Bakirhan: Desthilatdariya heyî polîtîkayeke gelekî qirêj dimeşîne

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrişê dibe ser her tiştên bi navê Kurdan.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan desteserkirina şaredariyên HDP'î ji ANF'ê re nirxand.

Bakirhan diyar kir ku AKP pandemiya vîrûsa Covîd-19 ji bo xwe weke firsendê bi kar tîne, bi rengekî bêperwa êriş dike û şaredariyan desteser dike.

Bakirhan anî ziman ku ev kiryarên kêfî yên AKP'ê nenaskirina îradeya gel e û destnîşan kir, sîstem ji bo vê sekna bi biryar a Kurdan tehrîk bike çi ji dest tê dike. Bakirhan got, "Ya rast, partiya me û nêrîna partiya me wan gelekî aciz dike. Ji ber ku me li qada rêveberiyên xwecihî modelên ku li cîhanê mînakên wê nehatine dîtin destnîşan kirin. Ji xwe di sala 2016'an de sedema tayînkirina qeyûman karê me yê şaredariya gel bû. Sedemeke din jî ew bû ku me bi karên xwe karîbûn AKP'ê û zîhniyeta wê teşhîr bikin."

'GELÊ ME WÊ QEBÛL NEKE'

Bakirhan bal kişand ser hewldanên AKP'ê ku dixwaze desteserkirina şaredariya rewa nîşan bide, lê belê ev yek li nava civakî nayê qebûlkirin.

Bakirhan got, "Eger li cihekî rêxistinbûneke alternatîf a li dijî zîhniyeta tekperest û otorîter hebe, hingî êriş lê tê kirin. Ji ber ku ji nêrîna me ditirsin. Lewma rêbazên desteserkirinê bi kar tînin. Bêguman ev hemû wê me ji bingeha demokratîk dûr nexîne. Gelê me wê vê qebûl neke û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Heta ku feraseteke ne tekperest û nestatukoparêz bi cih bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tevî ku hevserok û rêveberên partiya me girtîne jî hîn jî jê ditirsin. Ev yek jî nîşan dide ku em di rêya rast de ne."

'ÊRIŞÊ DIBIN SER HIŞ Û BÎRA KURDAN'

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan diyar kir, bi zanebûn êrişên dawî yên desteserkirinê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hatin kirin û got, "Me heta niha gelek desthilatdarî dît, lê belê bi qasî desthilatdariya heyî polîtîkayên ewqasî qirêj nemeşandin. Cudahiya desthilatdariyên beriya niha ji desthilatdariya heyî zêde nîne, lê belê desthilatdariyeke ku ewqasî Kurdan biêşîne, cejna wan li wan biherimîne, desthilatdariyeke ewqasî qirêj nehatibû dîtin. Hewl didin rabirdûya me, sembolên me bêwate bikin. Yanî êrişê dibin ser hiş û bîra gelê Kurd. Hewl didin nirx û sembolên Kurdan tune bikin. Beriya niha jî me girtina partiyan, girtina siyasetmedaran û tayînkirina qeyûman dîtin. Em ê bi sekna xwe heq ji vê derkevin. Ji ber ku em xwediyê vê xakê ne, em rastiyê diparêzin. Yên ku îro dest danîne ser şaredariyên me wê bi pratîka xwe ya qirêj bên bîranîn."