Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Avesta: Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, azadiya civakê ye

Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di 8’emîn Cıvata Giştî ya Komelen Jin ên Kurdistanê (KJK) de axivî û got, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, azadiya civakê ye, avakirina neteweya demokratîk e’

8’emîn Civata Giştî ya Komelên Jin ên Kurdistanê KJK’ê di navbera 2-6’ê Îlonê bi tevlîbûna 115 delegeyan li Qadên Parastina Medyayê hate lidarxistin. Axaftina dawî ya civata ku 5 rojan berdewam kir, ji aliyê Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta ve hate kirin.

Avesta di axaftina xwe de got, ‘Em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, xwedî destkeftiyên mezin in, xwedî pêşengiya rast a jinan in’. Avesta li ser gefên dewleta Tirk jî got, ‘’ Ew kesên dibêjin ku em ê nehêlin li herêmên qadên parastina medyayê serî rakin, va carek din bi pêşengtiya jinan di vir de dîtin ku jin di bin hemû şert û mercan de dikarin xwe bitevger bikin, rêxistin bikin, dema hate xwestin ji bo azadiya xwe biryarên xwe bigrin. Ev biryar biryara azadiya Rêber Apo ye, ya hemû jinan e, têkoşîn bi serkeftina mezin misogerkirin e.’’

Axaftina dawiyê ya 8’emîn Cıvata Giştî ya Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta wiha bû:

Tevahî hevalê rêzdar, ez destpêkê bi encambûna civata giştî ya heştemîn a Komelên Jin ên Kurdistanê KJK’ê li pêşeng, afrîner û rêhevalê ji zaroktiyê heta îro, ku xwe weke kedkarê xeta azadiya jinê dibîne, di bin hemû şert û mercên giran de jî, hertim got ‘ez yê we me, ez li cem we me, heta hûn di xeta rast de bin ez ê li gel we bim’ ew Rêberê Konfederalîzma Demokratîk û dîsa Rêberê Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê li Rêber APO pîroz dikim. Di heman demê de yê ku ji destpêkê heta roja îro, di têkoşîna 45 salan de, hertim ev xeta azadiyê bi xwîna xwe, fedekariya xwe, bi sekna xwe ya milîtanî parastin û anîne roja îro, ji rêheval Hakî Karer bigre heta berxwedanên zindanan di pêşengiya Kemalan, Sarayan ku li ber xwe dan, dîsa ji Berîtanan heta Zîlanan û yên roja îro li tavahî Kurdistanê ji Şîrîn Elemhuyî bigre heta Viyan Soranan ji Arîn Mîrkanan bigre heta Berîvan Şengalan û di hemû qadên berxwedanê de, bi fedakariyeke mezin ji temenê biçûk heta temenê mezin beyî teredutê bijîn û herî dawî di rêveberiyên xweser de li Bakurê Kurdistanê, di berxwedana Kobanê û cenga mezin de ku îro berdewam dike, pêşiya fermana sedsala 21’emîn ku li Şengalê girtin û îro Tevgera Azadiyê xistin malê tevahî gelên bindest, hemû baweriyan, şehîdên têkoşîna azadiyê, şehîdên nemir ez vê civatê li wan pîroz dikim û ev civat a wan e, ez wan bi rêzdarî bibîr tînim. Di heman demê de di vê dema derbasbûyî de destpêkê di pêşengtiya jinê de şoreşa jinê ku di van salên dawî de li rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûrî dest pê kir, Rêveberiyên Xweser, li Bakurê Kurdistanê û di hemû qadên têkoşînê de pêşengtiya jinan, taybetî dayîkên me û bi hemû dilsoziya xwe dayîkên şehîdan, ên weke dayîka Taybet ku bi rojan cenazeyê wê li erdê ma, weke dayîka rêheval Mehmet Tunç ku du leheng bi hevre xiste navbera du tabutan û bi serbilindî got ‘ezê rondikê çavan nebarînim’, weke çawa li Şengal li hember faşîzmê û zilma DAİŞ’ê ruxmî ku dest û ling zincîr kirin û xwestin li bazaran bifroşin, serî dananîn li sûka Musulê hatin şewitandin, heman demê ji bo li Kobanê nekevin destê dijmin xwe xistin bombe û teqandin weke Arînan, bi taybet jî jinên ku di vê demê de pêşengtiya xwe bi hemû awayî diyar kirin, ez vê civatê dîsa li hemû dayîkan, dayîkên şehîdan pîroz dikim. Di heman demê de zarokên ku nikarin zaroktiya xwe bijîn, dixwazin azad bijîn, bi xeyalên azadiyê mezin dibin, hemû zarokên di vê demê de şehîd ketin bibîr tînim, yên girtî yên xwedî seknekê, helwesteke girîng bûn, bi hemû zor û zehmetiyan weke fermandeyên Rêber APO yên biçûk di hemû qadan de li ber xwe dan û yek ji mînakên wê derê Amara biçûk di şexsê wê de dîsa ez vê civata giştî li hemû zarokan, li hemû zarokên cîhanê di şexsê zarokên Kurdistanê de ez pîroz dikim.

‘DI 8’EMÎN CIVATA GIŞTÎ YA KJK’Ê DE HEMAN KELECANA YEKEMÎN CIVATA YEKÎTIYA JINÊN WELATPARÊZ ÊN KURDISTANÊ YJWK’Ê HEBÛ’

“Di 8’emîn Civata Giştî de ya ku pênc rojan berdewamkir nîqaşên gelekî dewlemend bipêş ketin. Di destpêka civatê de, di axaftina yekemîn a destpêkê de jî hatibû gotin, tam 30 sal derbas dibe ku Têkoşîna Azadiya Jinê xweser xwe rêxistin kiriye. Ez dikarim bibêjim, şaş neyê fêmkirin, di Kongreya Yemîn a Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê YJWK’ê de jî ez amade bûm. Heman kelecana wê demê di vê civata giştî de carek din min zeft kir. Ez dikarim bibêjim, rastî jî di vê civata giştî ya 8’emîn de nîqaşên gelekî girîng ên dewlemend pêk hatin. Di nîqaşan de çaserî, pirsgirêkên heyî, dîsa hatina dijmin bi ser têkoşîna azadiyê de û bi ser tevahiya gelan de, faşîzma niha li Kurdistanê heye, dagirkerî û mêtinkariya li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, hezên hegemonîk ên global ku niha dixwazin herêma Rojhilata Navîn careke din ji bo xwe dîzayn bikin, bi hemû awayî rojeva siyasî bi rengekî pirr berfireh me nirxand.

TEVGERA AZADIYÊ HÊZA XWE JI PÊŞENGIYA JINÊ DIGIRE

Me dît ku di sedsala 21’emîn de hêzên dagirker ên bi hişmendiya zilamê desthilatdar û serdest dixwazin careke din civakê an jî civakan têxin bin serweriya xwe. Hêzên hegemonîk ku pêşengtiya vê dikin, îro jî dixwazin bi hemû awayî heviya gelan bişkînin, hêviya jinan bişkînin û avakirina jiyaneke alternatîf asteng bikin û bi hemû awayî careke din li tevahiya cîhanê desthilatdariya xwe zal bikin. Tevgera Azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber APO îro vê têkoşînê bilind dike ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê ji bo gelên bindest, hemû baweriyan, hemû jinan, hemû beşên civakê an jî rêxistinên dixwazin li derveyî dewlet netewê bijîn û dibêjîn jiyaneke cuda pêkan e, bû hêviya tevahî mirovên li azadiya xwe digerin. Ev ne propaganda an jî xeyal û xewnek e. Ev rastiyek, heqîqetek e. Îro li Rojhilata Navîn û erdnîgariyên em tê de dijîn, yên herî zêde birêxistin, berxwedar, têkoşînê bi rengê fedekariya mezin dike, em dikarin bêjin ku Tevgera Azadiyê ye. Tevgera Azadiyê jî vê hêza xwe ya mezin, qeweta xwe ya mezin, zanebûna encam digre, ji tevlîbûn û pêşengtiya jinê digre. Sedema cûdabûna wê tevlîbûn û pêşengtiya jinê ye. Demokratîkbûna ku îro dixwazin di pergalê de bidin rûniştandin ancex bi pêşengtiya jinê dikare bê çêkirin.

‘TEVGERA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ ÎRO HÊVIYA HEMÛ JINÊN CÎHANÊ YE’

Em baş dizanin ku bi hemû awayî destkeftiyên jinan dixwazin bêne desteserkirin. Dixwazin careke din jinê di nava çar dîwaran de an jî di mekaneke teng de bê îrade, bê însîyatîv, bê zanebûn bikin û bi hemû awayî ji derveyî pergala demokratîk bihêlin. Lê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan ku îro weke Komelên Jinên Kurdistanê hatiye pênasekirin, erka wê ne tenê pêşengtiya şoreşa Kurdistanê ye. Di heman demê de hatiye îspatkirin ku pêşengtiya wê hêvî û bawerî daye hemû jinên cîhanê û hemû gelên bindest. Heke îro berê herkesî li tevgera azadiyê be û baldarî lê dişopînin, ev ji sekna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Ev rêxistina 30 salî destêkê bi hemû awayî, di şert û mercên giran de, zor û zehmetiyên gelekî mezin de, bi têkoşîneke bêhempa li hemberî zêhniyeta desthiltdar li ber xwe da. Em baş dizanin ku Rêber Apo ji bo vê têkoşînê digot ‘em weke ku bi derziyê bîrê bikolin e.’ Îro em dibînin ku keda Rêber Apo, ya hezaran şehîdan, ya hezaran girtiyan û berxwedana mezin a deh hezaran hêzên milîtan li hemû derî li ber xwe didin, êdî ev hêvî afirandiye, ava kiriye, gihiştiye wê astê ku pergalake netewa demokratîk ava bibe. Ew êdî modernîteya demokratîk ku alternatîfa modernîteya kapîtalîst e, bi netewên demokratîk tacîdar bike. Di vê civatê de me careke din ev hêz û bingeha mezin a hatiye avakirin dît.

‘BI TECRÎDA GIRANKIRÎ YA LI IMRALIYÊ DIXWAZIN SERKETINA PARADÎGMAYA RÊBER APO ASTENG BIKIN’

Têkoşîna ku Rêber Apo ji tunebûnê bipêş xist, îro li ser vê xaka pîroz careke din şoreşa jinê, şoreşa duyem a bi rengê paradîgmaya ekolojîk û li hember qirkirina çandî paradîgmaya azadiyê şênber kir û gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Lê bes ruxmê van hemû destkeftî û serkeftinên mezin hê jî erkên li ser milên me gelekî mezin in. Me careke din ev dît. Em di asta herî jor de têkoşînê dimeşînin. Li tevahiya Kurdistanê. Lê bes di heman demê de dijminê gelên Kurdistanê û tevahiya gelan, faşîzma dîktatoryal ji bo bi hemû awayî van destkeftinan têk bibe, sond xwariye ku wê nehêle ku ev gel bibe xwedî mafê xwe. Îro em baş dizanin ku armanca esasî ya tecrîda 19 salan a girankirî li Îmraliyê tê meşandin ew e ku ev paradîgma sernekevê ye. Faşîzma niha bi hemû awayî êrîş dike, dixwaze pêşî li destkeftiyên 45 salan ên weke sazîbûyîn, weke vekirîbûyîn bipêş ketine bigre. Em jî dibêjin ku me ji tunebûnê dest pê kir. Rêber Apo wisa dest pê kir. Tiştek tunebû. Ne dostek hebû ne derfeteke madî hebû ne jî kesekî pê bawer hebû ne kesekî pê re dimeşiya hebû. Bixwe deh caran ev digot ‘dayîka min ji min re digot ku tê tenê bimîne.’ Lê ew felsefe berovajî kir. Îro baweriya tevahî gelên Kurdistanê, gelên herêmê Rêber Apo ye.

‘DI HEMÛ QADAN DE DIVÊ HER 9 REHENG WERIN RÊXISTIN’

Di vê civata me de jî hate xuyakirin ku xwesteka tunekirina van destkeftiyên mezin ên bi vî rengî hatine çêkirin, ne ji ber bihêzbûna dijminê me ye. Ev şîdet û êrîşên mezin ji lewazbûna dijminê me tê. Ev ji ber bêçareseriya dijminê me tê. Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, Komelên Jinên Kurdistanê KJK, pergala KJK’ê erkên dikevin ser milê me ew e ku bi hemû awayî li ser rehendan, li ser qadan em karibin êdî bihunin, karibin ava bikin. Em ji xwe re weke şiyarekê bigrin, cihê ku jiyan tê de heye, pêwiste yek jina ku em negihêjinê em nehêlin. Jineke bêtevger nehêlin. Em bi vî awayî, çawa ku di roja yekemîn de me bi eşqeke mezin dest bi vî karî kir û em mal bi mal tax bi tax gund bi gund geriyan, divê careke din nêzîkbûna me ew be. Divê em pişta xwe nedin sermayeya ku bi kedeke mezin hatiye avakirin, divê em karibin van hê bêhtir zêde bikin, vê bingehê têxin bingeha serkeftina mezin û hebûna xwe biparêzin, azadiya xwe bidest bixin. Ji bo vê li hemû qadan li ser hemû rehendan divê em karibin xwe rêxistin bikin. Taybet di milê dîplomatîk de, ku em dikarin bêjin di civata me de xala herî zêde li ser hate sekinandin di hêla siyasî û dîplomasiyê de, divê em karibin destpêkeke hê meztir çêbikin. Di nava hemû jinan de, di hemû qadan de divê destpêkeke mezin çêbibe, ne weke ku niha bi dijwarî hate rexnekirin, tenê bi qadeke navîn an jî bi beşeke teng re sînordar bimînin. Weke tevgereke Rojhilta Navîn em divê karibin ji Rojhilata Navîn dest pê bikin heta Latîn Emerîka, heta Efrîka, heta Ewrûpa, heta dewletên Asya Navîn di hemû qadan de bê navber têkoşînê belav bikin. Derfetên vê ji her demê zêdetir hene. Em baş dizanin ku bi komkujiya Parîsê ku çawa jin hemû bi yek dilî rabûn ser piya, dîsa berxwedana Kobanê, pêşî girtina qirkirina jinê li Şengalê edî careke din heviya jinan mezin bûye. Em weke Tevgera Azadiyê divê vê bingehê baş bikar bînin. Me biryarên vê girtin, em li ser vê sekinîn û erkên mezin li ser milê me hene.

‘LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ DIVÊ JIN DI HER MALÊ DE DIBISTANA ZIMAN Û ÇANDÊ AVA BIKIN’

Dîsa qirkirineke çandî heye, ziman qedexe ye, çand qedexeye, stran gotin qedexeye, weke qanûnên faşîzma 12’ê Îlonê niha careke din bi zimanê dayikê du gotin kirin dibe sedema bi dehan salan di binê zindanadan mayînê, heta sedama tunekirin û qetilkirinê ye. Erkê me dîsa weke jin di her malekê de em weke dibistaneke ziman bipêşbixin, çandê bipêş bixin. Parêznameya 5’emîn avakirina neteweya demokratik e û azadî ye, ji nava pêncê qirkirina çandî derketine. Em divê di van de bi israr bin. Rêber Apo dibêje ‘ew dayîka ku nikare navê zaroka xwe bi dilê xwe lê bike’, ev rastî jî di dema me de tiştekî em ji bo xwe qebûl bikin nîne. Di vî warî de bi hemû awayî divê em karibin xebatên çandî, hunerî, ziman, perwerdeyê xurt bikin û pêşî li qirkirina çandî bigrin. Di heman demê bi vî awayî karibin civakeke ehlaqî û polîtîk ava bikin. Modernîteya kapîtalîst ku bi vî rengî li ser civakê lîstikên mezin û gemariyeke pirr zêde dide meşandin. Dîsa li hemberî vê bi hemû awayî bi civakê re mijulbûn erka me ya esasî ye. Di vê civata me ya giştî de jî hate xuyakirin, heke em berê xwe bi hemû awayî bidin civakê, em dikarin serkeftinên mezin bidest bixînin. Em di demeke wisa de ne.

‘DI SEDSALA 21’EMÎN DE PÊŞENGTIYA EM JI ŞOREŞA JINÊ RE DIKIN NABE NESÎBÊ HER KESÎ’

Me got ku derfetên me ji her demê zêdeter in. Em ji kîjan noxtê hatin ku derê. Îro bi îdeolojiya rizgariya jin, bi pêşengtiya Partiya Azadiya Kurdistanê, bi partibûyînê em hêza yekem in di cîhanê de. Ev destkeftî û şensekî mezin e. Heta em dikarin bêjin ku di sedsala 21’emîn de ji şoreşa jinê re pêşengtiya me nabe qismetê herkesî. Pêwîste em wisa bêjin. Barekî giran li ser pişta me nîne, barekî ku bi bazdanê em dikarin hilbigrin, bi kêfxweşî berde biçin heye. Kesî bi zorê ev bi me nedaye kirin. Em baş dizanin ku partîbûyîn çareseriya tevahiya pirsgirêkên me ye. Partîbûyîn di îdeolojiya rizgariya jin de tê wateya bi hemû awayî xwe avakirinê. Di hêla pîvan, uslub, estetîk, xweşikbûyîn, ruhî, zanista cinsî de û di hemû mijaran de xwe ji pergala serdest qûtkirinê de, divê em bi îdeolojiya rizgariya jinê, têkoşînê hê zêdetir bilind bikin. Jineolojî, zanista jin îro bala hemû cîhanê dikşîne. Pêşketinên di vî warî de werin kirin, dikare hêviya hemû jinan careke din zindî bike. Çareseriya hemû pirsgirêkan dikare bi vê ilma jineolojî ku Rêber Apo weke zanistkê bipêş xist, em dikarin êdî çareseriya mezin pêk bînin. Di vî warî de jî divê em li ser biryarên ku li vir hatin girtin heta dawî bi israr bin, divê em erkên dikevin ser milên xwe hindik nebînin.

MEZINKIRINA ARTÊŞA JINÊ YEK JI ERKÊN PÎROZ E

Di hêla artêşbûyînê de, artêşbûna jinê îro ne tenê bala cîhanê dikşîne. Ji baweriyê jî wêdetir, hemû jin êdî dikarin bi dilrehetî pişta xwe bidin jinên Kurdistanê. Artêşbûna jinê dibe ku li Kurdistanê ne ya yekem be. Lê ya ku 25 sal e, dikeve sala 26’an de, her roja derbas bû xwe mezin kir, artêşbûna jina Kurdistanê ye. Bi yekîneyên jinên azad YJA-Star ku li tevahiya Kurdistanê berxwedanê dimeşîne, êdî parastina jinan bûye erkeke mezin û xwe daye îspatkirin. Em îro dizanin ku di tevahiya Kurdistanê de, li Bakurê Kurdistanê, li federasyona Bakurê Sûrî û dîsa li başurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê jin bi hemû awayî îro bi rehetî dikarin pişta xwe dibin van yekîneyên parastina jin, sekna wan, tevlîbûna wan û çalakbûyîna wan. Me ev di heqîqeta 3’yê Tebaxa 2014’an de dît. Li Şengalê dema ku şervanên Yekîneyên Jinên Azad YJA-Star’ê berê xwe dane Şengalê, îro heke pêşiya vê qirkirinê hatibe sekinandin, pêşengtiya jinê rolê esasî lîstiye. Bi dehan mirov wisa dibêjin ‘dema ku me jin dîtin û çek li milên wan, bê teredut meşiyan ser dijmin, wê demê me got ev hêz tiştekî nû ye. Me her cih û warê xwe berda reviya, lê jin hatin, weke şêran li pêşiya wan sekinîn, bi hemû awayî şerê xwe kirin, zarok hembêz kirin, rêxistin bipêşxistin.’ Ev girîng e. Eger civak îro bi vî rengî berê xwe da artêşa jin, em divê hê zêdetir mezinkirina vê artêşê weke erka xwe ya esasî bibînin. Civata giştî bi ruhê seferberî, mezinkirina artêşê biryar girt ku li hemû qadan erka me ya mezin ew e ku em vê artêşê mezin bikin. Ji bo parastina cewherî ya civakê, mezinkirina artêşa jin vê civatê ev erka pîroz daniye ser milê me.

‘JINÊN CIWAN PÊŞENGÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK IN’

Ne tenê delegeyên ji qadên têkoşînê, dîsa jinên ciwan, Komelên Jinên Ciwan di xweseriyên demokratîk de, rêveberiyên xweser de performanseke mezin nîşan dan û îro dîsa di hemû qadan de pêşengtiyê dikin. Di nava komeleyên jinên Kurdistanê KJK’ê de erka wan ew e ku rêveberiya xweser di vê demê de hê berfirehtir bikin û herwiha pêşengtiya neteweya demokratik bikin, jinên ciwan birêxistin bikin. Ev erka me hemûyan e, lê yekemîn ê Komela Jin ên Ciwan e. Bes lîstokên herî mezin li ser jinên ciwan têne kirin. Jinên ciwan bi êrîşên curbe cur re, destdirêjiyên di bin navê hezkirinê û saxtekariyên mezin de, hemû cure madeyên bêhişiyê re rûbirû dimînin û jinê ji cewherê wê dûr dixînin. Di vê civata giştî de hate zelalkirin, erka Komelê Jin ên Ciwan ew e ku bi rengê Axînan, dîsa bi ruhê Nûda û hemû hevalên di vê demê de şehîd ketin, bi pêşengtiya wan, li ser xeta wan xwe ava bikin, ew bîr û bawerî pê heye.

‘SERXISTINA ŞOREŞÊ AZADIYA RÊBER APO YE’

Dîsa di civata giştî de, li ser pergala ku me nîqaşên wê kirin, bi erkên mezin û esasî yên dikevin ser milê hemû pêkhateyên Tevgera Azadiyê, em ê gaveke din zêdetir nêzî azadiya Rêber Apo bibin. Ew navenda hemû nîqaşên me bû û em gihiştin vê encamê; ya em ê biser bixînin an em ê biser bixînin. Em êdî weke tevahiya jinan, weke tevahiya gelê Kurdistan û gelê herêmê fêrî pergala Îmralî nebin û em ê pê re jiyan nekin. Em baş dizaninku Rêber Apo heta îro hê jî hêviya xwe ji me qût nekiriye, em wisa zanin. Heke bi Serok Apo re têkilî hebe, eger Serok Apo azad be, wê demê serkeftin misoger e. Ji bo ev nebe, ji yekemîn xiyaneta Şahîn Donmez bigrin heta Şemdîn Sakik ku dibêje ‘ji keviran be jî Rêber Apo wê milîtanan ava bike û wê biser bixîne’, Rêber Apo di bin vê esareta giran de ye. Ew ji kêmhevaltiya me ye, me hevaltiya rast tam nikarîbû pêk bînin an jî erkên xwe bi tevahî me pêk neanîn. Di dema xwe de me fikir, felsefe û paradîgma tam nas nekir, tarz tempo me wek wî nemeşand, dijiminê xwe weke Rêber Apo da naskirin me nas nekir. Ya me dijminê xwe gelekî mezin kir an me biçûk dît. Me xwe baş beşdar nekir. An jî nêzîkbûna me hinekî li gorî niyetan bû, ne ku em bi hemû awayî ketin wê xetê. Em îro dîsa nikarin. Çawa li vir hate gotin, em fem nakin. Me li vir nîqaş kir. Gerek em çawa fêm bikin û têkevin vê xetê. Pirs ji me kir ‘hûn çima naxwazin me fêm bikin?’ Divê em bersiva vê pirsê bidin. Ew jî asêbûna li azadiya Rêber Apo ye. 24 Saet jiyana bi Rêbertî re ye. Hetta em dikarin bibêjin, bi hemû awayî pîvana jiyana me edî ji vê pêdetir gerek neyê qebûlkirin. Em weke şiyar datînin; azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, azadiya civakê ye, avakirina neteweya demokratîk e. Ev heqîqetek e. Em ê van tenê bi gotin nebêjin. Emê pergalê baş ava bikin. Avakirina pergalê azadiya Rêber Apo ye. Bi serxistina şoreşê azadiya Rêber Apo ye. Serkeftina me ya li her qadê, me ewqasî nêzî azadiya Rêber Apo dike.

‘EM ŞOPDARÊN ŞEHÎDAN IN’

Îro heke em weke garantiya vê xetê ne, divê em karibin erkên xwe baştir pêk bînin. Vê civata giştî bi vî rengî ev hêvî mezin kir, ev biryar derxist. Bi biryarên ku li vir hatin girtin, em ê karibin hemû cureyên faşîzmê, yên dagirkeriyê bibin bixînin. Em ê karibin azadiya Rêber Apo misoger bikin, azadiya gelan û jinan biser bixînin. Di vê demê de hevalên me yên xwedî nirxên mezin ku hemû heval di şexsê wan de hatin sembolîzekirin, gelek gotinên wan ên pîroz hebûn. Weke rêhevalê Çiyager got ‘çi dibe bila bibe, wê encama wê muhteşem be.’ Em ber bi muhteşemiyeke mezin ve dimeşin. Çawa rêheval û pêşengên rêveberiyên demokratîk ên gel Mehmet Tunç got ‘em çokê danaynin, hûnê bi me serbilind bin.’ Em bi vê pêşketinê serbilind in. Weke dîsa çawa hevalên me li Mêrdînê ketin têkoşîneke mezin û dema li ber xwe dan gotin’ya me tune bike ne fîşekên dijmin in, bîrkirin e. Gerek hûn me jibîr nekin û heke em neyên jibîrkirin em ê hemû biserbikevin.’ Rêber Apo jî di van mijaran de gelek gotinên dilê mirov dineqişînin dane diyarkirin. Heke em van gotinan, ne tenê weke gotin weke felsefeyeke jiyanê bigrin, xwe li ser ava bikin, emê karibin serkeftinên mezin bikin. Rêheval Nalîn digot ‘ji bilî serkeftinê şensekî me nîne.’ Tek gotinek bû. Ev şehîdên birûmet ên bi baweriya mezin, bi baweriya azadiya Rêber Apo, civakê û jinan têkoşîn ewqasî bilinkirin û xwe feda kirin. Em şopdarê wan in.

Li hember zextên dijmin dîlên azadiyê gavek jî şunde neavêtin

‘LI HEMBERÎ ZEXTÊN DIMIN DÎLÊN AZADIYÊ GAVEKÊ JÎ ŞÛN DE NEAVÊTIN’

Dîsa îro em li ser rêça Sarayan in. Berxwedana mezin niha jî li zindanan tê kirin, cara yekemîn bi deh hezaran girtî bihevre ketin çalakiyê. Yê temenê xwe biçûk bigre, heta ciwan û yextiyaran, tevahî berxwedaneke mezin niha di zindanan de tê meşandin. Xwestin di zindanan de teslîmkariyê bipêş bixînin. Ji bo wê hevserokên partiyan, hevserokê şaredariyan, siyasetmedar, pêşengên tevgera azadiya jin û ên ciwanan hemû di zindanan de bi bêahlaqiya mezin, cureyên eşkencê yên derûnî û fizîkî re rûbirû dimînin. Ji bo dijmin karibe îradeyê teslîm bigre, lê gavek şunde neavêtin. Bi salan e dijmin gişt tevahî civaka li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xistiye zindanê. Bi qanûnên awarte ji 15 Tirmeha 2016 ve li Tirkiyê desthilatdarî tê meşandin. Zîndaneke ne tam nîv vekirî ye. Lê gelê me di 8’ê Adarê, Newrozê û referandumê de da xuyakirin ku xwedî sekneke mezin e, bersiva van hemû kiryaran bi îradeya xwe danî holê. Ev dide nîşandan ku gelê me zindî ye, gelê me bi tevgera xwe, bi Serokê xwe re ye û di azadiya xwe de bi israr e. Li ser heman bingehê federasyona Bakurê Sûrî ya bi pêşengiya jinan îro hêviya hemû gelan e. Em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, xwedî destkeftiyên mezin in, xwedî pêşengiya rast a jinan in.

‘LI HERÊMÊN QADÊN PARASTINA MEDYAYÊ PÊKHATINA CIVATÊ DESTKEFTIYEKE MEZIN E’

Di vê civata giştî de bi rengekî posîtîf, erênî hate nîqaşkirin. Erka jinê hate şîrovekirin û vê jî hêviyeke mezin ava kir. Ez di wê baweriyê de me ku li ser van biryarên hatin standin, ev atmosfera li vir hate girtin û civata giştî weke çalakiyeke pîroz bû li hember gotinên ‘wê du kes nikaribin werin gel hev.’ Ya ku ev şikand, yek jê jî pêkanîna vê civatê bû. Di çiyayên azad de, di wargehên pîroz de pêkanîna vê civatê destkeftiyeke mezin bû. Divê em bizanibin ku bi saya yên ku niha li hemû çeperan, ji cenga mezin ji Reqayê heta Dersîm, Botan, Garzan, Amedê ji çiyayên Zagrosê heta Rojhilatê Kurdistanê, dîsa ji Rojhilatê Kurdistanê heta çiyayên başurê Kurdistanê li lutkeyên wan li hemû deran şervanên azadiyê hêlîn vedane, li ber xwe didin û ev bi saya wan e. Ew kesên dibêjin ku em ê nehêlin li herêmên qadên parastina medyayê serî rakin, va carek din bi pêşengtiya jinan di vir de dîtin ku jin di bin hemû şert û mercan de dikarin xwe bitevger bikin, rêxistin bikin, dema hate xwestin ji bo azadiya xwe biryarên xwe bigrin. Ev biryar biryara azadiya Rêber Apo ye, ya hemû jinan e, têkoşîn bi serkeftina mezin misogerkirin e. Li ser vê esasê ez vê civatê di serî de li Rêber Apo, li hemû jînan, li hemû şehîdan, li hemû dayîkan, li hemû milîtanên azadiyê ji Ewrûpa heta Asya, ji zindanan heta her qadên ku gel lê li ber xwe didin pîroz dikim û dibêjim ‘bijî têkoşîna azadiya jinan, bijî Serok APO, şehîd namirin’.