Balafirên şer ên Tirk êrîşî Zap û Heftanînê kirin
Balafirên şer ên Tirk êrîşî Zap û Heftanînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, kirin.
Balafirên şer ên Tirk êrîşî Zap û Heftanînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî yên li Zap û Heftanînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Roja 12'ê Çileyê saet di 15:15'an de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Sida yê li herêma Zapê û saet di 14:20 de jî li qada Dola Bisvîngê ya li Heftanînê barandin."