Balafirên keşfê li ser esmanên Mexmûrê digerin

Çeteyên DAÎŞ’ê 2’ê Sibatê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kiribûn. Piştî şkandina êrîşa çeteyan li Mexmûrê tevgerekî zêde ya balafirên keşfê heye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, ji saetên êvarê ve  balafirên keşfê li ser esmanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pir nizim digerin.

Nayê zanîn bê ka balafir girêdayî kîjan hêzê ne. Li aliyê din liv û tevgera balafirên keşfê li herêmê didome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAÎŞ'ê di 2'ê Sibatê de êriş biribûn ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Çeteyan li Çiyayê Qereçoxê sê şivanên ku pezê xwe diçêrandin birîndar kirin û her du çete piştre bi destwerdana gerîlayên HPG'êre di şer de hatin kuştin.

Li ser 2 DAÎŞ'iyên ku li herêma Mexmûrê sê şivan birîndar kirin û piştre ji aliyê gerîlayên HPG'ê yên Mexmûrê ve hatin kuştin, êlekên bi îmzeya serçete, mal û dermanên Tirk hatin dîtin.