Baroya Amedê: Bila îfadeya Agar û Eken bê girtin

Baroya Amedê li ser daxuyaniyên Sedat Peker gilî kir. Baroyê xwest weke gumanbar îfadeya Mehmet Agar û Korkût Eken bê girtin.

Piştî ku çeteyê dewleta Tirk Sedat Peker bal kişand ser berpirsyariya Midûrê Giştî yê Emniyetê yê berê Mehmet Agar a di kuştina karsazên Kurd de, Baroya Amedê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir.

Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku li bajarên cuda yên welêt gelek caran mirov bi rengekî nehiqûqî hatin revandin, bi zorê hatin windakirin, lêpirsîna der barê van bûyeran de bi rengekî xurt nehate meşandin û beşeke girîng a ji wan bûyeran jî bêceza hatiye hiştin. Li gorî naveroka dîmenêku Peker weşand, Baroyê xwest ku têkildarî kuştinên wê demê tespîta gumanbaran bê kirin û lêpirsîneke xurt bê meşandin.

Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku Peker gotibû, Mehmet Agar li Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk qala kuştina karsazên Kurd kiribû û bi devkî ev yek pêşniyarî Serokwezîra wê demê Tansû Çîller kiribû. Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku sûcên navborî sûcên li dijî mirovahiyê ne, lewma dem di ser re derbas nabe.

Baroya Amedê xwest, Mehmet Agar, Korkût Eken û şexsên mîna wan pêwendîdar weke gumanbar bên dîtin, îfadeya wan bê girtin û dosyayên ku biryara neşopandinê li ser hatibû dayin ji nû ve bên lêpirsîn.