Aryen: Berxwedana Rêber Apo pêşî li komployê girt

Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Şafak Aryen got, "Berxwedana tevgera azadiyê, gelê Kurd û gelan a li ser xeta Rêber Apo, pêşî li serketina komploya navneteweyî girt."

Endama Konseya Rêveber a Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Şafak Aryen, bi wesîleya 19. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ajansa me re axivî.

Aryen got, "Ji 9'ê Cotmeha sala 1998'an heya îro 19 sal derbas bûn. Bi taybetî, hêzên komploger ên navneteweyî û hêzên statûkoparêz ên herêmê, bi armanca komploya navneteweyî ve girêdayî ne. Di kesayeta Rêber Apo de li hember azadiya gelan, azadiya jinan, xwestin defikeke pir mezin careke vedin. Li ser vê esasê xwestin pergala xwe, aloziya ku di pergalê wan de rû da bikaribin derbas bikin û pergala xwe carekê din li ser esesê bindestiya gelan û jinan bi rêxistin bikin. Vê armancê ve girêdayî komploya navneteweyî li hember Rêber Apo hate kirin. Bi saya berxwedan û sekna Rêber Apo, hêzên komploger heta niha nekarî armancên xwe bi temamî bi ser bixînin."

'EM Ê PERGALA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKIN'

Şafak Aryen destnîşan kir, ku berxwedana tevgera azadiyê, gelê Kurd û gelan a li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşî li serketina armancên komployê girtiye û destnîşan kir, ku ev yek destketiyeke mezin jî be, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd hê dîl girtî ye û di nava tecrîdê de ye, ew sekna xwe hê qels dibînin û şikandina pergala Îmraliyê weke nêzîkatiya esasî datînin pêşiya xwe.

Di dewama axaftina xwe de Aryen bal kişand ser berxwedana mezin a ji destpêka roja komployê û heta niha ji aliyê jinan û gelê Kurd ve tê kirin û hat gotin, "Dema ku zirûfên komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê rû da, Rêbertî ev yek ji bo raya giştî eşkere kir. Bi pêngava 'Kes nikare dest dirêjî Rêber Apo bike' û 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi sedan heval di nava 19 salan de bi fedayîtiyê xeta azadiya Rêber Apo têkoşiyan û şehîd bûn. Li ser vê esasê em hemû şehîdên xwe yên di asta fedayitiyê de helwest nîşan dan, bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Bêguman ev 19 sal bê navber pevajoya berxwedana gelan bû. Li ser vê esesê li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya gelê Kurd, şerê pergala gelan ji nû ve avakirin bi rengêkî pir germahî û di asteke jor de hate meşandin. Di vê çarçoveyê de Kurd, mirov û jinên ku li xeta Rêber Apo nasnameya xwe ji nû ve tanzim dikin,  hêzek û berxwedaniyek pir mezin li hemberî pergala desthilatdar a zilam û rastiya desthilatdariya zilam, nîşan dan. Di vê çarçoveyê de em xeta berxwedana gelan û xeta berxwedana jinan silav dikin. Biryardariya xwe ya ji bo li bin xistina komploya navneteweyî û vê berxwedanê gihandina asta serketinê, dilsozî û sekinandina xwe diyar dikin. Bêguman ev 19 sal in bi armanca komploya navneteweyî ve girêdayî şerê sêyemîn ê cîhanê xwe gihand asta herî jor."

RÊBER APO JI ALOZIYAN RE ÇARESERÎ PÊŞDIXÎNE

Aryen diyar kir, ku sê sedemên pêkhatina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin hene û wiha dewam kir: "Di sê sedeman de mirov dikare bi kinahî bînin ser ziman. Ji ber ku rastiya îro jî bi van sedeman girêdayî şerê ku tê meşandin encax mirov dikare di vê çarçoveyê de fêhm bikin. Yek; Rêbertî li hemberê desthilatdarî û sazûmankirina desthilatdariyê, li hemberî dewletan xeta azadiya gelan wek rêyeke sêyemîn bîrdoziyeke nû afirand û li ser esasê vê yekê, sosyalîzma ilmî, tengaviya reel sosyalîzmê ji holê rakir.

Di vê çarçoveyê de, ji nû ve azadî, ji nû ve însan, ji nû ve civakbûn, ji nû ve jinbûn, ji nû ve zilambûn, ji nû ve mirov bikaribe xwe îdare bike, yê esesî pirsgirkên ku desthilatdariyê ve girêdayî derketine hole weke nêzîkatiyekê çareserî, bi birdozî Rêbertî pêş xist. Di vê wateyê de di astekê stratejîk de Rêbertî bi xeta  navneteweyî ya desthilatdariyê re bi hêzên dewletger ketin nava nakokiyeke esasî. Sedema komploya naveteweyî ya esasî ev e. Sedemên bîdozî ne. Sedemên bîrdozî ku bi hev re, bi pergala desthilatdarî re nabe yek, di naverokê de guhertineke pir mezin dijî. Di pergala kapîtalîst de, ji ber aloziyên mezin ên aborî, civakî, siyasî, sîstem nekarî xwe bi rê ve bibe. Di nava aloziyên pir mezin de bû. Rêber Apo li hember vê aloziyê, nêzîkatiyeke çareseriyê afirand. Bêguman vê yekê dihişt ku pergala kapîtalîst li bin bikeve. Ya jî rastiyên ku xwe li ser ava kir, ji holê rabin û di vê çarçoveyê de îradeya gelên bindest, jinên azad û nasnameya zilamên azad bi pêş bikeve. Di rewşeke bi vî rengî de pergala desthilatdariyê ji bo karibe xwe biparêze, dijberiyek li hemberî Rêbertî afirand. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî bi vê armancê girêdayî hate kirin.

Yê duyemîn;  pergala desthilatdariyê, di şerê yekemîn ê cîhanê de li Rojhilata Navîn li ser esasê parçekirina Kurdistanê û li binxistina gelê Kurd xwe bi rêxistin kir. Ev pergal bi destê Rêber Apo li bin ket, hilweşiya û kete nava alooziyeke mezin. Di nava vê pergalê de yê ku herî zêde li bin hate xistin û bazarî lê hate kirin, Kurdistan û gelê Kurd bû. Bêguman, di vir de nêzîkatiya Rêberî avakirina Kurdê azad bû.

DESTPÊKÊ JINÊ RIZGAR BIKIN

Armanca sêyemîn a komploya navneteweyî jî, pêşîgirtina li azadiya jinê bû. Ji ber ku pergala deshilatdar, dewlet weke nasnameya zilam bi rêxistin kir. Zêdeyî pênc hezar salan ev yek dewam kir. Ji ber vê yekê di bingeha civakê de pirsgirêka azadiyê hebû."

Aryen da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya civakê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her tiştî bal kişandiye ser azadiya jinê û ev daxuyaniya Ocalan a beriya destpêkirina komploya navneteweyî di Tebaxa 1998'an de dabû bi bîr xist: "Yên kud ibêjin destpêkê jinê bixin, çareserî û nêzîkatiya me jî ev e: Destpêkê jinê xilas bikin'."

Aryen got, "Bêguman ev nêzîkatiya Rêbertî, bîrdozî bû. Di heman demê de, sekna xwe ya li hemberî pergala desthilatdariyê bi rengekî eşkere nîşan dida.

Yanî yek; di xeta gelan de xeteke alternatîf bi pêşengiya sosyalîzma ilmî afirî. Du; bi vê ve girêdayî nasnameya Kurdên azad hate birêxistinkirin. Sê; bi azadiya jinê ve girêdayî çareserkirina pirsgirêka azadiyê."

Endama Konseya Rêveber a PJAK'ê Şafak Aryen destnîşan kir, ku ji ber van sedeman komploya navneteweyî hate kirin û ev rastî di nava 19 salên bihurî de bi zelalî hatiye dîtin.

Aryen anî ziman, ku bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û tevgera azadiyê, komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe.

LI SER ESASÊ NASNAMEYA AZAD EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Şafak Aryen destnîşan kir, ku ji her demê bêhtir; xwedîderketina li nasnameya Kurdên azad, parçekirina pergala Îmraliyê û jiyana bi Rêbertiya azad re, ji bo wan xaleke esasî ye û got, "Ji bo ku em komploya navneteweyî pûç bikin, ji her demê bêhtir bi pêşengiya jinên kurd divê têkoşîn bê geşkirin. Di vê çarçoveyê de divê em ji her demê bêhtir nasnameya jinên azad bilind bikin û bi vî awayî dijbertiya pergala faşîst bikin."