Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bire ser Mexmûrê-NÛ BÛ

Komek ji çeteyên DAÎŞ'ê ku xwestin êrişê bibin ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê gerîlayê HPG'ê ve hate dorpêçkirin. Bi bersivdayÎna gerîlayên HPG'ê re şer qewimî.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, komek ji çeteyên DAÎŞ'ê piştî nîvro hewl dan êrişê bibin ser wargeha penaberan a Mexmûrê.

Gerîlayên HPG'ê ê ku zû bi vê komê hesiya dor lê girtin û pêşî li êrişê girtin.

Hate ragihandin ku di navbera gerîlayên HPG'ê û  koma DAÎŞ'ê de ya dorpêçkirî şer dewam dike.

Li gorî saeta xwecihî 16:00'an koma çeteyan ji aliyê gerîlayan ve hatibû dorpêçkriin. Çavkaniyên li wargehê diyar kirin ku şer didome. Agahiyên zelaltir nehate bidestxistin.