Atabay: Divê perwerde bi Kurdî be

Hevserokê Egîtîm Senê yê Şaxê Wanê Mûrat Atabay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a perwerde û hîndekariyê ew e, ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin.

Hevserokê Egîtîm Sen Şaxê Wanê Mûrat Atabay ragihand ku di dema perwerde-hîndekariyê de ya sala 2022-2023'an zarokên Kurd di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de dest bi dibistanê kirine.

Atabay ragihand ku pirsgirêka esasî ya ku bi salane ew tînin ziman bêparmayina zarokên Kurdan ji perwerdeya bi zimanê dayikê ye û ji ANF'ê re wiha axivî: "Di her dema perwede-hîndekariyê de ev pirsgirêk rû dide. Zarokên Kurd têne asîmîlekirin. Bêparmayina ji perwerdeya bi zimanê dayikê li gel perwerdeyê her wiha di pêşketina kesayetî û civakîbûnê de jî pirsgirêkeke mezin e."

Atabay ragihand ku zarok bi dezavantaj dest bi dibisatneke ne bi zimanê dayika xwe dikin û ev jî dibe sedema tavmayên psîkolojîk û nebaweriya ji xwe.

Atabay têkildarî ya divê bê kirin jî got, "Divê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Gava destpêkê ya bê avêtin jî destnîşankirina polîtîkaya perwerdeyê û mefredata perwerdeyê ya bi zimanê dayikê ye ji bo zarokên Kurdan. Yek ji pirsgirêkên me yên mezin ev e."