Bakirhan: Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Êlihê de axivî û got: "Heke hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ev gelek hêsan e. Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wek muxatab nîşan dide. Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e."

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan piştî bernameyên li Sêrtê û Amedê, îro jî li Êlihê bû. Bakirhan û şandeya pê re li Sîpan Petrolê ya di ketina bajêr de bi coş hat pêşwazîkirin. Welatî di pêşwazîkirinê de govend gerandin û bi çepik û lîlandinê Bakirhan pêşwazî kirin. Karwanê wesayîta hevserokê giştî derbasî ber avahiya HEDEP’ê ya Êlihê bû. Li qada ku hevdîtina gel hat kirin pankartên wek, “Tecrîdê rake û faşîzmê parçe bike”, “Li dijî talan ekolojiye bikeve tevgerê û xwedî li dîrok û xwezaya xwe derkeve”, “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” û “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hatin vekirin.

Hevserok Tûncer Bakirhan di hevdîtina gel de axivî û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Warê Egîdan, warê berxwedanê, hevalên Mazlûman, Mehmet Sîncaran silav ji we re.” Bakirhan da zanîn ku ew di pêvajoyek gelek zehmet de derbas dibin û got: “Tifaqên qirêj dixwazin li vir tiştekî bikin. Gelê Êlihê bedelên pir giran da. Kedek pir mezin kir. Wê gelê Êlihê di vê pêvajoya zehmet de, di hilbijartina xwecihî de bersiva vê pergala qirêj bide. Ji ber îro em carek din li ba we ne, em gelek kêfxweş û serbilind in. Êlih tevî hemû êrişên pergalê û dijminane jî bi awayek rûmet li ser piyan ma û ev bajarê bi rûmetan e.”

Bakirhan anî ziman ku ew di pêvajoyek pir dijwar de derbas dibin û wiha axivî: “Rojhilata Navîn di şer û pevçûnên dijwar de derbas dibe. Gelê mezlûm ê Filistînê di bin êrişên giran de ye. Em li Êlihê carek din dibêjin ku em li cem gelê mezlûm ê Filistînê ne. Piştevaniya me ya ji bo Filistînê ne meseleya siyasetê ye. Piştevaniya me dirêjî salên 70’yî dibe. Em ne ji bo siyasetê û berjwendiyê xwedî li doza xelkê Filistînê derdikevin. Em Filistînê ji bo siyasetê bikar nayînin. Qaşo yên ku xwedî li Filistînê derdikevin, li dijî Kurdan siyaseta durûtiyê dikin. Zîhniyeta ku dibêje bila li Filistînê sivîl neyên kuştin, li Rojava Kurdan qetil dike û bombebaran dike. Yên ku ji bo Filistînê aştiyê diparêzin, li Rojava li dijî Kurdan şer dane destpêkirin. Em li vir gazî desthilatdariyê û şirîkên wan dikin, hûn neçar in ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd bibînin û bi gelê Kurd re empatî bikin.”

Bakirhan bi bîr xist ku xwediyên Torosên Spî tiştek nema ku neanîn serê xelkê Êlihê û wiha got: “We Sidik Tan’an, Edîp Solmaz’an da vê axê. Rê nedin torosvanên spî û tifaqa Torosên Spî. Destûrê nedin vê yekê. Li Êlihê, li Amedê, li Kurdistanê wê gelê me bersiva guran bide. Ev qeyûm neyarê gelê Kurd in. Divê em ji bo heyama li pêşiya xwe baş bixebitin û bi hêz jê derkevin. Ji bo em polîtîkayên vê pergala qirêj eşkere bikin çi ji destê me were divê em bikin. Em dixwazin xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em dixwazin bi îradeya xwe rêveberiyên xwecihî bi rê ve bibin. Êdî dem dema qewirandina qeyûman hatiye. Ev pergal û qeyûm neyarê Navenda Çandê ya Celadet Bedirxan, peykerê Ehmedê Xanî ne. Bi destê qeyûman dixwazin me bikin Tirk, naxêr em ne Tirk in, em Kurd in. Hemû nirxên gelê Êlih û Amedê talan dikin û nelirêtiyê dikin. Bihostek erd ji bo şaredariyê nehiştin. Hemû firotin û xwarin. Em ê di heyama pêşiya xwe de destûrê nedin tifaqa Torosên Spî. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û deriyên malên xwe ji gelê xwe re vekin.”

Bakirhan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di sedsala yekemîn a komarê de nehat çareserkirin û ew dixwazin ev sedsala duyemîn bibe sedsala demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha domand: “Heke hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ev gelek hêsan e. Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wek muxatab nîşan dide û niha ew li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Rê û navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e. Me di pêvajoya çareseriyê de jî dît ku çi ji destê birêz Abdullah Ocalan hat kir. Li şûna ku hûn biçin li gel wî rûnên û li ser çareseriya meseleyê biaxivin, radibin tecrîdê dijwartir dikin. Li şûna ku ew rê hebe, îcar ev tecrîd çi ye? Dixwazin hemû ciwanên Kurd û gelê Kurd tecrîd bikin û berê ciwanan bidin nava tiryakê. Ev pergal dixwaze bi giştî erdnîgariya Kurdistanê talan bike. Em ê birêz Abdullah Ocalan ku mîmarê çareseriyê ye û hemû girtiyan azad bikin.”

Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bang li xelkê Êlihê kir ku bi ruhê seferberiyê dest bi xebatên hilbijartina xwecihî û xwerêxistinê bikin û ew ê di serdema pêşiya wan bi berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûyînê derbas bibe.