Asayişa Kelar gef li Mehmûd ê di grevê de ye kir

Herêm Mehmûd ê li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ye, ji aliyê asayîşa Kelar ve hate gefkirin.

Endazyar Herêm Hehmûd ê ji 24’ê Sibatê ve li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ye, ji aliyê asayîşa Kelar ve hate gefkirin.

ASAYÎŞ: WÊ DAWÎ NEBAŞ BE!

Mehmûd ê ji Rojnewsê re axivî ev tişt got:

“Îro saetên danê sibê asayîşa Kelar bi rêya telefonê li min geriyan, daxwaza min a hatina asayîşê kir. Min ji bo wan ragihand ku belgeya fermî nebe ez nayêm. Gotin min, niha tu li kû ye. Min ji bo wan got, ez li mal im eger ‘Tiştek hebe bi rêya telefonê bêjin’, gotin; ‘Eger tu neyê wê dawî pir nebaş be’. Min jî ji bo wan gotin ‘Hûn dizanin’ eger belgeyek fermî nebe ez nayê.”