Avesta: Gerîla li Metîna û Zapê li ser xeta Zîlanê li ber xwe didin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser xeta Zîlan û Sema Yuce li ber xwe didin û got “Divê gelê me ji her demê zêdetir li dora gerîlayan bibin xeleq.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya di Stêrk Tvyê de bû û di beşa duyemîn a roportajê de derbarê şehîdên meha Hezîranê û kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî nirxandinên girîng kir.

Avesta di şexsê Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce, Fîlîz Yerlîkaya (Gulan), Leyla Agirî û Fîkrî Baygeldî de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got “Di meha Hezîranê de çalakiyên fedaî hatiye kirin. Çalakiya heval Zîlan jî yek ji van çalakiyan e. Nameyên ku van şehîdên me li pey xwe hiştine û nirxandinên Rêber Apo vê qehremaniyê dide nîşandan.  Çalakiya heval Zîlan di têkoşîna me ya azadiyê de yekemîn çalakiya fedaî ye. Di wê çalakiyê de derbeke giran li dijmin xist. Beriya vê çalakiyê di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê li hemberî Rêbertiya me bi wesayîteke bombebarkirî sûîkastek hate kirin. Dewleta Tirk tevî Tansû Çîller, Mehmet Agar û Dogan Gureş ji bo tasfiyekirina Rêbertî sûîkasteke wisa kirin.

Me di nav xwe de nîqaş kir divê ev êriş çawa werin şikandin. Heval Zîlan di warê îdolojîk de gelekî kûr bû. Heval Zîlan dizanî ku vê darbeya fîzîkî ya li dijî Rêbertî tê wateya tunebûna gelê Kurd û têkbirina tevgera jinan. Ji ber vê çalakiyeke wisa kir. Cihê çalakiyê jî gelekî watedar bû. Heval Zîlan navê xwe ji Geliyê Zîlan stendibû. Em dizanin li wir çiqas Kurd hatine kuştin. Cihê ku ji bo çalakiyê hilbijartiye jî Dêrsim e. Wê êşa qetlîamên li Dêrsim û Geliyê Zîlan ji dil hîs dikir.

Heval Zîlan di nameyê de qala sedema çalakiya xwe dike. Rêber Apo vê nameyê wekî manîfestoyekê dinirxîne. Her hevoka di nameyê de gelekî bi qîmet e. Ji bo Rêbertî dibêje di dîrokê de serokên me yên wisa zana hebûya wê statuya Kurdan ne wisa bûya. Heval Zîlan dibêje xwezî ji xeynî canê xwe, tiştekî min ê din hebûya ku min bida. Piştî çalakiyê Rêbertî got “Zîlan fermandara min e” Ji ser vê çalakiyê 25 sal derbas bû lê em girîngiya çalakiyê her roj baştir fêm dikin. Bi hezaran kesan navê zarokên xwe kirin Zîlan û ew zarok a niha di nav YJA Star, YPJ, YJŞ û HPJ’ê şer dikin. Her yek bi navê Zîlan, Bêrîtan û Sema têdikoşin. Çalakiya heval Zîlan ji çalakiyê wêdetir xetek e.”

Avesta diyar kir PKK û PAJK partiya şehîdan e û got “Jinan diyar kirin ew jî tevlî têkoşîna azadiyê dibin û di şoreşê de cihê xwe girtin. Em jinên di têkoşîna azadiyê de deyndarê Rêber Apo ne. Em deyndarê Heval Sara ne. Heval Zîlan û Heval Sema di dîroka me ya têkoşînê de mohra xwe lê xistine. Em 40 sal in di têkoşîn azadiyê de şehîdan didin. Şehîda me ya yekemîn Besê Anûş e. Artêşbûna jinan li ser xeta heval Bêrîtanê hate avakirin.Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertî jî li ser bîranîna heval Zîlan hate pêkanîn.

Heval Sema Yuce ligel ku di zindanê de bû, derfetê wê tunebû Rêbertî û partiyê ji nêz ve nas bike lê heval Sema li Qada Rêbertî mabû. Ji ber vê heval Sema kesayetiya xwe li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Rêber Apo afirand.  Heval Sema di wê de demê de di zindanê de li dijî xeta tasfiyekar têdikoşe. Di 21’ê Adara 1998’an de di Newrozê de xwe dişewitîne û dibêje ‘Ez dixwazim bedena xwe ji 8’ê Adarê ji 21’ê Adarê re bikim pir.

TEVGERA JINAN BÛ HÊVIYA HEMÛ JINAN

Em di nameya Heval Sema de dibînin, şert û merc çi bin xwedî li Rêbertî û xeta Rêbertî derdikeve û bi çalakiya xwe ya fedaî xwe ji xweliyên xwe ava dike. Çalakiyên wisa di dîrokê de cara pêşîn hatine gkirin. Di nameya xwe de dibêje ‘Çawa ku li asîmanan du roj tune, ji bo mirov û jinên ku dixwazin azad bibin jî du jiyan wê tunebe. Azadî ji bo me hemûyan e û em gav bi gav dikarin nêzî azadiyê bibin.” Heval Sema li ser vê fikrê bû, ji ber vê jî çalakiya wê bandoreke mezin pêk anî. 

Beriya çalakiya Heval Sema, heval Fîkrî Baygeldî jî çalakiyeke fedaî kiribû. Di nameya xwe de digot “Heval Sema fermandara min e. Jinên Kurd fermandarên min in. Min talîmata xwe ji fermandara xwe stend û tişta pêwist ez ê wekî şervanekî bikim” û krîtera mêrên azad danî holê. Bi van çalakiyên fedaî di nav PKK’ê de diyar kirin ku divê kesayetiya jin û mêrên azad çawa be.

Piştî çalakiyên fedaî yên heval Zîlan û Sema PKK bû partiya jinan. Jixwe di sala 1998’an de Rêbertî partîbûna jinan dabû ber xwe. Beriya komployê got ‘Divê di nav PKK’ê de guherîn û veguherînek pêk were, ev jî wê bi îdeolojiya jinan pêk were.’ Piştî komploya navneteweyî Rêbertî diyar kir projeya azadiya jinan nîvî maye. Tevgera jinan jî ji sala 1998’an û vir ve ji bo projeya Rêbertî temam bike û ji bo layiqî van şehîdan be, li ser xeta azadiyê têdikoşe. Ji ber vê jî tevgera jinan ji bo hemû jinan bû hêviyeke mezin.”

Avesta qala şehîd Gulan jî kir û got “Heval Zîlan, heval Sema û heval Gulan li hemberî komployê heman helwest nîşan dan. Rêbertî di sala 1999’an de dema ku dîl ket, heval Gulan delegeya kongreya 6’emîn a PKK’ê bû. Wê demê li qada kongreyê derbarê helwest û sekna me, me civîn pêk dianî. Divê me pêvajoyeke wisa bida destpêkirin, dijmin poşman bibûya û biçûya ber pêyê Rêbertî. Ev jî wê bi têkoşîneke mezintir pêk bihata. Dema me hêzên fedaî ava kir, ya ku yekemîn xwe pêşniyaz kir Heval Gulan bû. Heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî hêzên tasfiyekar û li dijî hêzên di nav komployê de helwest nîşan da.

Heval Gulan li qada Rêbertî mabû, Rêbertî nas kiribû û perwerde bûbû. Şehadeta heval Gulan berê di dîroka me de pêk nehatiû. Heval Gulan di kongreya jinan de ji aliyê hêzên komployê hate kuştin. Ji ber ku wê li ser xeta azadiyê israr dikir û keseke xwedî îrade û têkoşîn bû heta kuştin.

Xeta fedaî ya bi heval Gulan re dest pê kir, bi Derwêş, Zinar, Rojin, Eylem, Êriş û Andokan geş bû. Bi dehan şervanên çalakiyên fedaî kirine, di nameyên xwe de qal dikin wan ji heval Gulan hêz stendine. Xeta fedaî di şexsê heval Gulan de bû xeta azadiyê.”

LEYLA AGIRÎ XETA BERXWEDAN Û AZADIYÊ TEMSÎL DIKIR

Avesta derbarê nêzbûna salvegera şehadeta Endama Konseya Rêvebir a KJK’ê Leyla Agirî jî got “Heval Leyla Agirî jî di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bû. Min di sala 1996’an de heval Leyla li qada Rêbertî dît. Wê demê ji Serhedê hatibû, hevaleke pêşbîn bû. Heval Leyla nêzî 30 salan têkoşiya. Li hemû qadan xebitî. Di nav gerîla de, qada jiyana civakî de, di nav tevgera jinan de cih girt û fermandarî kir. Wê di têkoşîna me de kedeke mezin da. Ji bo nirxeke mezin bû. Heval Leyla xeta berxwedan û azadiyê temsîl kir, bû fermandar û pêşengtî ji şoreşê re kir. Ji ber vê şehadeta heval Leyla em gelekî xemgîn kir. Di vê mehê de gelek hevalên me şehîd bûne. Hanim Yaverkaya di 28’ê Hezîrana 1985’an de şehîd bû, heval Hogir ê ku yek ji pêşengê ciwanan bû, endamê navendî yê PKK’ê heal Xelîl û heval Îsmaîl di vê mehê de şehîd bûn. Bi saya şehîdan qada têkoşînê hate avakirin. Belkî em li ser çend hevalên sembol sekinînin lê em deyndarê hemû şehîdên şoreşê ne. Bi îdeolojiya rizgariya jinê re, bi hezaran milîtan li her qadê li ber xwe didin. Li zindanan li ser xeta Sara, li çiyayan jî li ser xeta Zîlan û Semayan di nav hêzên YJA Starê li ber xwe didin.”

Avesta li ser kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî jî sekinî û got "Li Îzmîrê di êrişa li dijî HDP’ê de Denîz Poyraz şehîd bû. Malbata Poyraz malbateke welatparêze û ji ber zextên dewleta Tirk di salên 1990’î de koçî Îzmîrê kirine. 3 zarokên malbatê di zindanê de ne. Denîz Poyraz siyaseteke demokratîk dkir û xizmeta gelê xwe dikir. Ez rêheval Denîz Poyraz bi hurmet bi bîr tînin. Denîz şehîda xeta azadiyê ya jinan e. Ez malbat û dayika wê ya hêja silav dikim. Di şexsê malbata wê ya hêja de ji gelê Kurdistanê û Rêber Apo re sersaxiyê dixwazim.  

Ev ne êrişeke ji rêzê bû. Desthilatdariyê ev êriş plan kiribû. Ev êriş ne dûrî êrişên li ser HDP’ê, ne dûrî tecrîda li ser Îmraliyê û ne jî ne dûrî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Armanca vê êrişê qetlîameke mezin bû. Wê rojê wê civînek bibûya û civîn piştre betal bûye. Wê rojê ew ê 40 kes bikuştina. Gelê me yê li Metrepolan di bin xetereyeke mezin de ne. Ev êriş ne bi tenê li dijî HDP’ê ye, li dijî hemû eniya demokrasiyê ye. 

Divê ciwan û jinên Kurdistanê dev ji vê êrişê bernedin. Dicê hemû gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd, rêxistinên demokrasiyê bi helwesta Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz têbikoşin.  Ez careke din Denîz Poyraz bi rêzdarî bi bîr tînim, tevgera me ya azadiya jinan em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û em ê teqez heyfa wan bistînin."