‘Astengkirina perwerdehiya Zimanê Kurdî sûc e’

Rêxistinên HDP’ê yên Semsûr û Dîlokê ji bo bi dawîkirina zextên li ser Zimanê Kurdî daxuyaniyek hevpar dan.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Semsûr û Dîlokê bi dirûşmeyên “Dawî li pişaftina ser zimanê kurdî bînin” û “Li dijî pişaftinê perwerdehiya bi zimanê dayikê” daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya li ser Cehdeya Golbaşi ya Semsûrê hate dayîn. Nûnerên Rêxistina Partiya Çep a Kesk û rêxistinên civaka demokratîk jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’ê Mehmet Bayir ve hate xwendin.

Li Dîlokê jî HDP’ê bi heman mebestê û bi heman naverokê daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Yeşîlsuyê hat dayîn. Nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajêr jî piştgirî dan daxuyaniyê. Girseyê pankarta “Bila Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” û dowîza  “Bê ziman jiyan nabe” hate vekirin. Hevserokê HDP’ê ya Dîlokê Avnî Bînîcî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Hûn hemû bi xêr hatin. Li Tirkiyeyê duh serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023'yan dest pê kir. Wekî 99 salên borî, vê serdemê jî zarokên ku ne tirk in, nemaze jî bi milyonan zarokên kurd, dê li dibistanan ne bi zimanê xwe lê bi zimanê serdest dest bi perwerdeyê bikin.

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û di 20’ê Mijdara 1989’an de bi Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin. Hemû dewletan jî ev peyman îmze kirine. Ev xal, bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Ev biryara bingehîn di hemû qadên ziman û çandê de derfetên wekheviyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pirrengiya civakê diparêze û wan mafan bi awayekî qanûnî mîsoger dike. Tirkiyeyê ev peyman di sala 1995’an de îmze kiriye, lê belê xalên 17, 29 û 30 ên di derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de qebûl nekiriye. Ev biryar bi cih neaniye, lewma jî binpêkirina van mafan îro jî didomîne.

Di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk ji hemû qadên jiyanê hate dûrxistin û tepisandin. Ew polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên sîstematîk, îro jî ji aliyê desthilatiya AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin. Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in tê meşandin.

Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42’yemîn a Qanûna Bingehîn bê guhertin. Di wan peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Divê Tirkiye li gorî şertên van peymanan tevbigere û şertên peymanan bi cih bîne û ji dibistanên seretayî heta zanîngehan mafê perwerdehiya zimanê dayikê mîsoger bike. Astengkirina perwerdehiya zimanê kurdî sûcekî li dijî zarokên Kurdan û nirxên mirovahiyê ye.

Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê mîsogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo mîsogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bûn.