Balafirên şer ên Tirk bombe li bax û baxçeyên gundiyan barandin

HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, zerar li bax û baxçeyên gundê Suryayê yê li herêma Heftanînê bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "balafirên şer 20'ê Çileyê saet 14:30 derdora gundê Surya yê herêma Heftanînê û 21'ê Çileyê saet 20:30'î jî Girê Zendura yê li herêma Metînayê bomberdûman kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bax û baxçeyên gundiyên Suryayê ji ber bomberdûmanê zerar dîtiye.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Ti zerar negihaştiye hêzên me yên gerîla."