Avahiyên dîrokî yên Meletiyê li ber hilweşînê ne

Avahiyên dîrokî û Qesra Boztepe yên li Meletiyê di rewşeke metirsîdar de ne.

Avahiyên dîrokî yên Meletiyê ku malovanî ji gelek çand û gelan re kirine, li ber hilweşînê ne.

Qesra Boztepe ya li taxa Goztepeyê ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ye. Li hin avahiyên dîrokî jî ji ber şewata berê derket xisar çêbû. Xaniyên dîrokî yên li navenda bajêr di rewşeke nebaş de ne. Şêniyên Goztepeyê dibêjin: "Bêhurmetî ye ku Qesra Boztepe ya dîrokî ku li navenda Meletiyê ye di rewşeke hilweşiyayî de bê hiştin. Şaredariyê qaşo ji bo parastinê bendên ji hesin daniye derdora qesrê. Em fêhm nakin ku ev bend bi kêrî çi tê. Banê qesrê kêm maye bi ser me ve birûxe. Di rewşeke wiha de bi bendan tenê derî hatiye girtin. Kevirên ku bi fîgur û nivîsan neqişandî ne yên li nava qesrê, mîna çopê lê hatiye."