Balafirên şer Qendîlê bombeberan dikin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bê navber bombeyan li Binarê Qendîlê dibarîne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku li ser asîmanên Bînarê Qendîlê digerin herêma Kortek û Suredê bombe dikin.

Tevgera hewayî ya li herêmê didome.