê Başûr Soran 25'ê Çileyê li Efrînê di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Başûr Soran li gundê Îsmaîlawa yê Hewlêrê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn.

Malbatê û hezkiriyên wî kulîlk danîn ser gora wî.

Bavê Başûr Soran Hadî Omer Azîz piştre axivî û diyar kir, ji ber ku kurê wî di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû ew serbilind in.

Azîz diyar kir ew ê xwedî li mîrateya kurê xwe derkeve û li her deverê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide.