Bajarên Kurdistanê di xizanî û bêkariyê de li rêza destpêkê ne

Polîtîkayên şer ên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne bi daneyên TUÎK'ê careke din eşkere bûn. Li Tirkiyeyê ku newekheviya hatin û çûyînê lê gelekî zêde ye, li bajarên Kurdistanê bêkarî û xizanî li pêş e.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di mijara dahata navxweyî de bajarên Kurdistanê li rêzên dawî ne. Li gorî vê yekê di nava 81 bajarî de Wan, Agirî, Mûş, Bedlîs, Colemêrg di rêzên dawî de ne. Li gorî TUÎK'ê hejmara bêkarên li Tirkiyeyê 4 milyon û 396 hezar e. Wan û Colemêrg ew bajar in bêkarî herî zêde li wan hene.

Di mijara dahata navxweyî de li gorî bajaran bi 3 milyar û 289 milyon lîreyî Dersim, bi 612 milyon lîreyî Erdexan û bi 2 milyar û 250 milyon lîreyî jî Baybûrt di her sê rêzên dawî de ne. Li gorî hesabên dahata navxweyî ya li gorî şexsan jî bi 16 hezar û 194 lîreyî Riha, bi 16 hezar û 68 lîreyî Wan û bi 15 hezar û 121 lîreyî jî Agirî di her sê rêzên dawî de ne.

Di dahata navxweyî ya serê şexsekî de, li gorî daneyên 'Yekîneya Herêmê ya Statîstîkî' de bi 26 hezar û 428 lîreyî herêma TRB1 (Meletî, Xarpêt, Çewlik, Dersim), bi 21 hezar û 868 lîreyî herêma TRC3 (Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt) herêma TRA2 (Agirî Qers, Îdir, Erdexan), bi 18 hezar û 106 lîreyî hreêma TRC2 (Riha, Amed), di rêza dawî de jî bi 17 hezar û 841 lîreyî herêm TRB2 (Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg) cih digirin.

PARA HERÎ ZÊDE JI BAJARÊN TIRKIYEYÊ RE NE

Li gorî bajaran, para herî mezin ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê re ne. Bi rêjeya 46,2 ji sedî ya dahata navxweyî ya tevahiya sala 2018'an ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê re bûn.

Di dahata navxweyî û hatineya serê şexsan de bajarên Kurdistanê di rêzên dawî, bajarên rojava yên Tirkiyeyê jî di rêzên destpêkê de cih girtin. Li Tirkiyeyê ku newekheviya hatine û lêçûnê gelekî zêde ye, li bajarên Kurdistanê bêkarî û xizanî bi giranî derketin pêş. Ambargoya aborî ya ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên Kurdistanê meşand, bû sedem ku xizanî û bêkarî zêde bibe.

LI HERÊMÊ TENÊ QEREQOL Û KALEKOL TÊN ÇÊKIRIN

Şerê ku desthilatdariya AKP-MHP li herêmê dimeşîne, qedexekirina bazirganiya li sînor û qedexekirina derketina li zozanan bûn sedem ku bêkarî û xizanî zêde bibin. Ji ber qedexekirina zozanan bi deh hezarna kesî ji neçarî dest ji sewalkariyê berdan. Li bajarên li ser sînor Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir û Şirnexê bazirganiya li sînor çavkaniya sereke ya debarê ye, lê belê qedexekirina vê yekê bû sedemeke mezin ji zêdebûna bêkariyê re.