Babeşêx: Em ê encama lêpirsîna qetilkirina Çelebî piştî demeke kurt eşkere bikin

Berpirsê Buroya Têkiliyan a YNK’ê Emîn Babeşêx diyar kir ew ê encama lêpirsîna qetilkirina Çelebî piştî demeke kurt eşkere bikin.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê li gel şandeyek Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya di bin Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babeşêx de civiya.

Piştî civînê Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babeşêx têkildarî naveroka hevdîtinê agahî da rojnamegeran û diyar kir ku yek ji mijara wan qetilkirina penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî bû.

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babeşêx ragihand ku kuştina Zekî Çelebî ji aliyê hikûmeta Silêmaniyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dosyayek cidî ye û eşkere kir ku wê di demek nêzîk de encamên lêkolîna kuştina Zekî Çelebî belav bikin û got: “Em di nava lêkolînê de ne. Ew kesên ku xelkê dikujin, li ku derê bin wê werin girtin. Li kîjan bajarê Kurdistanê be wê ji bo girtina wan hewldan werin kirin.”

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babeşêx têkildarî bombebarana îro ya li bajaroka Axcelar jî got: “Em ne li gel şîdet û kuştinê ne. Em bi her awayî li dijî şîdetê ne û naxwazin jiyana gel têkeve xetereyê”