Ayata: Tirkiye bûye navenda terorîzmê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku ji ber rêveberiya AKP-MHP'ê Tirkiye bûye navenda terorîzma cîhanê û got, çavkanî, têkilî, fînansman, perwerde û stargehên ji bo vê terorîzmê, ji aliyê hikumeta Tirk ve têne pêşkêşkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata anî ziman ku dewleta Tirk a bi serkêşiya rêveberiya AKP-MHP'ê bi karê hilweşandin, şewitandin û tepisandinê radibe; nebaşiyê li her derê belav dike û destnîşan kir ku bi vî rengî civaka Tirkiyeyê jî rizandiye.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata re wiha ye:

Di vî şerî de ya ku li dijî Kurdistanê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêdetir dibe, ev qonaxa niha tê çi wateyê?

Em dikarin berxwedana li Kurdistanê û lêgerîna dewleta Tirk a ji bo têkbirina vê berxwedanê wekî qonaxa dawî ya hesappirsîneke mezin a dîrokî binirxînin. Ev şer 40 sal in didome û niha jî em di qonaxa fînalê de ne. Ji ber ku faşîzmê hemû hêzên di destê Tirkiyeyê de bi kar anî. Niha jî çekên kîmyewî, bombeyên bandora wan zêde bi kar tîne. Jixwe artêşeke wê ya mezin hebû. 70 sal in ketiye NATO’yê. Xwedî hemû derfetên NATO’yê ye. Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin, bi tenê li dijî Kurdan şer kiriye. Ev aliyê dîrokî yê vî tiştî carinan nayê dîtin. Ji xeynî vê şerekî artêşa Tirk tune. 
Di sala 1974’an de operasyona li Kibrisê heye. Ne rast e ku mirov wê wekî şer bi nav bike. Operasyoneke basît kirine. Hewldaneke demkurt bû û artêşa Rûm şer nekir. Şerekî ku em dizanin pêk nehat. Bêguman Kibris dagir kirin. Jixwe berê jî kontragerîla wê derê tevlihev dike û zemîna dagirkeriyê amade dikir. Lê ji xeynî wê hemû hêza xwe ya hewayî, hemû hêzên xwe yên legal û îllegal, kontragerîla, Hîzbûllah, Jîtem, ji Mehmet Alî Agca bigire heta Mehmet Agar û ji wir heta SADAT’ê ya ku dewletê ew kirine çete û heta çeteyên DAÎŞ û Nusrayê, hemû derdor û metodên derqanûnî û xwînxar li hemberî Kurdan şandin qadên şer.

Dewleta Tirk ev şerê topyekun bi tena serê xwe meşand?

Bêguman bi tena serê xwe ev şer nemeşand. Ewqasî çavkaniyên Tirkiyeyê tunebû. Ji ber ku şerê gerîla şerekî giran e. Ne bi tenê mesrefên çek û cebilxaneyê yên şer e, bandorê li aliyên civakî, psîkolojîk, dîplomatîk û siyasî jî dike, mesrefa wê gelekî giran e. Ji ber vê jî heke Tirkiyeyê ji NATO’yê piştgirî nestenda, bi pêşengiya Emerîkayê PKK terorîst îlan nekira û ew neavêta derveyî meşrûiyetê, çek û derfetên xwe nû nekira, dewleta Tirkiyeyê ya faşîst wê nikaribûya ev şer evqasî bidomanda. 
Ji ber ku tevgera ku bi pêşengiya PKK’ê geş bû ji serhildanên Kurdan ê klasîk cihêtir bû. Ji serhildana Şêx Seîd heta ya Dêrsimê xebatên Kurdan ên rêxistinkirin, amadekariya şer, avakirina taktîk û stratejiyan û avakirina rêxistinan evqasî ne berfireh bû. Bêtir dewletê xwe amade kiriye û êrîş kiriye. Ji bo şer zemîn ava kiriye û provoke kiriye. Ji ber vê hemû hêman bi kar aniye. Sûd ji nakokiyên di navbera Kurdan de wergirtiye. Ji ber vê jî bi giştî hemû berxwedan û têkoşîn di asta herêmî de û di nav qadeke teng de maye. Ev jî piştî demeke kurt hatine têkbirin.
Mirov dikare hêza dewletê bide ber ya îro, lê meseleya esasî ne ew e. Artêşa wê heye, burokrasiya wê heye, çapemenî û medyaya wê heye, dîplomasî heye, têkiliyên wê yên bi derve re heye.  Amadekariyên wê berfirehtir e. Budçeya wê heye, budçeya dewletê tê bikaranîn. Aliyê hember jî ji van tiştan mehrûm e. Nikare şerekî rêxistinkirî yê gerîla jî bimeşîne. Dema ku qadê jiyanê ji hev belav dibe, gund vala dibin, qetlîamên sivîl tên kirin,  tevger jî nikare li ser xwe bimîne û ew jî belav dibe. Bi van tiştan re jixwebawernekirina Kurdan zêdetir bûye. Hesteke wisa çêbûye ku mirov nikare li hemberî dewletê bi ser bikeve. Nirxandinên wekî ‘Em nikarin dewletê têk bibin, dewlet her dem xurt e, her dem wê bi ser bikeve, divê mirov ne li hemberî wê be’ xwe di dilê civakê de bi cih kiriye. 

Wezareta şer a Tirk her roj hejmarên miriyan ên bi hezaran dide. Bi van nûçeyên mirinê yên wekî mizgîniyê didin raya giştî ya Tirkiyeyê re dixwazin çi ava bikin?

Hûlûsî bûye wezîrê cenazeyan. Wezîrê mirinan. Dibêje ‘Me ji sala 2015’an û heta niha 35 hezar terorîst bêbandor kiriye.” 35 hezar kes dike 35 hezar malbat. Ev ji nav civakakê hatine. Di nav erdan de mezin şîn nehatine. Malbatên wan hene, cîranên wan, eşîr û xizmên wan hene. Tu di nav civaka Kurdan de şînê belav dikî. Bi vî awayî tu cenazeyan dişînî her derê. Yanî tu wê wekî pîvana serkeftinê, bîlançoya xwepesinandinê didî. 

Bi van tiştan re şerekî psîkolojîk didin meşandin. Mirov bala xwe bidiyê çi tiştên aîdî mirovayetiyê hebe, derketine derveyî wê. Zimanê wan gelekî qirêj û jehrî ye. Hurmeta wan ji miriyan re tune. Nabêjin me 35 hezar kes kuştine. Têgehên ji bo aqil û wijdanê civakê xumamî bikin, bi kar tînin. Mirov lêkolîn û analîzê bikin, wê were dîtin ku di warê aqilê xwe ji bo tiştên xerab bi kar tînin wê di dinyayê de bibin yekemîn. Wan Hîtler jî derbas kirin. 35 hezar terorîst, ne mirov in, malbata wan tune. Qaşo ev qas terorîst kuştine.

Ev hejmar jî dikarin werin nîqaşkirin. Ev li Rojava tê fêmkirin. Her roj dibêjin me li sînor 5,10 terorîstên ku dixwestin sînor derbas bikin û çalakiyan bikin, kuştine. Piraniyan van nûçeyan derew in. Ji ber ku Sûriye cihekî deşt û rast e. Li ser sînorê Tirkiyeyê dîwar hatine lêkirin. Li cihên ku dagir kirine, kamera û mobese hene. Jixwe kes nikare nêzî wan deran bibe. Li ser xeta sînor bi sedan kes kuştine. Saziyên mafên mirovan bi şênberî diyar dikin. Rêveberiya Xweser bi şênberî diyar dike. Cenaze hene. Çi kesên nêzî sînor dibin, dixwazin sînor derbas bikin, li ser erdên xwe tên kuştin. Kes hesap napirse.  Lê gelo çima ev YPG’yî her roj pênco pênco diçin xwe bi Tirkan didin kuştin. Qey aqilê wan tune. Qet tiştekî ji taktîk û şer fêm nakin. 

Wezareta fermî nûçeyên wisa her dem diweşîne. Di binê vî tiştî de nêteke xerab heye. Dixwazin nêrînekê ava bikin. Ji hemû civakên dinyayê û dewletên wê re vî tiştî dibêjin ‘Li ser me gef heye, sînorên me ne ewle ne. Her roj tacîzî sînorên me dikin. Ji ber vê em êrîşî Sûriyeyê dikin. Ji bo ku em terorê biqedînin em van tiştan dikin.” Lê li Sûriyeyê hemû dinya heye. Kontrola hewayî di destê Emerîka û Rûsyayê de ye. Îngîltere heye, Fransa heye. Koalîsyon heye. Kurdan tu carî ji Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê nekirin. Hêzeke wan a êrîşê jî tune. Nêteke wan a wisa jî tune. Rêxistinên îstîxbaratê, keşif, balefir û wesayîtên wan ên fezayê hemû li van deran çavdêriyê dikin. Balefirên Kurdan tune. Tank û artêşa wan tune. Gelo çima êrîşî Tirkiyeyê bikin? Bi ser de ji bo êrîşî Tirkiyeyê bikin nehatine. Li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. DAÎŞ’ê êrîşî wan kirine, wan jî li ber xwe dane. Li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. Koalîsyonjî hatiye tevî Kurdan li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. 

RÊVEBERIYEKE KU XWE SPARTIYE HILWEŞANDINÊ

Li dinyayê tu kes tuneye ku raporekê amade bike bibêje Kurdan ji Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê kirine.  Tirkiye bi nûçeyên derew û feraseta xwe, her dem bi gef û şantajê dixwaze Sûriyeyê û Kurdên li Sûriyeyê di bin zextan de bihêle. DAÎŞ’ê xurt dikin û jê re qadê vedikin. Li Sûriye û Rojava bêîstîkrarî, bêbawerî, tirs û panîkê ava dikin. Koçberiyê ferz dikin. Li hundir tevlihevî, sûîkast, sabotaj û êrîşên sîxurî dikin. Ji bo texrîbkirina civakê çi hewce bike dikin. Çi xerabî hene ku mirov dikare li cîranê xwe bike, ew dikin. Tu mantiqa vî tiştî tune. Evqasî neheq, evqasî yekalî û zalimane. Kurd tiştekî ji Tirkiyeyê naxwazin, tu daxwazeke wan tune.  Dibêje dev ji min berde, min nekuje, nêzî min nebe. Ez dixwazim di nav civaka Sûriyeyê de bijîm.  Pirsgirêkên me yên navxweyî heye, em ê bi rêyên demokratîk çareser bikin. Em ê li hev bikin û bibin yek.  Di nav Sûriyeyê de çi pirsgirêk tuneye ku çareser nebe. Hilweşandin jî heye dijwarî jî hebe wê çareser bibe. Ji ber ku ev zarokên heman axê ne. Biryarên wan ên hevpar hene. Wê bi hev re bijîn. 
Rejîm dibêje bila wekî berê be. Gelê li qadên xweser jî dibêjin bila demokratîk be. Ev ne pirsgirêkên wisa ne ku neyên çareserkirin. Lê Tirkiyeyê bala xwe daye ser hilweşandin û şewitandinê. Mejî, ruh û feraseta wan a wekî çavkaniya xerabiyê, xwe li ser xerabiyê ava kiriye. Vî tiştî li derdora xwe belav dike. 
Erê ji ber vê li Tirkiyeyê derdorên demokrasî, çepgir û sosyalîst û him jî hemû beşên gelê Kurd bi taybetî jî ciwan û jin li hemberî vê bêhurmetî, biçûkdîtin, pelçiqandin, vederkirin û dijminatiyê divê rêxistinkirina xwe xurt bikin û dengê xwe bilindtir bikin. Bêguman berxwedan û hayjêbûn heye. Em nikarin vê helwesta civakê biçûk bibînin. Li hemberî evqas êrîşên faşîst li her qada jiyanê berxwedanek heye. Lê divê em zûzûka vî tiştî hilweşînin  û derbas bikin. Ji ber ku texrîbatê dike, xisarê çêdike. 

Paralelî berxwedana li çiyayan li ser bajarên Kurdan jî rêveberiyeke awarte heye. Li ser civaka Kurdistanê fûryayeke çawa ya êrîşê heye?

Erê gerîla di şer de rola xwe bi cih tîne. Lê di bin barekî giran de ye. Tirkiyeyê li bakur li ser gel zexteke mezin çêkiriye. Gotin şerê xendeqan û şerê bajaran ji xwe re serfiraziyeke mezin ava kir. Bi sedan kes kuştin. Qanûn danîn aliyekî. Nahêlin ku gel hilmê bistîne û xwe rêxistin bike. Li zanîngehan li cihên sivîl di nav civakê de kî xwe bilivîne wan diavêjin girtîgehê. 
Li cihên wekî Colemêrg û Wanê bi salan e meş, civîn û xwepêşandan hatine qedexekirin. Di warê fermî de ew der wekî  herêma rewşa awarte nehatiye îlankirin.  Rêveberiya tund jî lê nehatiye îlankirin. Mafên qanûnî û qanûn hatine sekinandin. Walî daxuyaniyê dide dibêje 15 rojan hatiye qedexekirin, 15 rojên din jî hatiye qedexekirin.  Tu kes îtîrazî vî tiştî nake. Tiryak, fihûş, sîxurtî, sirgun, koçberkirina ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê, teşwîqkirina cerdevaniyê, dixwazin hemû kesan têxin nav sûc û li hemberî Kurdan dijminatiyeke mezin dike. Ev dijminatî ne bi tenê kuştina Kurdan e.  Dema mirov kesên li çiyayan kuştine û kesên li bajaran kuştine bidine ber hev, kesên li bajaran kuştine zêdetir in. Tu mirovan têxe nav tiryakê û tu wan bikî muptela, tê wateya ku tu wan qetil dikî. Ew kes êdî nikare di nav civakê de bijî, ew ê zemîna civakî winda bike. Wê civakê texrîb bike û ji hundir ve civakê bide hilweşandin. Tirkiye dixwaze qirkirinê wisa temam bike. Bi kuştin, hejarkirin, avêtina ji kar, bi koçberiya darê zorê, bi teslîmgirtinê, bi ferzkirina stûxwariyê, bi sîxurkirinê, wan têxe nav fihûş û tiryakê dixwaze civaka Kurdan û neteweya Kurd ji holê rake. Dibêje bila ne li cem hev in, nekaribin li rûyê hev binihêrin. Girêdanên manewî, hevgirtina mirovî, hevkarî, lêgerîna heq, edalet û wijdan, van hemû tiştan betal dikin.  Jixwe di hedefa şerê psîkolojîk de dil û mejî heye.  Mirovên ku wijdanê wan kor bûye, nikarin tiştên rast û çep ji hev derxînin, wê nikaribin bi zelalî bifikirin û biryarên rast bidin. Ji ber vê evqasî derewan dikin, bi milyar dolaran pereyan xerc dikin, ji bo ku civak tiştên rast nebîne, li gorî tiştên rast, heq û edaletê tevnegere, van tiştan dikin.
Di vî warî de Tirkiye ketiye nav texrîbateke mezin. Heke tu Kurdan tune bihesibînî, tu wan bipelçiqînî, tu civaka Kurdan bêyî îrade bihêlî û wê bêwijdan bikî, tu çavkaniyên wê ji bo tiştên xerab bi kar bînî, li ser navê ku ez li dijî Kurdan bi kar tînim tu çavê xwe ji kesên sûcdar re bigirî wê li holê ne civaka Tirkiyeyê û ne jî hebûneke Kurdan a bi tendirust wê bimîne. Wê hemû birize. Erdogan her derê dirizîne. Di qada navneteweyî de jî têkiliyan dirizîne. 

Hin organîzasyonên Kurd ên mîna PDK'ê çima li hemberî vê rewşê bêdeng in?

Di nava Kurdan de hevkarên mîna PDK'ê hene. Ji xwe ev derdekî bi serê xwe ye. Niha Tirkiye her roj êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Balafirek radibe, yek dadikeve. Tirkiye plana xwe ya 'herêma ewle' ya bi kûrahiya 30 kîlometreyî ku ji bo Sûriyeyê qalê dike, li Iraqê pêk tîne. Dixwaze seranserê sînor bixe bin kontrola xwe. Bi dehan baregehên leşkerî çêkiriye. Cih û warê sivîlan li jiyanê diherimîne. Gundan vala dike. PDK rê dide wê. PDK jî guneh dixe stuyê PKK'ê. Ji Tirkiyeyê re tiştekî nabêje. Ewqas sivîl têne qetilkirin. Peyameke sersaxiyê jî naweşîne.
Dibêjn 'Operasyona pençe kîlît'. Yanî dixwaze sînoran li Kurdan asê bikin, Bakur û Başûr ji hev qut bike û li wir qadên gerîla têk bibe. Dibêje ez ê kilît bikim. Ya rast beriya ku vê bike, devê Barzanî kilît kiriye. Bala xwe bidinê kilîda esasî li devê Barzanî xistiye. Devê wan venabe. Ji bo xêr û başiya gelê Kurd gotinekê jî nakin. Xwe lal kirine. Di heman demê de bi rengekî veşartî hewldana wê yekê dikin ku Tirkiyeyê li wir bi ser bixînin, qadê ji gerîla vala bikin, bitepisînin û temamiya Başûrê Kurdistanê radestî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bikin.
Niha jî çekê dide destê Tirkmenan. Di nava Tirkmenan de ji xwe bi salan e karên sîxuriyê têne kirin. Nava Iraqê tevlîhev dikin. Dibêjin; eger em Kurdan bieciqînin, Rojava tasfiye bikin, hîn bi xurtî li Başûr bi cih bibin, belkî karibin Kerkûk û Mûsilê bi dest bixin. Hesabê wan bi vî rengî ye. Niha îlan nakin, lê belê pêwendiya vê yekê bi êrîşên dagirkeriyê re heye. Di van êrîşan de bi ser bikevin ji xwe wê li wir bi cih bibin. Bi bikaranîna Tirkmenan wê Kerkûk-Mûsilê desteser bikin. Şefê faşîst Erdogan dibêje 'Kerkûk Tirk e', hebûna Kurdan a li wê derê qebûl nake. Ji xwe Kerkûk ji destê Kurdan derxistin. Li pêş çavên xelkê Başûr di pêvajoya qaşo referandûmê de bi Bexda û Îranê re li hev kirin û Kerkûk û Germiyan bi temamî ji Kurdan standin. Niha jî li herêmên Kurdan ên li Kerkûkê Ereban bi cih dikin. Kurdan ji wir diqewirînin. Nûçeyên bi vî rengî gelek caran dikevin rojevê.
Li ti devereke cîhanê Tirkiyeyê daxuyaniyek nedaye û negotiye neheqî li Kurdan tê kirin. Li ti cihî piştgirî nedaye Kurdan. Kîjan parçe dibe bila bibe. Ji ber ku ew bi xwe dijminatiya herî mezin dike. Di dijminatiyê de serkêşiyê dike. Dixwaze dewletan hemûyan, welatên cîran tevlî dijminatiya li Kurdan bike. Naxwe wê çima biçe bi Beşar Esad re biaxive? Wê çi jê re bibêje? Gelo wê bibêje, 'Ez poşmanim, ez ê tazmînatê bidim. min febrîqeyên we talan kir, berhemên we yên dîrokî wêran kir, petrola we talan kir. Li Efrînê daran, zeytê talan dikin. Em xemgînin?' Gelo wê bibêje, 'Artêşên me vedikişin, em dawî li dagirkeriyê tînin, me şaşitî kir, me fêhm kir?' Wê tiştekî bi vî rengî neke. Tenê dixwaze bibêje, "Me bi van rêbazan, bi hevkariya Emerîka-Rûsyayê Efrîn, Serêkaniyê bi dest xist, lê nekarî Kurdan biqedîne, tasfiye bike. Herêmên Xweser li ser piyan ma. Tu ji jêrê, ez ji jorê em wan tengav bikin, tasfiye bikin. Mijarên din ew mesele ne, ku piştre bazarî li ser bê kirin." Erdogan, dagirkeriya Tirk li her cihê ku diçe, nebaşî û belayê dibe. Ti carî bi başî neaxiviye, bi wekhevî û rêzdarî nêzî edalet, hiqûq û hebûna gelan nabe. Dema ku hêza xwe têrê bike, ferz dike, zextê dike. Di dema dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de Yekîtiya Ereban Tirkiye rexne kir, dagirkerî şermezar kir. Erdogan bi quretiyeke mezin axivî, Ereb biçûk xist, got ku ti qîmetê wan nîne. Got, 'Tu dewletên Ereb hemûyan komî ser hev bike, nabe Tirkiyeyek'.
Ev ne gotinên welê ji ber xwe ve hatine gotin. Ji ber ku ne kesekî nûgihayî ye. Bi dehan sal in dewletê bi rê ve dibe. Mekanîzmaya dewletê di destê wî de ye. Çek û artêş xistiye destê xwe û tundiyê, milîtarîzmê, zordariyê li cîhanê belav dike. Çeteyan li dora xwe kom dike û li cîhanê belav dike. Tirkiye niha navenda terorîzma cîhanê ye. Çavkaniyên terorê, têkilî, fînansman, perwerde, stargeh hemû di ser Tirkiyeyê re têne kirin. Komên çekdar, çeteyên terorê, DAÎŞ'î, El Nûsrayî, nizanim komên çekdar ên ji Asyayê hatine nikarin xwe li ti welatî bistirên. Tirkiye nikare bibêje ev komên çete xwe li Sûriyeyê distirîne. Ji ber ku nikarin li Sûriyeyê bimînin. Ne Herêmên Xweser, ne jî Beşar Esad qebûl nakin. Li dijî wan şer dikin. Li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kiriye xwe distirên. Tirkiye wan vedihewîne. Ev tercîheke. Ne tiştekî bi şaşitî hatiye kirin. Nava Tirkiyeyê tijî bûye, nediyar e ku wê dema bê çi bikin.

Piştî gefa Erdogan a li ser Rojava, li qada navneteweyî dîplomasiyek bi rê ve diçe. Dewleta Tirk hewl dide şirîkan ji dagirkeriyê re peyda bike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Tirkiye bi Pûtîn re, bi Îranê re hevdîtinan dike. Hewl dide li dijî PKK'ê tifaqan ji xwe re çêbike. Ji bo hilweşandin û eciqandina Rojava, piştgiriyê dixwaze. Dixwaze planên nû yên dagirkeriyê bi wan re bike. Lê belê Erdogan di çapemeniyê, di nava raya giştî de ti carî qala El Nûsra nake. Eşkere nake bê çima li Idlibê artêşa Tirk wan diparêze. Pûtîn got, 'Em bi hev re li dijî terorîzmê têbikoşin, paqij bikin, bi hev re koordîne bikin', hingî Erdogan eşkere kir. Lê belê yekane tişta ku Erdogan jê fêhm dike Kurd e, YPG ye, QSD ye. Ti carêı navê çeteyan û rêxistinên mîna El Nûsra bilêv nekir.
Dibêje ji cîhanê re radigihînim; qaşo qada bi kûrahiya 30 kîlometreyî ya sînorê Sûriyeyê 'herêma ewle' ragihandiye. Qaşo wê kontrola bike. Wê li wir Kurd nemîne, 'terorîst' namîne. Mebest ji vê gotinê jî Kurd e. Eger niha li Efrînê terorîst hebe, ew çeteyên wî ne ku bi xwe dagirtiye. Çima nahêle ku Kurd vegerin cih û warê xwe? Xaka xwe ye, milkê xwe ye, tapûyên xwe hene. Daran, darisrtanan talan dikin. Bi salan e Efrîn bûye cihekî destavêtin û talanê. Li herêma ku Tirkiyeyê dagir kiriye Kurd nikare bijî. Hêzên beradayî li dora xwe civandiye û li her derê êrîşî gel dike. Dema ku tengav dibe dibêje 'ez ê korîdora terorê' tune bikim, ne Kurdan. Çima, timî Kurdan weke terorê nîşan dide? Çima terora Tirkiyeyê ti carî nayê dîtin, gelo terora Tirkiyeyê rewa ye? Welatên cuda dagir kiriye, hewl dide bi zordarî nifûsa wê belav bike û li gorî xwe nifûsekê lê bi cih bike.
Li pêş çavên cîhanê bi rengekî eşkere zordariyê dike. Vê yekê jî di bin navê siyaseta dewletê de pêşkêş dike. Piştî bazara veşartî ya bi Rûsya û NATO'yê, niha jî ji rejîmê re dibêje, 'Em li hev bikin, bi hev re herêmê ji Kurdan paqij bikin û piştre li ser pirsgirêkên din li hev bikin'. Bêguman ew çeteyên ku bi navê muxalefeta Sûriyeyê li dora xwe kom kiriye mîna hestê Trûva ye. Wan dide kuştin, wan dehf dide pêş û bi vî rengî Sûriyeyê dagir dike. Kuştina leşkeran nikare bide ber çavên xwe, Tirkiye nikare vê bide ber çavên xwe. Tevî ku li welêt vedişêre jî bêguman ev pirsgirêkeke mezin e. Bi tiştên li Tirkiyeyê diqewimin nizane, muxalefet dikare siyasetê bike, lê hemû jî şirîkên sûc e. Ji sedî 90 ê çapemeniya Tirkiyeyê di destê AKP'ê de ye. Niha li çiyê gelek leşker dimirin, hejmara wan kêm caran parve dikin. Civaka Tirkiyeyê saziyên çapemenî weşanê yên Kurdan naşopîne. Lewma haya xwe ji rewşê nîne. Beşek ji kesên medya dîjîtal dişopînin haya xwe ji rewşê heye. Lê pirsgirêka Kurd bûye hesasiyeta dewlet û civakê.
Dixwaze bibêje; em heq, hiqûq û edaletê bidin aliyekî, Kurdan bieciqînin, bi navê laîktî û azadiyê binixumînin. Ji xwe cîhan hînî durûtiyeke bi vî rengî bûye. CHP niha li hemberî Erdogan muxalefetê dike. Xwe ji hilbijartinê re amade dike, bi 6 partiyan re li hev dike. Pirsgirêkên aboriyê, enflasyonê dinirxîne. Mînak, êrîşa dawî ya li dijî mamosteyan şermezar kir, xwedî lê derket, lê belê dema mesele dibe Kurd bêdeng dibin. Li Tirkiyeyê ji bo vemirandina şewata li daristanan fîloya balafiran, helîkopter nîne, qiyametê radikin. Lê belê li Kurdistanê daristan dişewitin, li Bestayê, li Efrînê bi milyonan dar têne birîn. Her roj bi balafiran bombe li Başûrê Kurdistanê têne barandin, lê gotineke bi tenê nakin.

GOTINÊN 'EM Ê BI ŞAMÊ RE RÛNÊN'

Tirkiyeyê li Zaxoyê bombardûman kir. 9 zarokên Ereb, sivîl qetil kir. Li Iraqê bû sedema nerazîbûneke mezin. Erdogan bi rûyê xwe yê derewîn ê klasîk li nava çavê her kesî nihêrî û got, 'Me nekiriye'. Li ser sûc hate zevtkirin. Lê belê muxalefeta Tirkiyeyê, muxalefeta bûrjûva CHP jî di nav de negotin, 'em çima vê dikin. Dawiya vê wê çi be, çima li dijî Kurdan me welatên cîran kiriye qada şer. Em diçin û tên'. Kiliçdaroglû dibêje, 'Em ê bi Beşar Esad re hevdîtinê bikin, bi cîranên xwe re hevdîtinan bikin. Em ê bi dahol û zirneyê Sûriyeyiyan bişînin'. Baş e tu yê çawa bişîne? Artêşa te li wir e, te dagir kiriye. Yanî gelo peyveke muxalefeta Tiriyeyê li ser mijara dagirkeriyê nîne? Gelo rewa ye? Eger tu yê bi ser bixîne, tu yê destê xwe ji nava welatê cîranê xwe bikişîne, hingî tu yê dijminatiyê neke, tu yê artêşa xwe vekişîne. Te li wê derê li dijî bi deh hezaran mirovî, lid ijî artêşa Şamê bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' artêşeke cuda ava kiriye. Herêmên ketinê dagir kiriye. Piştre jî tu yê rabe bibêje penaberên Sûriyeyê ji bo me bar e. Tê wê wateyê; Erdogan ev anîn bi kar anîn, lê kar dirêj dewam kir, nekarî encamê bi dest bixe, nekarî Esad hilweşîne. Niha jî em biavêje ser Esad û vegerînin, wê mesele çareser bibe.

Rewşa penaberên Sûriyeyî bi gefên dagirkeriyê careke din kete rojevê. Gelo penaber bandoreke çawa li hevsengiya hundirî û derve ya Tirkiyeyê dike?

Niha bandorê li hevsengiyên hundirîn dike. Dibêjin nizanim ji milyonek penaberên Sûriyeyî re welatîbûna Tirk hatiye dayin. Dixwazin van di hevsengiyên siyaseta navxweyî de bi kar bînin. Qaşo Sûriyeyî vehewandine. Ev hemû ji bo armanca siyasî bû. Civaka Ereb gelekî hate biçûkxistin. Weke hêzeke erzan a kar hate bikaranîn. Li cihekî nehatin bicihkirin, bi mafên xwe yên civakî nehatin xebitandin. Belav kirin, li karên herî xeab bi erzanî hatin xebitandin. Hinek jiw an li vê mikur tên. Eger ev hêza erzan a kar biçe wê aboriya Tirkiyeyê zehmetiyan bikişîne. Li hemberî Ewropayê kir mijara bazarê. Ewropa dîl girtin. Welê li welatê Ewropayê kir ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan, şer, komkujî, destavêtinên li Tirkiyeyê dengê xwe nekin. Tirkiye wê bikeve nava Yekîtiya Ewropayê. Wê pîvanên Kopenhagenê bi cih bianiya. Niha berevajî vê yekê dibe.