Balafirên şer ên Tirk bombe li wesayîta sivîlan barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Mareduy a Piştderê bombe li wesayîta welatiyên sivîl barand.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Mareduy a Piştderê bombe li wesayîta welatiyên sivîl barand.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk a dagirker di saet derdorî 14:45’an de li ser rêya gundê Mareduy a girêdayî bajarokê Jarawe ya herêma Pişder a Raperîn a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîteke sivîl barandiye.
Têkildarî zerer û ziyanên canî û madî agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 24’ê Tebaxê bi tevlîbûna gelek balafirên şer û keşfê (ÎHA-SÎHA) bombe li herêma Silêmanî hatibû barandin û ziyanek mezin gihiştibû jîngehên sivîlan.