Balafirên şer ên Tirk bombe li Şengalê barand -NÛ BÛ-I

Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Şengalê barand. Ji ber êrişê kuştî û birîndar hene. Xelkê Şengalê nerazîbûneke tund nîşanî êrişê da.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro li gorî dema herêmî saet di 12:00 de êriş birin ser sûka Şengalê.

Êriş li dijî wesayitekê hate kirin. Ji ber êrişê 2 kes şehîd bûn, kesek jî birîndar bû. Cenazeyên şehîdan û kesê birîndar birin nexweşxaneya Şengalê.

Xelkê Şengalê çû cihê bûyerê û nerazîbûn nîşanî êrişê da.

Piştre jî çû ber nexweşxaneyê û hîn jî li ber nexweşxaneyê disekine.

Balkêş e ku ev êriş beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ya li Şengalê hate kirin. Hêzên Iraqê jî çûn cihê êrişê.

Endamê Komîteya Parastinê ya Parlamenta Iraqê Elî El Xanimî ji Rojnewsê re axivî û bi zimanekî tund êrişa îro ya li ser Şengalê şermezar kir.

Elî El Xanimî got, "Dewleta Tirk îro li pêş çavên Serokwezîr Kazimî bombe li Şengalê barand. Ev yek ispat dike ku dewleta Tirk bi ti awayî hurmetê nîşanî mafê serweriyê yê Iraqê nade. Nîşan dide ku ti hurmetê nîşanî welatên cîran nade."

El Xanimî ji Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, Wezareta Karên Derve û Parlamenta Iraqê xwest ku li dijî van êrişan bikevin nava hewldanan.