'Azadiya bê Ocalan azadiyeke kêm e'

Hediye Kilinç der barê kampanyaya  TJA’yê de got, "Ji bo civak azad bibe, jin azad bibe divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe."

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê roja 19’ê Tebaxê li Stenbolê bi dirûşma "Wê tecrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve" starta kampanyayê da. Piştgiriyê ji bo kampanyayê didomin. TJA’yê di 3’ê Tebaxê de bi dirûşma ‘Em qirkirina jinê rawestînin, jiyanê azad bikin’ li Êlihê starta wê da. Jinan eleqeyek mezin nîşanî her du kampanyayan da. Endama DBP Desteya Rêveberiya Navendî û aktîvîsta TJA’yê Hediye Kilinç diyar kir ku di çarçoveya kampanyayan de pêvajoyeke mezin ya xebatan hatiye destpêkirin.

'TECRÎD POLÎTÎK E'

Hediye Kilinç got, TJA’yê di civîna xwe ya navberê de hinek biryar girtine û li ser van biryaran bi kampanyayan çalakî û bernameyan wê xurt bikin. Kilinç anî ziman ku di pêvajoya dawî de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî qirkirina jinan û îstîsmara zayendî ya li hember zarokan starta kampanyayan dane û wiha pê de çû: "Em der barê Birêz Abdullah Ocalan de agahiyê nagirin. Hevdîtin pêk nayên. Ev ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Li ser vê me xwest em bikevin nava tevgerê. Hûn dizanîn tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan polîtîk e û rasterast jinê eleqedar dike."

'TÊ XWESTIN KU TEŞEYEKÎ BIDIN CIVAKÊ, JINÊ'

Hediye Kilinç di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Ji bo civak azad bibe, jin azad bibe divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û tecrîda li ser bê rakirin. Ji bo tecrîd rabe em  jin çi ji destê me bê em ê bikin. Li dijî jinan êrîş pêk tên. Ev êrîş ne êrîşên mêr, di bin kontrola zîhniyeta dewletê de pêk tên. Mêr ji dewletê hêzê digirin, tecawizê jinan dike, qetil dike, tacîz dike, jiyanê li jinan teng dike. Ev veguheriye êrîşeke sîstemî."

'DIXWAZIN JINAN BIKIN KOLE'

Hediye Kilinç destnîşan kir, ku li dijî van êrîşan sekn û nêzîkatiya divê bê nîşandan, rêxistinbûn û yekîtî ye û wiha pê de çû: "Li dijî êrîşan divê em jî rêxistiniya xwe zêde bikin. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji ber vê wek tecrîda jinê dibînin. Pratîka li pêş me vê nîşan dide. Dixwazin jinan bikin kole û têkoşîna wan ya jiyanê asteng bikin. Ji bo vê me di 19’ê Tebaxê de starta kampanyaya xwe da. Berê jî me li Êlihê dabû."

Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li hemû navend û navçeyan pêvajoya çalakiyan bê destpêkirin û rêxistinbûna jinê pêk bînin.