Aykût ê duh hate girtin, rakirin nexweşxaneyê
Abdi Aykût ê li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hate êşkencekirin û duh hate girtin, ji ber giranbûna rewşa wî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ,rakirin nexweşxaneyê.
Abdi Aykût ê li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hate êşkencekirin û duh hate girtin, ji ber giranbûna rewşa wî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ,rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa tenduristiya Abdi Aykût ê li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîn a Mêrdînê bi derbkirinê hat binçavkirin û paştre hate girtin, her diçe girantir dibe. Her çendî malbat û parêzerên wî diyar kirin ku rewşa wî nebaş e, lê dozgeriyê dîsa jî biryara girtina Aykût da.
Aykut ê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rewşa wî giranbû. Duh êvarî Aykût rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Malbata Aykût ê ku têkildarî tenduristiya wî ti agahiyên zelal negirtin ji rewşê bi fikar û metirsîdarin.