Baroya Amedê ji bo grevên birçîbûnê pêşniyara ‘navbeynkariyê’ kir

Alîkara Seroka Baroya Amedê Gazel Bayram Kolûman di derbarê çareseriya grevên birçîbûnê, diyar kir ku ji bo navbeynkariyê amade ne. Kolûman daxwaz kir ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn.

Baroya Amedê ji bo bîranîna serokê berê yê Baroyê Tahîr Elçî di hefteya 171’emîn de li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya heftane lidar xist. Gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hat hildan.

Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman anî ziman ku heta niha di dosyeya lêpirsîna Tahîr Elçî de ti tiştek nehatiye kirin.

Koluman bal kişand ser nedana mazbatayên şaredarên di hilbijartina xwecihî de hatine bijartin û got: “Nedayîna mazbataya şaredaran sosret e. Divê YSK biryarên ji bo kesên bi BHQ’ê hatine dûrxistin paş ve bide.”

Koluman got ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd reformên çareseriyê divê bikevin meriyetê.

Koluman bal kişand ser grevên birçîbûnê yên l dijî tecrîdkirina Ocalan û ragihand ew wek baroyê ji bo çareserkirina grevên birçîbûnê yên li girtîgehan amade ne ku rola navbeynkariyê bikin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.