Asayîşa Hewlêrê Kampanya Baykota kelûpelên Tirkî asteng kir

Asayîşa Hewlêrê rê neda çalakiyên komên kampanyaya baykotkirina kelûpelên Tirkî li Hewlêrê bê kirin.

Kampanyaya baykotkirina kelûpelên Tirkî li ser asta Başûrê Kurdistanê her diçe berfireh dibe, bi giştî bajar û bajarokan li xwe girtine. Her bi vê armancê hêjmarek ji çalekvan û welatiyên bajarê Hewlêrê jî xwestin saet 15:00’an li ber deriyê Parqa Şaneder a Hewlêr xwepêşandanek lidar bixin, lê belê hêzên asayîş û polîsan ji berî çalakvan û welatiyan li cihê çalekiyê amede bûn û rê nedan çalakî bê lidarxistin.

Di derbarê vê de yek ji çalakvanên sivîl Niyaz Ebdûla ji ANF’ê re ragihand: “Hêzên asayîş û polîsan bi vekirî ji çalekvanan re dibêje; ‘em rê na din ku çalekî ji bo boykotkirina kelûpelên Tirkî bê lidarxistin’ û rê neda çalekî jî bê pêkanîn.

Ev biryara rêndayîna çalakiyê di demekê de ye ku roja Pêncşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê bike bal kişand.