'Astengiya herî mezin a li pêşiya Sûriyeya demokratîk, dewleta Tirk e'
Yek ji şervanên Ereb ên YPG'ê Yasser, li ser şerê li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê çavdêriyên xwe vegot û destnîşan kir, ku ew ê Sûriyeyeke demokratîk û jiyaneke azad ava bikin.
Yek ji şervanên Ereb ên YPG'ê Yasser, li ser şerê li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê çavdêriyên xwe vegot û destnîşan kir, ku ew ê Sûriyeyeke demokratîk û jiyaneke azad ava bikin.
Weke ANF'ê, em bîlançoya şerê 6 salan ê li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê, bi rêya şahidan eşkere dikin. Yek ji şervanên Ereb ên YPG'ê Yasser, ku bi rengekî çalak li dijî komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad şer kir, ji ajansa me re qala têkoşîna azadî û demokrasiyê kir, kue v têkoşîn hê didome.
Yasser da xuyakirin, ku komên çete yên koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê; Tûgaya Sûltan Mûrad, Lîwa 99, Feyleq Şam, Feyleq 16, Tabûrên Fatîh Sûltan Mehmet, Nûrettîn Zenkî, Ceyş El Îslam, Lîwa Tehrîr, Eniya Tirkmen a Sûriyeyê û Cephet Îslamî ji bo dagirkirina Şêx Meqsûdê çi ji destê wan hat kirin.
'ÇETEYAN BI ÇEKÊN HERÎ GIRAN ÊRÎŞ KIRIN, LÊ NEKARÎN BI ME'
Yasser da xuyakirin, jin, ciwan, extiyar her kesî tevî YPG û YPJ'ê li dijî çeteyên koalîsyona Sûrî bi berxwedaneke mezin şer kirin û got, "Gelê me di sala 2013'an de li herêmên Til Hasil û Til Eranê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da.
Li taxa Şêx Meqsûdê jî zêdeyî 6 salan li ber xwe da. Tevî dorpêçî, ambargo û êrîşan jî gelê me bi gavekê jî ji biryardarî, wêrekî û berxwedana xwe venegeriya. Komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk bi çekên herî giran êrîş kirin, lê nekarîn mem têk bibin.
Yasser bibîr xist, ku hê di destpêka şer de bi hezaran kesî ji Helebê koç kirine û wiha dewam kir: "Mixabin bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Gelek herêm ji aliyê komên çete ve hatin dagirkirin. Bêguman vê rewşê rê li ber zexteke psîkolojîk vekir.
'GELAN DÎTIN KU TENÊ LI HERÊMÊN YPG/YPJ'Ê DIKARIN BIJÎN'
Lê belê li gorî me; eger em dixwazin hin tiştan biguherînin, divê em renevin û têbikoşin. Em ti carî nefikirîn ku taxa Şêx Meqsûdê biterikînin. Li dijî hewldanên dagirkeriyê yên komên çete, me bi fedayî li ber xwe dan û şer kirn. Li taxa Şêx Meqsûdê bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê şerekî mezin ê şoreşgerî yê gel derket holê. Vê rewşê, hem moral û motîvasyona şervanan bilind kir, hem jî moral û motîvasyon da gelên Sûriyeyê. Hêviyên wan ên ji bo demokrasî û azadiyê mezin kir."
Yasser destnîşan kir, ku li taxa Şêx Meqsûdê hat derket holê ku gelên Sûriyeyê hêzên YPG û YPJ'ê weke hêza parastinê dibîne û got, "Gelan dîtin ku tenê li herêmên ji aliyê YPG/YPJ'ê ve tên kontrolkirin, dikarin bijîn."
Li ser armanca êrîşên li dijî taxa Şêx Meqsûdê Yasser bibîr xistin, ku taxa Şêx Meqsûd cihekî mozaîka gelan e ku gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Suryanî û gelek bawermendên din bi awayekî azad û wekhev lê dijîn.
'ARMANC JI ÊRÎŞAN, BÊ KURD HIŞTINA HERÊMÊ BÛ'
Yasser da xuyakirin, ku taxa Şêx Meqsûd tevî ku cihekî biçûk e jî, ji ber ku li cihekî bilind e xwedî girîngiyeke stratejîk e û destnîşan kir, bi van êrîşan re hewl hat dayîn vîna gelan teslîm bê girtin û destketiyên dîrokî ji holê werin rakirin.
Yasser got, "Xwestin felsefeya jiyana nû û azad a gelan têk bibin û statuya heyî ya li Şêx Meqsûdê ji hev belav bikin. Armanca bingehîn a êrîşên li dijî taxa Şêx Meqsûdê derxistina Kurdan ji Helebê, bê Kurd hiştina herêmê bû."
'EGER BERXWEDANA ŞÊX MEQSÛDÊ NEBÛYA, HELEB JI ZÛDEYÎ KETIBÛ'
Yasser di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku derxistina çeteyên koalîsyona Sûrî ji Helebê, destketiyeke mezin e ji bo gelên Sûriyeyê û mirovahiyê û got, "Yên ku ev destketî afirandin, gel in. Eegr berxwedana gelê Şêx Meqsûdê nebûya, Heleb ji zûdeyî ketibû."
Yasser anî ziman, modela jiyana hevpar, demokratîk û azadîparêz a li taxa Şêx Meqsûdê, yekane rêya çareseriya krîza heyî ya li Sûriyeyê ye û got, "Eger em hevdu bi cihêrengiyên hev qebûl bikin, hingî em ê karibin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."
'SÎSTEMA FEDERASYONÊ JI BO HEMÛ DEWLETÊ LI ROJHILATA NAVÎN PÊWÎST E'
Yasser destnîşan kir, modela li Şêx Meqsûdê, ji bo jiyana azad a hemû gelan, sîstema herî baş e û wiha dewam kir: "Sîstema federasyonê ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn pêwîst e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn gelek dewletên ji gelek gelên cuda hene. Ji bo ev dewlet demokratîk bibin û gelên lê bi rengekî azad û wekhev bijîn, ev sîstem a herî rast e."
Yasser diyar kir, sîstema federasyonê ji bo gelan sîstema herî guncaw e û got, "Herî zêde jî ji bo gelê Ereb pêwîst e. Hebûna projeyeke bi vî rengî, pêkanîna vê projeyê gelekî girîng e."
'ASTENGIYA HERÎ MEZIN DEWLETA TIRK E'
Şervanê YPG'ê Yasser da xuyakirin, ku li pêşiya vê sîstema demokratîk, astengiya herî mezin dewleta Tirk e û ev nirxandin kir: "Sîstema federal a demokratîk a ji bo gelên Sûriyeyê tê pêşniyarkirin, ji feraset û pratîka federalîzmê ya li welatên din gelekî cuda ye.
Ji ber ku ya li vê derê tê bicihanîn, proje û feraseta 'sîstema federal a demokratîk' e ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di nava vê sîstem de her gel û bawerî dikare xwe temsîl bike. Ti gel û komek nikare li ser gel û baweriyeke din serdest be.
Bêguman dewleta Tirk vê yekê weke xeteriyekê li hemberî xwe dibîne. Ji ber ku di nava sînorê wan de jî gelên cuda hene û naxwaze federasyon bi ser bikeve. Tirkiye hurmetê nîşanî gelên li nava xwe nade. Hewl dide wan asîmîle bike. Axa wan dagir dike û xwe û sîstema xwe li ser wan ferz dike.
Dagirkirina Cerablûs, El Raî û Babê encama vê ferasetê ye. Dewleta Tirk vê yekê weke mafekî ji bo xwe dibîne. Tirkiye, hindikahiyeke biçûk a ku gelên Sûriyeyê temsîl nake, hewl dide weke temsîlkarê gelên Sûriyeyê nîşan bide. Û bi vî rengî dixwaze armancên xwe bi ser bixîne."
'YPG/YPJ Û QSD NÛNERÊ YEKANE YÊ GELÊN SÛRIYEYÊ NE'
Yasser bibîr xist, gelên Sûriyeyê bi pêşengiya gelê Kurd li tevahiya Sûriyeyê li dijî hêzên tarî têkoşîneke mezin dimeşîne û got, "Hêzên YPG/YPJ Û QSD'ê beşeke mezin a Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî paqij kirin. YPG/YPJ û QSD nûnerê yekane yê gelên Sûriyeyê ne. Di çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê de xwedî mafê gotinê yê yekane ye. Tevî vê yekê jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi pêşengiya YPG/YPJ'ê ji bo ti ji civînên jib o çareseriya krîza Sûriyeyê nehatine vexwendin.
Gelên Sûriyeyê, ji bo pêkhatina aştiya navxweyî û avakirina jiyana hevpar zêdeyî 6 sal in têkoşîneke demokratîk dimeşînin. Ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye mînak. Çi Kurd, çi Ereb, Tirkmen, Xiristiyan an jî Misilman, weke hemû gel û baweriyan, têkoşîna me ya ji bo Sûriyeyeke demokratîk û avakirina jiyaneke azad wê bidome."