Asayîşa PDK’ê destûr neda birîndaran rakin nexweşxaneyê-NÛ BÛ

Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de 3 welatiyên sivîl birîndar bûbûn. Asayîşa PDK’ê destûr neda ku birîndaran rakin nexweşxaneyê.

Îro piştî nîvro çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Gerîlayên HPG'ê êrîşa çeteyan ferq kirin û demildest mudaxeleyî êrîşê kirin. Di şerê li herêmê qewimî de 2 çete hatin kuştin û 3 welatiyên Mexmûrê jî birîndar bûn. Welatiyan birîndar rakirin nexweşxaneya wargehê. Lê ji ber nebûna derman û derfetên tibî ku ev 7 meh in dorpêç û ambargoya PDK’ê ya li ser wargehê didome, birîndar rakirin nexweşxaneya Hewlêr.

Li gorî agahiyan asayîşa PDK’ê destûr neda ku birîndaran rakin nexweşxaneyê. Diyar bû piştî birîndar saetekê li benda kontrolê hatine rawestadin, bi navbeynkariay hêzên Iraqê asayîşê destûr da birîndaran bibin nexweşxaneyê. Asayîşê destûr neda ku wesayîtên gel bikeve Hewlêr û wesayît ji Hewlêrê xwestin. Li beramberî vê rewşê welatiyên Mexmûr nerazîbûn nîşan dan û bi hêrs bûn. Welatiyan daxwaz ji PDK’ê kir ku demildest dev ji vê helwesta xwe ya şaş û nemirovî berdin ku welatiyên Mexmûr ji bo parastina Hewlêrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û êrîşa çeteyan a sala 2014’an têk biribûn.