Balafirên şer bombe li Bradostê barand

Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li devera Bradost a Başûrê Kurdistanê barand.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Soran û Sîdekan a Bradostê bombe kir û ziyanek mezin gihişte herêmê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên Tirk Sînîn, Bêrkim û Xakûrkê jî bombe kirine.

Rêya ku di navbera Sîdekan û Soran a balafirên şer bombe kir, ji aliyê gelê herêmê û koçeran ve tim dihate bikaranîn.