Baroyan serdana Malbata Şenyaşar kirin

Baroyên li Kurdistanê serdana Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye kirin.

Serdanên ji bo piştevaniya Emîne Şenyaşara a hevjînê wê û 2 kurê wê ji aliyê Parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hate qetilkirin, her diçe dewam dike. Îro baroyên Riha, Amed, Êlih, Wan, Mûş, Mêrdîn, Dersim, Şirnex û Çewlikê li gel parêzerên malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hidayet nmek, Gokhan Dayik û Bûlent Dûran li gel gelek parêzeran serdana malbata li pişt bendên pêşiya edliyeyê kirin.

Ferît Şenyaşar ê di serdanê de axivî got: “Bi piştevaniya we li ser piyan in. Heta dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Berî ti pirsgirêkên dayika min nebû, niha çavê çepê ji sedî 70’ê nabîne. Diyar dike ku heta birayê min neyê berdan wê tedawî nebe. Dayika min 3 sal in digirî. Li mal û li vir tim digirî. Dîmenên nexweşxaneyê hene lê diveşêrin. 3 kes hatin qetilkirin, 18 sal ceza dane yekê, ew jî ji ber tehrîkkirinê ceza daxistine.”

Dayika Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyşar 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin û got: “Ez nikarim li mal bimînim.Ev çi dewlet e?. Nobeda me kete meha xwe ya 4’an. Çima kes guh li me nabe? Kurê min çima hê girtî ye? Berî bimirim dixwazim kurê xwe li derve bibînim.”

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, piştî malbatê axivî û wiha got: “Malbatê di 9’ê Adarê de li ser derenceyên edliyê dest bi çalakiya xwe kir. Dûre ew derxistin derveyî baxçeyê edliyê. Ji ber ku edalet xwestin hatin binçavkirin. Kesên hatin serdana wan jî asteng kirin.”

Ji parêzerên malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol jî, derbarê dosyeya dozê hin agahî parve kirin û wiha got: “Ez weke parêzer, rûniştina ber avahiya edliyê pir bi êş dibînim. Lêpirsîna siyasî ya di dosyayê de bi awayekê zelal derket holê. Divê lêpirsînek bi bandor bê kirin. Dosya kirin du beş. Em ê israra xwe ya bi cih anîna edaletê dewam bikin. Ev piştgiriya baroyan ji bo em girînge. Em lêpirsîneke bi bandor daxwaz dikin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî, anî ziman ku ew li ser navê hemî parêzer û baroyên li herêmê vê serdanê pêk tînin û wiha axivî: “Ev dosya dosyeya me ye. Me îro xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin bikin, lê ne amade bû. Em li gel wene. Emê hebûna xwe ya li gel we dewam bikin.”

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî, diyar kir ku ew bi têkoşîna malbatê re ne û wiha got: “Rastiya ku 3 sal in dosyeya nexweşxaneyê nehatiye vekirin, kêmasiya pergala hiqûqî nîşan dide. Ji bo ku dosya bê vekirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Heya ku edaleta rast bê bicihanîn, emê ligel malbatê bin.”

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, bi bîr xist ku ew ê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin û ev peyam da: “Em êşa we parve dikin. Emê piştgiriya xwe bi dawî nekin.”

Serokên baroyan ên dûre axivîn jî, soza ku ewê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin dan malbatê.