Asayîşa Êzidxanê 50 endamên nû mezûn kir

Asayîşa Êzidxanê, ku ji ewlehiya nava bajarê Şengalê berpirsyar e, 50 endamên nû bi perwerdeyekê tevlî nava refên xwe kir.

50 ciwanên Êzidî yên ji gund û navçeyên Şengalê tevlî nava Asayîşa Êzidxanê bûn. Perwerdeya ku bi vê armancê beriya mehekê dest pê kir, bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.

Ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Hisên Şengalî beşdarî merasîmê bû.

Hisên Şengalî mezûniyeta 50 ciwanan ji Akademiya Şehîd Şengal li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya xurtkirina hêzên ewlekariyê ya di vê demê de.

Hisên Şengalî diyar kir ku çavê gelê wan li asayîşê ye, lewma divê ji bo parastina xelkê xwe timî amade bin û got, "Divê em xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin. Ji ber ku gelê me roj bi roj berê xwe dide Şengalê, bi saya zarokên Êzidxanê rehet radizên."

Rêveberê Asayîşa Êzidxanê bal kişand ser gef û êrişên li herêmê tên kirin û destnîşan kir ku bi xwedîderketina gel û yekbûna wan, wê plan hemû bên pûçkirin.

Piştî merasîmê, endamên nû yên asayîşê li refên xwe belav bûn.