Asayîşa Êzidxanê dewreyeke nû bi dawî kir

Asayîşa Êzidxanê dewreyeke nû ya perwerdeyê bi dawî kir û 16 endamên nû tevlî nava refên asayîşê bûn.

Li bajarokê Xanesorê ji dewreya Şehîd Birûsk a Akademiya Şehîd Şengal, 16 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn.

Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûne ji gund û bajarokên Şengalê ne.

Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û şehîdên 74 fermanan destpê kir.

Dewreya Asayîşa Êzîdxanê 25 rojan berdewam kir. Di nava van 25 rojan de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn.

Di merasimê de li ser navê fermandariya Asayîşa Êzidxanê Sebeh Cirdo axivî û di serî de dewre li endamên nû yên Asayîşê pîroz kir û got; “Wek tê zanîn ji dema fermanê heya niha êrîş li ser gelê me dewam dikin. Ji bo ku rê li ber van êrîşan were girtin, pêwîstî bi perwerdeyê heye. Di dema fermanê gelek hevalên li ber xwe dan  û bi saya wan gelê me xwe birêxistin kir. Zarokên Êzidî di nava refên YBŞ û YJŞ’ê de cihê xwe girtin û xwe birêxistin kirin.”

Sebeh got, ji her alî ve êrîş li ser asayîşa wan heye û hêzên li herêmê dixwazin asayîşa wan têk bibin. Saleh da zanîn ji ber ku hêza heyî hebûna gel diparêze, êrîş li ser hene. Sebeh di dawiyê de jî got; “Em di wê hêviyê de ne ku hevalên me yên perwerde xwe xilas kirin, ximzeta Êzidxanê bikin.”