Asayîşa Dihokê êrîşî taziyeya şehîdê HPG’ê kir!

Asayîşa Dihokê êrîşî merasîma taziyeya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed kir.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li mala malbata wî ya li bajarê Dihokê sersaxî hatin qebûlkirin.

Lê belê asayîşa Dihokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin.

ASAYÎŞÊ DEWLETA TIRK PARAST!

Li gorî agahiyên ku endamên malbatê dane, di dema êrîşê de dayîka Şehîd Demhat ji asayîşê xwest ku wêneyan neqetînin, lê bêrêziyek mezin hat nîşandan, heqaret hat kirin û wêne jî hatin qetandin.

Endamên malbatê destnîşan kirin ku li ser pankarta ku di malê de hatiye daliqandin nivîsa wekî, “Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû” hebû. Endamên asayîşê jî ji vê aciz bûne û êrîş kirin.

Endamên malbatê gotin ku duh Asayîşê wan re gotiye “Bila ala neyên vekirin, hûn dikarin merasîmê li dar bixin.” Li ser van gotinan jî tu ala nehatine vekirin, lê dîsa jî êrîş kirine.

ASAYÎŞÊ DEST DANÎN SER TELEFONAN

Di dema êrîşê de hin welatiyan xwestin ku wêne û dîmenan bikişînin, lê asayîşê telefonên wan welatiyan jî desteser kirin.

Balkêş e ku li Tirkiyeyê jî, hêzên dewletê li hemberî merasîmên cenaze û sersaxiyan heman pêkanînan dikin.

Demhat Ehmed ku demekê xebatên Gencên Welatparêz jî meşandine, di berxwedana dîrokî ya Kobanê de jî cih girtibû û birîndar bibû.

Dema ku balefirên şer ên artêşa Tirk gundê Werxalê yê herêma Zapê bomberdûman kiribû, Ehmed li vê şerê şehîd bûbû.

SICÎLA WÎ

Nasnav: Demhat Rêkanî

Nav û Paşnav: Demhat Ehmed

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Şeladizê /1996

Dîroka Tevlîbûnê: 2012

Cih û Dema Şehadetê: 23'ê Adara 2018'an  (Gundê Werxalê yê herêma Zapê di encama bombebarana balafirên şer ê Tirk de)

HPG’ê têkildarî şehadeta Demhat Ehmed ev daxuyanî dabû:

“Hevalê me Demhat Zîndan li bajarokê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Li erdnîgariyeke ku zêdeyî sed sal in şer lê diqewime mezin bû. Bi bîr û baweriya 'li ku dibe bila bibe divê li ber êrîşên li ser gelê Kurd rabe' tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Destpêkê tevlî karê ciwanan bû û piştre ji bo têkoşîneke hê bi bandor bike, tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Demhat zanîbû ku heta ku gelê me li çar parçeyan azad nebe, Kurd nikarin azad bibin û di demeke kin de bû şervanekî xurt. Sala 2015'an li herêma Çarçela ya Zagrosê bi mehan di eniya herî pêş a şer de cih girt û derbên giran li dijmin xist. Bi keda xwe derket pêş û bi sekna xwe ya fedayî bû yek ji hevalên me ku şûna şopa wî li çiyayên Kurdistanê çêbû.”