Balafirên şer ên Tirk bombe li Zê û Metîna barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Zê û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Zê û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Çileyê saet navbera 12:00-14:00 balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdora Ava Zê ya herêma Zê û Girê Heqarî yê li herêma Metîna ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."